Şemî, 22 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJ’ê Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Necmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayfer Koçak: Qanûna Çarçoveyê gaveke girîng e, lê pêdivî bi qanûnên temamker heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akyol ê ku piştî 30 salan hate berdan: Em ê li ser şopa Serokatiyê welatekî demokratîk ava bikin.”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya girtiya 32 salan Nuriye Adet caran 6’an hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Welatiyên beşdarî sersaxiyên gerîlayan bûn: Bila êdî xwîn nerije, em aştiyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dest bi vekirina gorên komî   yên li Şengalê tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayan şahiya 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya şehîdên têkoşîna azadiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Cîlan Berces li Şengalê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star qetilkirina Hêva Erebo şermezar kir
Jin

Kongra Star qetilkirina Hêva Erebo şermezar kir

Kongra Star qetilkirina endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo şermezar kir û got, "Dewleta Tirk a dagirker careke din sûcê şer kir û jineke şoreşger qetil kir."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Kongra Star têkildarî qetilkirina endama Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî li Stada 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Şîras Hemo ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Careke din dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi sûcê şer rabû û jinên şoreşger hedef girtin. Careke din dijminatiya xwe li hember jinan û hovîtiya xwe li pêşiya çavê cîhanê berdewam dike.  Di 27’ê Çileya îsal de dema ku endama koordînasyona me Hîva Erebo bi armanca  ku bi rêxistinên jinan re hevdîtinê bike çûbû Başûrê Kurdistanê, ji hêla dewleta Tirk ve hate hedefkirin û şehîd bû.

Di serî de em bi navê tevahî jinên azadîxwaz vê êrişa faşîst a dewleta Tirk şermezar dikin û  em ji malabata welatparêz û jinan û gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Di şexsê hevrê Hîva Erebo de em bejna xwe li hember tevahî şehîdên azadiyê ditewînin û wan bi minetdarî bibîrtînin.

Dewleta Tirk tawaneke nû li tawanên xwe yê li dijî mirovatî zêde kir. Qetilkirina   jinên şoreşger, jinên azadîxwaz  bûye nasnama vê dewleta faşîst. Bi vî rengî dixwaze îradeya jinan bişkîne û teslîm bigire. Lê divê jibîr neke ku her şehîdek biryardarî û israra me ya azadî û serfiraziyê xurt dike û ruhê tolhilandê li dijî vê pergala faşît û zalim bilind dike.

Hevrê Hêva Erebo a ku bi navê Salîha Viyan dihate naskirin sala 1981’an li bajarê Dirbêsiyê ê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, di malbateke welatparêz de ku bi çanda xwe û zimanê û nasnama xwe ve girêdayî mezin bû. Malbata wê hîn ji temenkî biçûk ve li ser nirxên şoreşa gelan û felsefeya jina azad perwerde kir. Lewma bê dudulî jiyan kir. Di temenê 16 salî de beşdarî xebatên siyasî dibe û di nava xebatê rêxistinkirina gel de cih digre. Weke ciwaneke Kurd ji bo azadiya gelê xwe û azadiya jinan di sala 2000’an berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Ji bo ku bibe mîlîtaneke azadiyê ya pêşeng heta dawiyê bi cidiyet bi disîplîn xwe perwerde kir û ji bo hevrêyên xwe bû mînaka dilnizmî, fedakarî, jina azad û hevrêtiyê. Bi rastî ew dildara gelê xwe û doza xwe bû.

Hezkirina welat û girêdana wê bi nirxên şoreşa jin re hişt ku heval Salîhe beşdarî tevgera azadiyê bibe, sînorê ku dijmin daniye nas nekir. Bû şervana azadiyê ji bo her çar perçeyên Kurdistanê. Li Rojhilat , li Başûr li Rojava ji bo ku gelê Kurd û jinan rêxistin bike xebateke bêhempa da meşandin. Heval Salîhe bi yekitiya gelê Kurd bawer dikir û ji bo sînorên ku di mejî û dilê me de hatiye çandin hilweşîne û ji bo yekitiya gelê Kurd bi eşqeke mezin têkoşîn kir.

Hevrê Salîhe di kesayeta xwe de şoreşa jin, jiyan , azadî pêkanî bû  û ji bo ku vê şoreşê bike çand û bike jiyan kedeke mezin da. Ne tenê ji bo jinên Kurd, di heman demê de ji bo rêxistinkirina jinên Ereb jî xebat meşand. Piştî rizgarkirina herêmên mîna Raqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê ji DAIŞ’ê, heval Salîhe ji  bo rêxistina jinan ava bike û zanista azadiyê di nava jinan de belav bike û jinê bike xwedan vîn û beşdarî hemû qadên jiyanê bike li van deveran xebitî û bû mînaka jina şoreşger ku hemû jin jê hêz bigrin û pêşenga xwe bibînin.

Heval Salîhe yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweser bû; ji bo ku hemû nasname beşdar bibin, ji bo jin bi awayekî wekhev di nava pergala Rêveberiya Xweser de cih bigrin û demokrasiyeke rasteqîn pêk were xwedan kedeke mezinbû. Di vê der barê  de  di Desteya Jin a Kantona Cizîrê de cih girt, piştre weke hevserokatiya Kantona Cizîrê hat hilbijartin, ji bo avakirina şoreşa neteweya demokratîk bi hemû pêkhateyan re bi awayek, wekhev, adil û demokratîk tev digeriya.

Hevala Salîhe bi baweriya ku şoreşa jin bingeha şoreşa civakê ye, cihê xwe di Kongra Star de girt û heya dawiyê weke endama Koordînasiyonê kar da meşandin. Di vê demê de jî ji bo rêxistina jinan, perwerdekirin wan û nîşandana rêya azadiyê bû hevrêya her jinekê.

Mirov dike bêje ku heval Salîhe di meşa xwe de ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya jinan de şoreşgereke bê sînor bû, ji bo vê yekê jî li her çar perçêyên Kurdistan cihê xwe di dilê gelê Kurd û hemû jinan de çêkir.

Divê dewleta Tirk a kurjer û faşîst bizane ku her ku ew jinên wiha hedef digre , hêrsa me, rihê tolhildanê, girêdana bi xeta azadiyê mezin û bi hêztir dibe. Ev ala ku hevrê Salihe bilind kiriye îro bi sedhezaran jin di bin siya wê de dimeşin. Bedel çi qas mezin be û bi êş be jî ti hêz nikare me vegrîne jiyana kole û serîtewandî.

Di dawî de em dibêjin em soz didin hevrê Salîhe û tevahî şehîdan ku em ê tola wan rakin û em ê tekez şoreşa neteweya demokratîk û şoreşa jinan bi ser bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCDP: Meha Çileyê 33 jin hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re ‘Berxwedaniya ku nayê wesifkirin li Tişrînê tê raberkirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Trump keştiyeke din a balafirên şer dişîne Rojhilata Navîn

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku keştiyeke din a ji balafirên şer dişîne Rojhilata…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ: Hevrê Serhed bê navber têkoşiya

HPG'ê got, "Hevrêyê me Serhed bê navber têkoşiya û bi hunera xwe ya fermandariyê, sekna…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike

Endamên Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst tevî hewldana astengkirina polîsan, ji bo protestokirina NATO’yê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

YRJ’ê Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Necmedîn Sînan bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayfer Koçak: Qanûna Çarçoveyê gaveke girîng e, lê pêdivî bi qanûnên temamker heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê ji bo 3 şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?