Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > QSD’ê şehadeta Rêzan Orkeş û Herdem Gabar ragihand
Rojava

QSD’ê şehadeta Rêzan Orkeş û Herdem Gabar ragihand

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker de herdem Gabar û Rêzan Orkeş şehîd bûne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Navedana Ragihandinê ya QSD’ê derbarê du şehîdan de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi beşdariya gelê me yê tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û hêza xwe ya xweparastinê ava kir. Hêza me ya parastinê ji roja yekemîn ve li hemberî hemû cûreyên terorê têkoşiya, wekî gogeke berfê mezin bû û pêş ket bû hêza herî xurt a parastina ewlehî û istiqrara herêmên me.

Şoreşê gelek destkefî bi dest xistin. Destkeftiya yekemîn jî parastina herêmê ji tevahî êrişan e. Gelê me di parastinê de xwe spartiye şervanên me ku li hemberî hemû êrişan sekinin û têk birin. Şervanên me ku heya li hemberî êrişên herî dijwar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaniyeke mezin raber dikin, karibîn rewşeke welê ava bikin ku hevsengiyên hêzên leşkerî li meydanê guhertin.

Bi serbilindî û şanazî radighînin ku du şervanên me Herdem Gabar (Beşar Mihemed) û Rêzan Orkêş (Mihemed Hesen) piştî rêwîtiyeke dirêj a fedaîtiyê û  piştî ku li eniyên berxwedanê yên li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê efsanên lehengiyê nivîsandin, tev li karwanên nemirina bûn.

Hevrêyê me Herdem Gabar ji malbateke welatparêz e ku xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna nîştimanî ye. Bavî wî li Efrînê di şerên li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû. Hevreyê me Herdem tevî ku kurê yekane yê dê û bavê xwe bû jî, ji ber baweriya wî ya girîngiya parastina welat û gel xwest tev li refên hêzên me bû.

Hevrêyê me piştî ku gelek perwerdeyên bîrdozî, siyasî û leşkerî dîtin û kesayeta xwe di hemû aliyan de pêş xist, li eniyên berxwedanê yên li hemberî dijmin xist pratîkê.

Hevreyê me Herdem Gabar di şerekî li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve ji lingê xwe yê çepê ve birîndar bû. Lê birîna xwe li hemberî pêwîra xwe ya nîştimanî ya leşkerî ya di nava refên hêzên me de nekir asteng û ji ber baweriya xwe ya girîngiya rakirina dola şehîdan ji dijmin û rizgarkirina Efrînê têkoşîna xwe bi biryardariyeke hîn xurt domand.

Rêhevalê me Herdem Gabar bi dîsîplîn û talîmatan ve girêdayî bû. Xwedî ruhê rêhevaltiyê yê fedakar bû, ji ber vê yekê ji aliyê kesên wî nas kirine û kesên pê re kar kirine ve dihat hezkirin. Hevrê Herdem di fedekarî, ked û xebata cidî ya berdewam de ji hemû hevalên xwe re bû mînak.

Hevreyê me Rêzan Orkêş jî ji malbateke welatparêz e ku di rêya azadiya gel û welatê xwe de gelek şehîd dane. Apê wî û kurxalekî wî di şerên li hemberî dijmin de şehîd bûn. Şehadeta apo û kurxal bandoreke mezin li kir û bû sedem ku bi çoş tev li refên hêzên me bibe.

Hevreyê me Rêzan ji nifşên pêşîn ên hêzên me ye. Ji destpêka avabûnê ve cihê xwe di nava refên hêzên me de girt. Hevrê Rêzan di zanistana leşkerî ya şervanên me û taktîkên şeran de gelek ezmûnên pisportiyê pêşkêş kirin. Di eniyan de fermandarekî bêhempa bû, serketin li dû serketinekê pêk dianî. Hevrê Rêzan beşdarî piraniya operasyonên hêzên me bû ku ji destpêka avabûnê ve li dar xistine. Li hemberî rêxistina DAIŞ a tarorîst û êrişên dagirkiriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bi qehremanî şer kir. Fermandarekî pispor bû û yekîneyên wî derbên giran li dijmin dixist. Li eniyan hevalên xwe diparast, pirsa wan dikir, rêya herî guncaw a şer û xweparastinê nîşanî wan dida û astengî ji pêşiya wan radikir.

Hevrêyê me Rêzan bi hemû hêza xwe di nava refên hêzên me de kar kir. Rojekê jî tirsa dijmin nas nedikir. Ji bo rakirina tola hevalên xwe yên şehîd hêrs û kîna xwe li hember dijmin nîşan dida.

Em sersaxiyê ji xwe, malbatên herdu şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Îro israr û biryardariya me ya domdina têkoşîna wan a nîştimanî û rakirina tola xwîna wan a pak  û parastina ewlehiya herêmê zêdetir dibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MSD’ê panela ‘Sûriye û perspektîfên çareseriyê’ lidar xist
Nûçeya Pişt re Ji bo tevlî berxwedana li Bendava Tişrîn bibin, bi rê ketin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Têkoşîna li dijî tundiya li jinê mezin dibe’

Jiyan Hisên anî ziman ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê destpê kir, lê di nava…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Komploya 15’ê Sibatê têk çû, berxwedan didome’

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku komploya 15’ê Sibatê bi berxwedana Rêber Apo,…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncel de girtin

Polîsên Tirk bi ser Produksiyona Martiyê û Produksiyona Guncelê de girtin, kompûter û hard dîsk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Muzexaneya Kobanê ji koçberan re bûye stargeh

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

TEV-ÇAND‘ê şehîdên 19‘ê Cotmehê bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?