Dewleta Tirk û çeteyên wî balafirgeha Sirînê û gundên Bîr Hiso, Dikan, Xeseq ên gundewarê başûrê Kobanê bombe kirin.
Dewleta Tirk bi çekên giran gundê El- Ebdil Cuma yê rojhilatê Eyn Îsa yê Kantona Firatê bombe kir. Stasyoneke elektrîkê ya li bajarê Eyn Îsa yê Kantona Firatê jî bi balafireke bê mirov hate bombe kirin. Di encama êrîşê de li gund û bajarên Eyn Îsayê elektrîk hat qutkirin.
Her wiha balafirên şer ên Tirk Çiyayê Garê yê di nava sînorê Duhokê de bombe kir. Encama bombebaranê hîna ne hatiye zanîn.
Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî bajarên Zirgan û Sirînê de bi giştî 9 kes qetil kir û êrîşên xwe yên li ser Bendava Tişrînê bi çekên giran didomîne. Bi êrîşa dagirkeran a li ser gundê Um Hermel ê Zîrganê re hejmara birîndaran gihişt 8 kesan.