Deklerasyona dawî ya komxebata bi navê “Jin Aştiyê Diaxivin” ku di navbera 22-23’ê Sibatê de li Stenbolê pêk hat, hat weşandin. Di daxuyaniya dawî ya komxebatê de ku zêdeyî 100 jin hatin gel hev û behsa aştiyê kirin, wiha hat gotin, “Bi vê komxebatê re em weke Înîsiyatîfa Jinê ya ‘Pêdiviya min bi Aştiyê heye’ derdixin pêş.”
Di komxebatê de mijarên cuda hatin nîqaşkirin û li ser aştî û şerê li hawîrdora cîhanî û herêmî hate nîqaşkirin.
Di danezanê de hat gotin ku mijarên “Aboriya şer, polîtîkayên keda jinan û xizaniyê”, “Çima pêwîstiya me bi têkoşîna aştiyê û têkoşîna jinê heye”, “Jin aştiyê çawa dixwazin? Em çawa dikarin aştiyê ava bikin?” bi sê atolyeyên cuda hatin nîqaşkirin.