Sêşem, 20 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Julian Dray: Li pişt êrîşan kijan bazariya qirêj heye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Metirsî heye ku 2 hezar DAÎŞ’îyên li Girtîgeha Eqtanê birevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakan Fîdan û Tom Barrack li hev rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser girtîgehên ku DAÎŞ’î lê girtî ne di çapemeniya cîhanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Ew nikarin bi me mirin an jî teslîmbûnê bidin qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEV 20’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Vaye sînorê li Nisêbînê bi vî rengî hat hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê ku benda polîsan rakir, gihîşt Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eniya Helwest ji bo Rojava bang li parlamentê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi deh hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê ber bi sînorê Rojava ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelên Dêrikê li Sêmalka li benda gelê Başûr e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • LEZGÎN
Nûçeyên Lezgîn
Panzereke dewleta Tirk hate îmhakirin, çeteyek birîndar bû
Metirsî heye ku 2 hezar DAÎŞ’îyên li Girtîgeha Eqtanê birevin
Li Kerkûkê konvoyên gel ber bi Rojava ve bi rê ketin
Cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên QSD-YPJ’ê
Li Çelebiyê 6 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Licê agirê Newrozê hate vêxistin
Kurdistan

Li Licê agirê Newrozê hate vêxistin

Li navçeya Licê ya Amedê, agirê destpêkê yê Newroza îsal hate vêxistin, şahî hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Agirê Newroza îsal ku bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, li navçeya Licê ya Amedê hat vêxistin. Parlamenterên DEM Partî, DBP’ê, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi kincên herêmê beşdarî Newrozê bûn, bênavber govend gerandin û dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jiyan jiyan azadî’ berz kirin.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Sadik Tosun axivî û Newroz li hemû kesî û bi taybet jî Îmraliyê pîroz kir. Piştre Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û diyar kir ku ev sed sal in bi înkar û asîmîlasyonê tê xwestin gelê Kurd bê tunekirin û wiha got: “Bersiva ku 50 sal berê li Licê hatiye dayîn nêzî azadiyê ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan rê li ber me vekir. Em bejna xwe li ber banga wî ya jiyana azad û avakirina civaka demokratîk ditewînin. Newroza te pîroz be birêz Ocalan.”

Gurbuz diyar kir ku têkoşîn wê bibe misogeriya azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo û wiha got: “Di her şert û mercî de Kurdan înkar dikin. Dijminatiya li Kurdan, nebûna Kurdan bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayê. Êdî bes e ji dijminatî û înkara Kurdan re. Em destê aştiyê dirêj dikin. Divê dewleta Tirk vê bibîne û bersivê bide. Em zimanê xwe, çanda xwe û îradeya xwe xwedî derdekevin. Birêz Ocalan banga doza civaka demokratîk kir. PKK’ê bersiv da û agirbest îlan kir. Em li benda çi ne? Êdî bes e. Em ji bo gelê Kurd jiyaneke azad dixwazin. Newroza îsal Newroza aştî û azadiyê ye.”

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: “Ji bo gelê Kurd, cejn ne tenê xwe nûkirina xwezayê ye, di heman demê de berxwedana têkoşînê ye. Gelê Kurd ê di Newrozê de bedena xwe da ber agir, çalakiyan lidar dixe û têdikoşe. Kemal Kûrkût qetil kirin. Wê rojê, Newroz ji bo me dîsa bû sedema berxwedanê. Em Newroza Kemal Kûrkût û malbata wî pîroz dikin. Em ti carî hevalên xwe û şehîdên xwe ji bîr nakin. Me ji vê Newrozê re got Newroza azadiyê. Em ê tu caran heval û şehîdên xwe ji bîr nekin. Divê di vê Newrozê de banga Rêbertiya azad birêz Ocalan baş bê fêmkirin. Di vê bangê de Rêberê Gelan got, ‘Ji bo Kurdan serdemeke nû destpê dike’. Em vê Newrozê bi kelecana pêvajoya nû pêşwazî dikin. Qufilkirina ku ji bo dengê Rêber Apo dernekeve hatiye ferzkirin, nema ye. Dengê wî gihîşt hemû cîhanê. Hemû kesî denge birêz Ocalan bihîst.”

Kaganarslan got ku divê dewlet di vê pêvajoyê de gav biavêje, her tim ciwanan pêşengiya têkoşînê kirin û wiha got: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet, em ciwan ji bo aştiyeke bi rûmetî li ber xwe didin. Eger ciwan di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin, em ê karibin jiyaneke bi rûmet bijîn. Eger ciwan pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin, ti hêz nikare li pêşiya wê bisekine. Ciwanên Kurd daketin kolanan û li dijî qeyûm li ber xwe dan. Niha dema çalakiyan e. Me got, ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’. Em ciwan in, em ê bi aştiyeke bi rûmet xwerexnedayîna xwe bidin gelê xwe.”

Di dawiyê de wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş got ku îsal Rêber Apo di 27’ê Sibatê de agirê Newrozê li Îmraliyê vêxistiiye û wiha got: “Em ê bersivê bidin birêz Ocalan ê ku di 27 ‘ê Sibatê de agirê Newrozê vêxist, bi agirê Newrozê yê berxwedêran em ê bersivê bidin.”

Bêrîtan Guneş da xuyakirin ku ev rojên dîrokî ne û wiha got: “Tovên beriya 46 salan li navçeya Licê hatin çandin, îro li Rojava şîn dibin. Îro Rojava hêviya dayik, jin, zarok û gelan e. Birêz Ocalan ku ew felsefe, ew bawerî, ew paradîgmaya ji bo gelên Rojhilata Navîn nivîsî, îro civaka demokratîk û aştiyê ava dike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Newroz jiyaneke nû ye, jiyana azad e’. Divê her roj bibe Newroz.”

Bêrîtan Guneş diyar kir ku li Rojava bi pêşengiya jinê jiyaneke nû hatiye avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna girtiyan û yên ku ji bo vê axê canê xwe dan, ev jiyan ava kirin. Piştî banga 27’ê Sibatê li cîhanê, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn gelek tişt guherîn. Bi banga birêz Ocalan re em ê ji bo hemû gelan jiyaneke nû amade bikin. Divê piştgiriyê bidin banga sed salê.”

Piştî axaftinan dayikan yekemîn agirê Newrozê yê îsal bi coşeke mezin pêxistin. Li hemberî hewldana polîsan a tepisandina dengan, pîrozbahiya ku li qadê gelek caran dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin. Bi stranên Koma Ven ê ji Navenda Çanda Mezopotamyayê, şahî dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ev peyman wê dawî li komkujiyan bîne’
Nûçeya Pişt re Hêzên dewleta Îranê 2 aktîvîstên Kurd binçav kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîlê bombe li derdora qesra serokatiyê ya li Şamê barand

Îsraîlê bi bombedkirina derdora qesra serokatiyê ya li Şamê gefa xwe ya li ser Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

YCWK’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Stenbolê çalakiyek lidar xist

Yekîneyên YCWK’ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavaî, li Stenbolê çalakiyek lidar xist…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina navbera DEM Partî û DEVA 1,5 saetî dewam kir

Hevdîtina navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokê Giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Vaye sînorê li Nisêbînê bi vî rengî hat hilweşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gelê ku benda polîsan rakir, gihîşt Qamişloyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Eniya Helwest ji bo Rojava bang li parlamentê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Nisêbînê bi deh hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?