Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nûarîn bi şertê kontrola edlî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sonay Mengutay a piştî 30 salan hate berdan: Em hemû beşek ji pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Die Linke Schwerdtner: Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû divê bêne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Korkmaz: Dewlet yekemcar mecbûr ma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd muxatab bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Divê em li ser axa xwe bi çand û nasnameya xwe bijîn’
Rojava

‘Divê em li ser axa xwe bi çand û nasnameya xwe bijîn’

Endamê TEV-ÇAND'ê û Koma Şehîd Xebat Keder Hisên diyar kir ku wan bi banga seferberiyê re tevlîbûna xwe ya vê pêvajoyê dan pêş û her wiha ji ber ku xebata Hunera Şoreşê dikin ji bo wê jî divê di vê demê de xwedî li mirov û keda gelê xwe derkevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Çile 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi taybet bi derketina Tevgera Azadiyê re, yek ji xebatên girîng ên ku di wê demê de dihatin meşandin, xebatên çand û hunerê bûn. Di wir de xebata çandê bi komên biçûk dest pê kir û hêdî hêdî ciwanên Kurd ttevlî xebatê bûn. Her wiha yek ji xebatên girîng ê ku her tim ji bo rêjîma Baasê xeterî û tehdîd ava dikir xebata çandê bû. Rejîma Baasê her tim dixwest siyaseta xwe ya yekreng û yekalî ser hemû pêkhate û gelên heyî ferz bike û ji bo wê jî her tim serê ewil komên çandê û xebatkarên ku wê demê bi Tevgera Azadiyê re xeta hunera şoreşgerî ji xwe re esas girtine, asteng dikir.
Ev rewş heta 2011’an berdewam bû, lê bi derketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, yekemîn saziyên ku bi şoreşê re xebata xwe pêş xistine, saziyên çand û hunerê bûn. van saziyan ev yek wekî gaveke nû ya dîtin ku li ser xeta şehîdên xwe yên hunermend û li ser esasê pêkanîna hêviyên wan hunereke Şorşegerî ava bikin.
Yek ji wan kesên ku di despêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê de cihê xwe di nav xebata çand û hunerê de girtiye Endamê TEV-ÇAND’ê Keder Hisên e ku di heman demê de di Koma Şehîd Xebat a Stranan de jî cih digire.

Keder Hisên ê ku di sala 1989’an de li Gundê Şêtika yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ji dayik bûye. Wî li gundê Şêtika dibistana seretayî qedandiye û piştî li Dêrûna Axê dibistana xwe ya navîn qedandiye. Keder di nav malbateke welatparêz de dipije û di salên 1988’an de birayekî Keder berê xwe de nav refên tevgera azadiyê û di sala 1992’an de şehîd dibe.

Keder Hisên ji ANF’ê re qala pêvajoya tevlîbûna xwe ya di nav kar û xebatan de kir û wiha got, “Malbata min Tevgera Azadiyê di salên 1980’ê de nas kir û ji wê demê û heta derketina Şoreşa Rojavayê  di nav xebatan de ye. Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku Rejîma Baasê yên li pêşî xebatkarên wê demê, dîsa jî xebat bi berdewamî dihate kirin. Di destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê de tevlî nav xebatên çand û hunerê bûm, û ji aliyekî ve min dersên zimanê Kurdî dixwendin. Tevî van her du karan min di nav yekîneyên parastina gel ”YXK”ê  cih de girt. Ji ber ku di destpêka Şoreşê de her kesekî cihê xwe di zêdetirî xebatekê de digirt û li gorî pêwîstiyê gelî xwe li saziyan belav dikir.”

Keder bal kişand ser destpêka vekirina Navenda Çand û Hunerê ya li navçeya Tirbespiyê û wiha pê de çû, ‘”Di destpêkê de Navenda Çand û Hunerê ya Govendê ya bi navê Şehîd Hêzil li navçeya Tirbespiyê hate vekirin, piştre Koma Şehîd Xebat ava bû û min tê de cih girt. Ev heta sala 2014’an berdewam bû. Di sala 2014’an de bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser û saziyên wê re, Saziya Çand û Hunerê jî tê de cihê xwe girt û di  nav xebateke berfirehtir çêbû. Hemû beş û komên çandî hatin avakirin. Ji wê demê û heta niha jî wekî Koma Şehîd Xebat gelek berhemên me hene û her wiha ji destpêka Şoreşê ve di gelek şahiyên mezin de me xebatên berfireh dane meşandin.”

Keder Hisên qala banga seferberiyê jî kir û diyar kir ku wî bi xwe jî di nav seferberiyê de cih girtiye û wiha domand, ”Di vî şerê dawiyê de yê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Efrînê careke din rastî koçberiyê hat. Li ser wê esasê min cihê xwe di komîteya pêşwaziya Koçberan de girt û li kêleka wê bi banga seferberiyê min di nav avakirina tabûra leşkerî ya li Taxa Enteriyê de cih girt û li gorî wê amadekariya me hate kirin. Ji ber ku karê hunerê ne tenê dengbêjî û derxistina stranan e, di vê şoreşê de em bi ruhê hunera şoreşgerî tevlî nav vê pergalê bûn û bi rihê şerê gel ê şoreşgerî me di nav de cih girt. Ev xebata ku bi vê rihê tê kirin heta vê kêliyê berdewam dike.”

Keder da zanîn ku wekî Tevgera Çand û Hunerê, di nav konvoyên ku diçin Bendava Tişrînê de cihê xwe girtine û hîna jî vê berdewam dikin û wiha got, ”Weke Tevgera Çand û Hunerê me cihê xwe di nav Konvoya gel de girtiye ku derbasî Bendava Tişrînê dibin. Her wiha ev tevlîbûn bi armanca piştgirîdayîn û bilindkirina hêz û moralê şervanên QSD’ê gelek muhîm e. Ji ber ku ev kareke wijdanî û exlaqî ye û dikeve ser milê her kesî.  Ji bo wê em bang li hunermendên kurd dikin ku di vê dema dîrokî de, him ji bo gel him jî ji bo şervanên ku îro canê xwe feda dikin û parastina xaka xwe dikin, bi deng û awazên xwe xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin.”

Keder Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got ”Wekî ku Kawayê Hemdem gotiye ”Teslîmiyet îxanet e û berxwedan jiyan e”, divê em jî li ser axa xwe bi çand û hunera xwe, bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Ji bo wê divê em li hember van şer û planên ku li ser welatê em tên kirin xwedî li gelê xwe derkevin. Hunermend di vê pêvajoyê de roleke mezin dilîzin, ji ber ku ev nirxên qedîm, wê di rojên wiha de, bi tevlîbûna pêvajoyê re derkevin pêş. Ferq û cudahiya me ji cîhanê ew e ku gel, hunermend û şervanên ku îro di çeperên şer de şer dikin, em ê tev bi hev re vî dijminî têk bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pitika li ber du darbestan
Nûçeya Pişt re Birîndara Tişrînê: Me bi stran û dîlanên xwe bersiv da dijmin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kovara Xwebûn bi hejmara xwe ya nû hate weşandin

Kovara Xwebûn ku sê mehan carekê ji bo jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrikê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, Newroz ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coş hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Çekdarên ser bi Şamê êriş birin ser gundên Siwêdayê

Hate ragihandin ku çekdarên ser bi hikumeta veguhêz a Şamê bi çekên giran gundewarê bakurê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Bekir Hec Îs: Êrişa li ser xelkê Serêkaniyê ewlehiya Sûriyeyê dixe metirsiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Wê êrîşkarên Qamişloyê bên cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî Tûgaya Qamişloyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?