Ajansa nûçeyan a Tasnîmê ragihand ku tetbîqat wê li bendera Çabaharê ku berê wê li Deryaya Ummanê ye li başûrê rojavayê Îranê destpê bike. Lê belê der barê tetbîqat wê çiqas bidome de agahî parve nekirin.
Hat ragihandin ku keştiyên şer û piştgiriyê yên hêzên deryayî yên Çîn, Rûsya û Îranê û hêzên deryayî yên Mûhafizên Şoreşê jî wê beşdarî tetbîqatê bibin.
Li gorî Tasnîmê, tetbîqet wê li bakurê herêma Okyanûsa Hindê bê pêkanîn û armanca tetbîqetê “bihêzkirina ewlehiya herêmê û xurtkirina hevkariya piralî ya di navbera welatên beşdar de” be.
Her wiha Azerbaycan, Efrîkaya Başûr, Umman, Kazakîstan, Pakîstan, Qatar, Iraq, Mîrnişînên Erebî ên Yekbûyî û Srî Lanka jî wê weke çavdêr tevlî tetbîqatê bibin.
Di van salên dawî de her sê welatan li herêmê tetbîqatên bi heman rengî lidar xistibûn.