Şemî, 7 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Helwesta Ocalan êrîşên li ser Rojava da sekinandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Tenê modela Rojava dikare azadiyê dabîn bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê tahliyeya girtiyên nexweş hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Akdenîz, Aydinlar, Tekdag û Duman edalet hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê wê li Tirkiye û Kurdistanê were protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mehmet Şirîn Maltû hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Celo: Êrîş û xiyanet nekarî fikrê netewaya demokratîk têk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taş ê ku piştî 31 salan hat berdan: Baweriya ji bo pêvojiyê mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Mesûd Barzanî re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Werin em li hemberî weşanên dijminê jinan nerazîbûna xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tilîliya Amazonan, îro bi zimanên din olan dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Heyeta Îmraliyê: Çareserî wê bi pêşengiya Abdullah Ocalan pêk were
Kurdistan

Heyeta Îmraliyê: Çareserî wê bi pêşengiya Abdullah Ocalan pêk were

Heyeta Îmraliyê di dema serdana Başûrê Kurdistanê li ser gora lîderê dîrokî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî daxuyaniyek da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtinên 2 rojan ên li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ya Federe derbasî Silêmaniyeyê bû.

Heyetê di 16 û 17’ê Sibatê de bi lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kiribû.

Heyetê îro jî li Debaşanê (Mala Celal Talabanî) bi Lîderê YNK’ê Bafil Talabanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li ser gora Talabanî daxuyaniyek da.

AKTORÊN KURD HEMÛ WÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN PÊVAJOYÊ

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku aktorên Kurd hemû wê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Axaftina Keskîn Bayindir bi vî rengî ye:

“Me peyamên Birêz Ocalan gihand rêzdar Bafil û Kubat Telabanî. Me nêzî saetek û nîv hevdîtineke girîng pêk anî. Me li ser pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja Rojava û aştiya nav gelê Kurdistan û Tirkiyeyê nîqaş kir. Me dît ku, rola ku Mam Celal ji bo aştî û lihevhatinê beriya niha lîstibû, îro Birêz Bafil û Kubat Telabanî jî dilîzin. Aktorên Kurd dê di vê pêvajoyê de roleke dîrokî bilîzin, em bi vê yekê bawer in. Em gelek spas dikin ku xwedî helwesteke bi vî rengî ne.  Bila gelê me, gelê Kurdistanê dilrehet bin. Îro jî bi vê dîdariya me derket holê ku hemû aktorên Kurdan dê bi dilxweşî, bi biratî, bi hemû hêz û qeweta xwe dê piştgiriyê bidin proseya aştiyê û lihevhatinê. Ji ber vê yekê ji bo encama vê hevdîtina me em gelekî dilxweş û kêfxweş in.

KURD DI NAVA HELWESTA YEKÎTIYA NETEWEYÎ DE NE

Di rojeva gelê Kurd de li Rojava, li Başur li Rojhilat gelekî alozî jî hene. Lê belê hêvî û bendewariyê me jî heye ji bo serkeftinê, ji bo milletê Kurd. Em ev sê roj in li ser bingeha yekîtiyê li Başurê Kurdistanê hevdîtinan dikin li gel aktorên Kurdan. Hemû aktor tiştekî dibêjin, çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşengiya Rêzdar Ocalan pêk bê û hemû Kurd dê destkeftiyên mezin bi dest bikin. Çareserî û proseya aştiyê bi pêşengiya Rêzdar Ocalan dê ava bibe. Em bi Rêzdar Ocalan, bi înisiyatîfa wî û bi hêza wî bawer in û em bi hemû hêza xwe çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo çareserî bi pêş bikeve em li gel Rêzdar Ocalan in, li gel hêz û înisiyatifa wî ne. Lewma em li gel şandeya xwe dikarin ji gelê xwe re, ji hemû dinyayê re, ji cihanê re vê peyamê parve bikin. Kurd ji bo pêvajoya aştiyê yek in. Hemû aktor û hizbên Kurdan ji bo aştiyê, ji bo ku destkeftiyên xwe biparêzin, bi pêş bixin helwesta yekîtiyê nîşan didin. Ev ji bo gelê me, ji bo gelê Kurdistan hêviyeke pir mezin e. 

DIVÊ AKTOR HEMÛ BI ROLA XWE RABIN

Ya duyemîn berê me dixwest hemû hizbên siyasî li gel şandeya me dîdarî li dar bixe. Lê bes îmkan û derfetên me tunebûn. Em li ser navê lijneya xwe lêborînê ji hizbên siyasî ku me hevdîtin bi wan nekir dixwazin. Bila bizanibin Rêzdar Ocalan qedr û qîmeteke herî mezin dide her ferdekî, her Kurdekî, her hizbekî ku hewl dide li welatê me aştiyê û çareseriyê pêş bixe. Em silavên Rêzdar Ocalan ji bo hizbên siyasî yên Başûre Kurdistanê ku me didarî li gel wan nekiriye, rê dikin. Em hevî û bendewarî li wan dikin ku piştgirî bidin proseya ku Rêzdar Ocalan dixwaze bi pêş bixe. Hemû aktorên Kurdan ku me hevdîtin bi wan re nekiriye em piştgiriya wan dixwazin.

ŞEHNAZXAN JI DIL PIŞTGIRIYÊ DIDE

Bi kurtasî em dîsa silavên xwe, dilsozî û dilgermiya xwe ji bo şandeya Yekîtiya Niştimanî dikin, bi taybetî jî ji bo Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Telabanî û Cîgirê Herêma Kurdistanê rêzdar Kubat Telabanî dikin. Şandeya me hevdîtinên xwe îro li vê derê li Silêmaniyê bi dawî dike. Em ê berê xwe bidin Hewlêrê û şandeya me dê sibê biçe Tirkiyeyê. Roj ne diyar e lê di pêşerojê de şandeya me derbarê van hemû hevdîtinan de dê ji raya giştî re, ji gelê me re bi nivîskî parve bike. Em dîsa li ser navê şandeyê we bi rêzdarî silav dikin. Her wiha me bi Şehnazxan re jî hevdîtinek kir. Helwestên Şehnazxan ji bo têkoşîna jinên Kurd, ji bo têkoşîna gelên Kurd, ji bo ku gelê Kurd li cîhanê birûmet bijî, bi azadî bijî helwesta Şehnazxan pir bi qîmet bûn. Me nirxandin û guftûgoyên qedrbilind ligel wê kir. Ez dixwazin li ser navê şandeyê spasdariya xwe û minetdariya xwe bo rêzdar Şehnaz jî pêşkêş bikim. Hêvî û bendewariyên wê, peyam û daxwazên wê jî ev bûn. Dixwazim bi we re parve bikim. Em dixwazin hemû jinên Kurdistanê, yên cîhanê, jinên azadîxwaz û aştîxwaz piştiriyê bidin vê proseyê. Şehnazxan bi hemû dilsoziya xwe piştgirî da helwesta Rêzdar Ocalan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SILÊMANIYE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 229 parêzerên Îranî bang kirin
Nûçeya Pişt re Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Bêrîtan Canozer hat birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qoserê meşa zimanê dayikê hat qedexekirin

Meşa ku Egîtîm-Senê xwest bi dirûşmeya "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin"li navçeya Qoserê li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li qada şer careke din diyar bû ku kî kare şer bike, kî nikare’

Gerîlaya YJA Starê ku tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk bû Pelşîn got, "Leşkerên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê meşa 8’ê Adarê: Hûn nikarin roja jinan tarî bikin

Jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di meşa girseyî ya bi boneya 8’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo Rojava meşa girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cîhan Celo: Êrîş û xiyanet nekarî fikrê netewaya demokratîk têk bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?