Cemîl Bayik têkildarî pêvajoya siyasî û geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo, nirxandin kir û diyar kir ku ji bo ku PKK di vê pêvajoyê de kongreyekê kom bike, divê şert û merc ji bo agirbestê bên afirandin û yekser Rêber Apo bi xwe kongreyê bi rêve bibe.
Cemîl Bayik got, “Ji bilî Rêber Apo ti kes nikare Kongreyê kom bike, di Kongreyê de wan biryaran bide. Divê her kes vê bizane. Ji ber ku yê ev tevger ava kirî û pêş xistî, Rêber Apo ye. Encex Rêber Apo dikare Kongreyê kom bike, bike ku Kongre biryaran bide. Ji dervey wî ti kes, rêveberiya PKK’ê yan jî kadroyên PKK’ê nikarin vê yekê bikin. Divê her kes bi zelalî vê bizane.”
Cemîl Bayik anî ziman ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û ji bo bikare bi rengekî azad bixebite, divê şert û merc bên afirandin. Cemîl Bayik ragihand ku divê sîstema Îmraliyê were tasfiyekirin û destnîşan kir ku ev pêvajo wê ji bo her kesê bi sûd be, lewma divê ev firsendên dîrokî vale neçin.
HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DIVÊ JI DEWLETA TIRK BIXWAZIN KU GAV BAVÊJE
Bayik diyar kir ku piştî bangê daxuyaniyên ji qada navneteweyî hatin dayîn, erênî ne, lê belê divê hêzên ku ev daxuyanî dane di pratîkê de wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin û wiha got: “Çareseriya Pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn tenê Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û Kurdan eleqedar nake. Her kesê eleqeder dike. Ji ber ku îro navenda Şerê Cîhanê yê 3’yemîn, Rojhilata Navîn e. Pir xwîn diherike. Rêber Apo dixwaze pêşî li vê yekê bigire. Dixwaze pêşî li şer bigire. Dixwaze demokratîkbûnê pêş bixe. Ev rewşeke li gorî berjewendiya her kesê ye. Lewma divê her kes gaveke pratîkî bavêje. Ji bo banga Rêber Apo pêk were, divê berpirsyariyên ku dikevin ser milê wan bi cih bînin. Divê ji dewleta Tirk bixwazin ku gav bavêje.”
Cemîl Bayik bang li her kesê kir ku piştgiriyê bidin hewldanên Rêber Apo û wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Cemîl Bayik bilêv kir ku pêngava azadiyê ya kûreyî divê bi hemû dostan re hîn bêhtir were mezinkirin û Rêber Apo ji sîstema Îmraliyê bê derxistin.
Nirxandina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, bi vî rengî ye:
Serketina pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, helbet bi vê yekê re pêkan e ku dewleta Tirk wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Pêşketina vê pêvajoyê, sedemê esas ê serketina wê Rêber Apo bi xwe ye. Temînata pêvajoyê ye. Lê belê encamdayîn jî girêdayî hewldanên beramber e. Her çendî ku Rêber Apo berpirsyarî û wezîfeyeke dîrokî girtibe ser xwe jî, hewl dide bi cih bîne, helbet ji bo cih anîna vê divê dewleta Tirk jî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Encex bi vî rengî wê pêvajo pêş bikeve û encam bide. Lê belê ev tevger weke tevgereke îradeyî destpê kir û têkoşîna xwe didomîne. Ti carî nebû tevgereke ku li ser îmkanên hazir têbikoşe. Ti carî nebû tevgereke xwedî armanca hêsan. Her tim esas girt ku pêdivî bi çi hebe, têkoşîna wê bafirîne. Têkoşîna xwe bi temamî li ser vî bingehî meşand. Ti carî bêyî têkoşîn, daxwaza ‘van gavan bavêje’ li dewletê nekiriye û nake jî. Ev ne li gorî heqîqeta Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya dimeşîne ye. Çi afirandibe, bi têkoşîna xwe afirand, mezin kir û heta îro anî. Ji vir û şûnde jî dixwaze li ser vî bingehî vê têkoşînê bimeşîne. Divê ev jî baş were fêmkirin. Yanî bêyî têkoşîn ti tişt nayê bidestxistin. Ti kes bêyî têkoşîn nikare tiştekî pêşkêşî mirov bike. Vêca nexasim ev dewleta Tirk be, ku dewleta Tirk ji bo tunekirina her tiştê Kurdan, hemû hebûn û heyîna xwe mezaxt. Lê belê têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo nehişt ku dewleta Tirk encam werbigire. Ji bo vê siyaseta înkar-îmhayê têk çû. Ev bi saya têkoşînê çêbû. Gelê Kurd vê pir baş dizane.
ÊRÎŞ Û KOMPLOYAN ENCAM WERNEGIRT, JI VIR Û ŞÛNDE JÎ WÊ WERNEGIRE
Rêber Apo got, bêyî têkoşîn li Kurdistanê pel jî nalive. Rastiya Kurdistanê rastiyeke wiha ye. Bi meşandina têkoşîneke mezin, dayîna berdêlên mezin û êşan, ev geşedan çêbû. Belkû li cîhanê mînakek wê tune ye. Hêzên ku li cîhanê ev qas hewldanê dimeşînin, wê li beramberî vê encam werbigirin. Kurdistan welatekî cuda ye. Her tiştê wê hatiye binpêkirin. Ji kok, dîrok, nirx, ziman û her tiştê xwe hatiye qutkirin, îmha lê hatiye ferzkirin. Ji vî alî ve di nava civakek wiha de, li welatekî wiha meşandina têkoşîna azadî û demokrasiyê têkoşîna herî zehmet a cîhanê ye. Bi meşandina têkoşînên mezin, dibe ku di asta tu dixwazî de encam wernegirî. Ev, bi rastiya Kurdistanê û rastiya dijminê wê, rewşa mirovên civaka Kurd re eleqeder e. Ji vî alî ve têkoşîna tê meşandin, têkoşîneke pir mezin e. Nirxên ku afirandine jî, nayên biçûkxistin. Tişta were kirin, divê mirov hîn bêhtir ber bi serketinê ve bibe û ji bo vê yekê mezin bike.
Rêber Apo bê navber di nava vê tevgerê de di şoreşê de şoreş pêş xist. Her tim nûbûn, guhertin û veguhertin pêş xist. Lewma hemû êrîş û komployan encam wernegirtin. Yan wê ji zû ve ev tevger tune biba, ev civak hatiba qirkirin. Eger ku ev tevger li ser piyan mabe, pêş ketibe û îro nirxên mezin afirandibe, asteke ku hesret û daxwaza her kesê pêşwazî bike afirandibe, ev bi saya rastiya Rêber Apo ya li ser esasê guhertin, veguhertin û nûbûnê ye. Lewma hemû êrîş û komployan encam wernegirtiye. Ji vir û şûnde jî wê encam wernegirin.
Di destpêkê de eger dema ti tişt neyî êrîş û komployan encam wernegirtibe, îro asta ku tevger gihiştiyê asteke gerdûnî ye; ti carî wê encam wernegirin. Êdî komplo û siyaseta înkar-îmhayê pûç bûne. Ya mayî ew e ku divê mirov li ser vê yekê azadî û demokratîkbûnê pêk bîne. Ji bo vê yekê divê hem gel dilsoziya bi Rêber Apo re bidomîne, hem jî bibe hevkarê wezîfe û berpirsyariya ku wî girtî ser xwe, bi hev re pêşengiyê ji xebatên avakirinê re bikin. Helbet ku eger ev têkoşîn di vê tarzê de bê meşandin, dewleta Tirk jî êdî dê neçar bimîne gavan bavêje. Rêyeke din nîne. Eger hîna di siyaseta înkar-îmhayê de israr bike, ev wê Tirkiyeyê ber bi hilweşandinê ve bibe. Osmanî rastî çi hatibe, rewşa rojên dawî ya Osmanî, hetta dibe ku rewşeke ji wê hîn girantir jî bijî.
Ne Rêber Apo, ne em, ne jî gelê Kurd em ti carî naxwazin gelê Tirkiyeyê rastî dawiyeke wiha were. Em diyar dikin ku vegera li felsefeya avakirina Komarê di berjewendiyê her du gelan û gelên din de jî ye. Hemû xebatên me li ser vê bingehê ne.
HETA KU ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ JI BO RÊBER APO NEYÊN AVAKIRIN, PÊVAJO PÊŞ NAKEVE
Min di axaftina xwe de jî diyar kir, eger şert û mercên ku ji bo Rêber Apo bikare bi rengekî azad bixebite nayên afirandin, helbet pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe, pêş nakeve. Ev pir zelal e. Her kes vê tîne ziman. Ji bo vê yekê her kes çi dibêje? Dibêje, “Ev pêvajo ji bo her kesê bi sûd e. Ti kes wê winda neke, her kes wê qezenc bike. Firsendeke dîrokî hatiye afirandin. Divê ev neyê windakirin. Dewleta Tirk divê gav bavêje.” Gava ku bavêje çiye? Divê şert û mercan bafirîne ku Rêber Apo bikare bi azad bixebite. Ji bo vê yekê divê guhertinên qanûnî yên pêwîst, pêk bîne. Divê sîstema Îmraliyê were tasfiyekirin. Ev di berjewendiyê her kesê de ye. Helbet gelê Kurd li benda vê yekê ye, vê dixwaze. Yên ku li cîhanê têkoşîna sosyalîzmê dimeşînin, têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, têkoşîna ekolojiyê dimeşînin, têkoşîna azadiya jinê dimeşînin û her kes êdî pir zelal dibêje ku Rêber Apo divê bikare di nava şert û mercên azad de bixebite û dewleta Tirk divê vê gavê bavêje.
Li ser vî bingehî zexteke mezin jî pêş dikeve. Eger dewleta Tirk Rêber Apo û Kurdan qebûl dike, helbet ev bi saya têkoşîna me û pêngava azadiyê ya navneteweyî ye. Evane hemû bûn yek. Lewma dewleta Tirk neçar ma û çû cem Rêber Apo.
Wê Rêber Apo bidaban jibîrkirin. Suleyman Soylu çi got? Ev ne tenê gotina wî bû. Polîtîkayeke ku Tirkiyeyê û hikûmetê dimeşand bû. Got, “Heta salekê ne navê Rêber Apo, ne jî navê têkoşîna wî nayê bîranîn.” Yanî got, “Em ê bi temamî tasfiye bikin.” Niha ji wê derê hat asta ‘bila were parlamentoyê, baxive’. Ev geşedaneke pir girîng e. Rêber Apo nirx da vê yekê. Lewma berpirsyariya dîrokî girt ser xwe.
Tişta divê were kirin ew e ku ev berpirsyariya dîrokî vale neçe. Divê ev firsend vale neçe. Her kes li benda vê ye. Divê her kes wezîfeya xwe bi cih bîne. Eger bi cih bîne, dewleta Tirk wê neçar bimîne ku vê gavê bavêje. Ji ber ku rêyek cuda nîne. Eger têkoşîna heya îro ev encam afirandibe, yanî eger gotibin, ‘Bila Apo were, li meclîsê baxive’, wê demê eger têkoşîn hîn zêdetir were geşkirin, diyar dibe ku wê encamên hîn zêdetir derkevin holê.
DIVÊ MIROV PÊŞÎ LI HEWLDANÊN JI BO SABOTEKIRINA PÊVAJOYÊ BIGIRE
Helbet hin daxuyaniyên erênî hene. Em nirx jî didin van. Lê belê li cem van daxuyaniyên erênî, zimanekî ku tê karanîn jî heye. Pir daxuyaniyên nerênî jî hene. Ev zimanê nerênî, daxuyaniyên nerênî pêvajoyê sabote dikin. Divê pêşî li vê yekê were girtin. Bi taybetî kesên ku nirx dane gavên me avêtî, erênî dibînin, ji bo ev pêvajo bi erênî pêş bikeve û encam bide, divê ji bo guhertina zimanê nerênî bikevin nava hewldanê. Divê li dijî hewldanên sabotekirinê, bisekinin. Bi taybetî jî civaka Tirkiyeyê, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyen divê li ser vê bingehê tevbigerin. Wisa bi hewldanên yekalî yên Rêber Apo û gelê Kurd, pêşî li vê ziman û daxuyaniyên nerênî nayê girtin. Ji ber ku evane rê li ber jehrîbûnê vedikin.
Hîna behsa terorîzm, rêxistinbûna terorîst, serkêşê terorîzmê tê kirin. Bi rengê “Tiştek nema ku êdî PKK bike. Êdî neçar e teslîm bibe, neçar e çekan berde. Êdî tiştek nema bike. Êdî tişteke ku em bikin nîne” axaftin tên kirin, hewl tê dayîn ku jehrîbûnê çêbikin. Ji ber ku pêvajoya hatî pêşxistin, nanê gelekan jê distîne. Ji bo ev nan ji destê wan neyê standin, divê ev pêvajo pêş nekeve. Lewma van êrîş û propagandayan pêş dixin. Bi taybetî hinek dixwazin atmosfereke wiha bafirînin: “Me li dijî PKK’ê têkoşîn kir, me PKK têk bir. Divê PKK teslîm bibe.”
Bi vê yekê re di rastiyê de dixwazin lewaziya xwe veşêrin. Armanceke wan ev e. Naxwazin rastî were fêmkirin. Naxwazin nîşan bidin ku Tirkiye di nava tengasiyeke çawa de ye, çawa rû bi rûyê xeteriyan maye. Hewl didin veşêrin. Hewl didin netewperestî, şovenîzm û feraseta faşîst zêde bikin. Bi vê yekê re jî dixwazin pêvajoyê xira bikin û ji vê rewşa şer hêz li ser hêza xwe zêde bikin. Bi taybetî jî di aliyê madî û siyasî de dixwazin xurt bibin.
Lewma divê yên ku gavên me erênî dibînin, wate didinê xwedî li vê yekê derkevin. Tenê gotina ‘em erênî dibînin’ têrê nake. Di pratîkê de divê pêdiviyên vê yekê bên bicihanîn. Eger di gotinê de erênî bibînin û di pratîkê de gav neavêjin, divê mirov fêm bike lîstokek tê lîstin. Hem em û hem jî gelê Kurd dê wisa fêm bike. Hem jî her kesê ku çareseriyê dixwaze, dê wisa fêm bike.
JI BILÎ RÊBER APO TI KES DIN NIKARE KONGREYÊ KOM BIKE Û BI RÊVE BIBE
Nexwasim hinek wiha fêm dikin û vê tînin ziman jî. Hetta hewl didin me şiyar bikin. Ez ji van dostên me re dikarim vê bêjim: Tevger xwedî tecrube ye. Gelek tişt jiyan kirine. Lewma ti kes nikare lîstokan bilîze. Bi lîstoka yên ku dixwazin lîstokan bilîzin jî nayê xapandin. Divê têkildarî vê yekê bi bawer bin. Rêber Apo, bang li PKK’ê kir. Komîteya Navendî ya PKK’ê jî bersiva vê bangê da. Ev ragihand raya giştî jî. Her kes jî dizane ku PKK çawa nêzî banga Rêber Apo bû. Rêveberiya PKK’ê hem nîşanî tevgerê, hem nîşanî raya giştî, bi rengekî pir zelal nîşanî her kesê da. Li gorî daxuyanî û danezanên weşandine, gotin, “em dixwazin banga Rêber Apo bi cih bînin. Lê divê şert û mercên xebatê yên ji bo Rêber Apo, bên afirandin. Divê Kongreyê kom bike, Kongreyê bi rêve bibe.” Gotin, “Wê demê Kongre dê kom bibe, wê rewşa têkoşînên çekdarî û rewşa PKK’ê nîqaş bike û biryar bide.”
Ragihandin, li cihekê ku çek lê bêdeng nebûne, balafir bombeyan dibarînin, balafirên keşfê digerin, bi tank û topan êrîş tê kirin, wê Kongre nekare kom bibe, wê têkildarî sekinadina têkoşîna çekdarî û tasfiyeya PKK’ê hevdîtin neyê kirin. Eger dewleta Tirk dixwaze ev bang bên bicihanîn, wê demê, vaye HPG’ê daxuyaniyek da raya giştî. Got, “Di van şert û mercan de kombûna Kongreyê ne pêkan e. Ji bo kom bibe, divê agirbest çêbibe. Yanî balafirên keşfê, balafirên bombebaranê, tank û top bisekinin.” Ev bang kir. Her kesê jî ev bang erênî dît. Tenê kî vê erênî nabîne? Yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd li ser zemînê şer bimîne, erênî nabînin. Çima erênî nabînin? Ji ber ku atmosferek afirandine. Bi rengê “me têkoşîn qezenc kir, me PKK têk bir. Em bi hêzeke têkçûyî re agirbestê nakin, divê teslîm bibin” dixwazin atmosfera ku afirandine bidomînin. Lê belê her kes jî dibîne ku hewldanekî çiqas vale ye.
Lewma divê ji bo agirbestê şert û merc bên afirandin. Wê demê Kongre dê kom bibe, bangên Rêber Apo bi cih bîne. Ji ber ku divê rasterast Rêber Apo bi xwe Kongreyê kom bike û bi rêve bibe. Ji bilî Rêber Apo ti kes nikare Kongreyê kom bike, di Kongreyê de wan biryaran bide. Divê her kes vê bizane.
Ji ber ku yê ev tevger ava kirî û pêş xistî, Rêber Apo ye. Encex Rêber Apo dikare Kongreyê kom bike, bike ku Kongre biryaran bide. Ji dervey wî ti kes, rêveberiya PKK’ê yan jî kadroyên PKK’ê nikarin vê yekê bikin. Divê her kes bi zelalî vê bizane.
HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DIVÊ BIXWAZIN KU TIRKIYE GAV BAVÊJE
Dengên di nava qada navneteweyî de belav bûne, erênî ne. Hema bêje her kesê ev banga Rêber Apo erênî dît. Em van daxuyaniyan ji vî alî ve erênî dibînin. Lê belê eger pirsgirêk tenê bi daxuyaniyan re bimîne, ti encamê ava nake. Yên ku van daxuyaniyan didin, divê di pratîkê de jî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Çareseriya Pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn tenê Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û Kurdan eleqedar nake. Her kesê eleqeder dike. Ji ber ku îro navenda Şerê Cîhanê yê 3’yemîn, Rojhilata Navîn e. Pir xwîn diherike. Rêber Apo dixwaze pêşî li vê yekê bigire. Dixwaze pêşî li şer bigire. Dixwaze demokratîkbûnê pêş bixe. Ev rewşeke li gorî berjewendiya her kesê ye. Lewma divê her kes gaveke pratîkî bavêje. Ji bo banga Rêber Apo pêk were, divê berpirsyariyên ku dikevin ser milê wan bi cih bînin. Divê ji dewleta Tirk bixwazin ku gav bavêje.
Eger hewldanekê di vî alî de bikin, wê demê wateyeke daxuyaniyên wan heye. Yan daxuyanî dayîn û di pratîkê de ti tişt nekirin, tê wê wateyê ku naxwazin ev gav werin avêtin.
Her wiha di avakirina pirsgirêka Kurd de rola van hêzan, bi taybetî ya Ewropayê mezin e. Tê zanîn ku bi komploya navneteweyî re ev pirsgirêk hîn girantir kirine. Rêber Apo niha berpirsyariyeke dîrokî pêş xist. Firsendek pêşkêşî herkesê kir. Yanî dikarin rexnedayîn bidin. Dikarin nêzîkatiyên xwe sererast bikin. Dikarina piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan pêşkêş bikin. Êdî dikarin desteka xwe ya ji bo siyaseta înkar-îmhayê ya li hemberî Kurdan, vekişînin. Zextê li dewleta Tirk bikin ku gav bavêje. Eger vê yekê bikin, hingê wê di siyaseta xwe de jî sererastbûnekê çêbikin. Lewma wê lekeya reş a li ser eniya xwe jî, paqij bikin. Bendewariyên me di vî alî de ne. Rêber Apo niha derfet û firsenda vê yekê pêşkêşî her kesê kiriye. Ya mayî nirxandina vê ye. Em hêvî dikin ku vê wiha binirxînin.
ÊDÎ DEMA SIYASETA DEMOKRATÎK Û GELAN DESTPÊ DIKE
Rêber Apo dixwaze paradîgmaya xwe ya ekolojîk, azadiya jinê û civaka demokratîk, bi vê gavê re pêş bixe, xurt bike û bi ser bixîne. Li ser vî bingehî dixwaze têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê bi ser bixîne. Dixwaze Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike. Dixwaze hesreta mirovan a ji bo azadî û demokrasiyê pêk bîne. Van hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe jî dispêre xeta azadiya jinê. Bi kûrkirina xeta azadiya jinê, dixwaze van armancên xwe bi ser bixîne. Pêvajoya heyî, pêvajoyeke têkoşînê ye.
Ev tevger di dîroka xwe de bê navber destpêkên nû pêk aniye û li ser vê bingehê pêş ketiye. Niha jî tişta Rêber Apo kirî, gava destpêkek nû ye. Li ser vî bingehî dixwaze bi destpêkek nû re tevgerê bigihîne asteke hîn jortir. Weke min di axaftina xwe de diyar kirî, tevger di felsefe, îdeolojî û paradîgmaya xwe de guhertinê çênake. Guhertin, veguhertin û nûbûna kirî di tarzê rêxistin û têkoşînê de ye. Yanî têkoşîna ku pêş xistî mezin bûye, parçeyên Kurdistanê jî derbas kiriye, asteke navneteweyî qezenc kiriye. Hesret, xeyal û daxwazên mirovan hene. Dixwaze van pêk bîne.
Bi partiyekê re despê kir, evane pêş xistin û anî vê astê. Êdî asta hatî afirandin, asteke ku partiyek derbas kiriye. Êdî PKK’ê ji vî alî ve emrê xwe temam kiriye, rola xwe lîstiye. Lewma li şûna PKK’ê dixwaze têkoşîn û rêxistinbûneke demokratîk pêş bixe ku van geşedanan hemûyan di nava xwe de bigire. Dixwaze paradîgmaya xwe li ser vî bingehê pêk bîne. Paradîgmaya wî ya ekolojîk, azadiya jinê û civaka demokratîk tenê ji bo Kurdan nîne. Ji bo hemû gelan û mirovahiyê ye. Ev paradîgma ji bo her kesê azadî, demokrasî û sosyalîzmê dixwaze ye. Dixwaze vê paradîgmayê li ser zemînê demokratîk, siyasî û hiqûqî pêş bixe û bi ser bixîne.
Mîna ku Rêber Apo berê di parêznameyên xwe de pir zelal diyar kirî, dema gelan dide destpêkirin. Êdî dem dema gelan e. Dema pêşxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan e. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst êdî gihiştiye lûtkeyê. Kaosê dijî, nikare çareseriyê hilberîne. Lewma gel êdî ketine dewrê.
Rêber Apo jî li ser vê bingehê geşedanên li cîhanê diqewimin, dinirxîne û li gorî vê gav diavêje. Yanî dibêje, êdî serdema gelan destpê kiriye. Gelan derdixe pêş, dixwaze êdî gel bibin îrade. Ji bo vê yekê jî girîngî dide rêxistinbûna gel û avabûna îradeya gel û vê yekê esas digire. Rêxistinbûna civakê esas digire û li ser vê bingehê dixwaze civak xwedî li xwe derkeve. Ji bo vê yekê jî têkoşîna demokratîk û rêxistinbûna demokratîk esas digire.
JIN Û CIWAN DIVÊ PÊŞENGIYÊ JI AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK RE BIKIN
Li vir roleke mezin a pêşengiyê dikeve ser milê jin û ciwanan. Divê pêşengiyê ji avakirina civaka demokratîk re bikin. Pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, vê yekê îfade dike. Pêvajoya ku ev tevger dixwaze pêş bixe, tenê ji bo Kurdan na, ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî pêvajoyeke wiha ye. Amûrê vê yekê êdî partî nîne, amûr ew e ku gel bi xwe qedera xwe diyar bikin. Bi xwe têra xwe bike, pêdiviyên xwe pêşwazî bike û xwe bi rêve bibe. Yanî tê xwestin ku sîstemeke wiha were avakirin.
Hemû hewldan li ser vê bingehê ne. Li ser vê bingehê divê hemû Kurd, demokrat, welatparêz û sosyalîst bikevin nava liv û tevgerê. Divê xwedî li siberoj û azadiya xwe derbikevin. Divê xwe rêxistin bikin û îfade bikin.
Bi vê yekê re divê civaka Tirkiyeyê jî êdî xwe rêxistin bike, bikeve nava vê pêvajoyê. Divê pêşengiyê ji civakê re bike. Weke esas jî divê di nava civaka Tirkiyeyê de pêşengî ji pêşxistina guhertin, veguhertin û jinûve avakirinê re were kirin. Ji bo vê yekê wezîfe û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê sosyalîst, demokrat, jin, ciwan, hunermend, nivîskar, siyasetmedar, rêxistinên civakî yên sivîl û her kesê. Bi taybetî rêxistin, derdor û kesên ku li Tirkiyeyê têkoşîna azadî û demokrasiyê, têkoşîna sosyalîst dimeşînin bikevin nava civaka Tirkiyeyê û pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe, bidin fêmkirin, pêşdarezandinan hilweşînin û di zihniyetê de guhertinê çêbikin. Divê xwişk-biratiya Tirk û Kurdan pêş bixin. Eger ji bo vê yekê hewldan bên kirin, tecrubeyên civaka Tirkiyeyê di têkoşîna demokrasî û azadiyê de heye. Eger evane bikevin pratîkê, destkeftiyên kêm nînin. Evane destkeftî û tecrubeyên ku dikarin li Tirkiyeyê guhertinê pêk bînin. Ji ber ku ev qas têkoşîn hatin meşandin. Nirx û encam hatin afirandin. Evane vale neçûn. Dibe ku îro faşîzm, şovenîzma sosyal, netewperestî û nîjadperestiyê gelek texrîbat çêkiribin. Lê hîna ev nirxên hatine afirandin, dijîn. Wezîfe ew e ku evane bikevin pratîkê û zindî bibin. Encex sosyalîst, demokrat û kesên çareseriya pirsgirêkê dixwazin dikarin vê pêk bînin.
Eger vê yekê bikin, bi eniya Kurd re li ser vê bingehê bibin yek, hingê wê Tirkiye demokratîk bibe. Pirsgirêka Kurd jî di nav de wê hemû pirsgirêk çareser bibin. Bi taybetî Elewî divê bizanin ku di vê pêvajoyê de ew hêzeke esas in û wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Rêber Apo guhertin, veguhertin û avakirina jinûve nû nedaye destpêkirin. Dema dîroka vê tevgerê baş tê lêkolînkirin, rastiya Rêber Apo baş tê fêmkirin hingê tê dîtin ku Rêber Apo timî ji bo pêşxistin û serketina vê tevgerê û ji bo pêkanîna hesreta gelê Kurd û mirovahiyê guhertin, veguhertin û avakirina jinûve pêş xistiye. Tişta nû ew e ku hewldanên ji bo vê guhertin, veguhertin û avakirina jinûve bê gihandina asteke hîn jortir. Tişta tê kirin ev e. Yanî nû nedaye destpêkirin. Dîroka vê tevgerê û Rêber Apo di nava şoreşê de pêşxistina şoreşê ye. Ev jî encex bi guhertin, veguhertin û avakirina jinûve dikare were pêşxistin. Ji bo vê yekê vê tevgerê timî pêşketin jiyan kiriye û daye jiyankirin. Tevî hemû êrîş û komployan, asta îro bi dest xistiye.
Eger di van komplo û êrîşan de timî rexne-rexnedayîn jiyan nekiriba, timî avakirina jinûve armanc nekiriba, li ser vî bingehî tevger pêş nexistiba, ti carî ev tevger pêş nediket û nedihişt asta îro. Rêber Apo tiştên berê kirine, niha dixwaze bigihîne lûtkeyê. Lewma destpêkê manîfesto pêş xist, li ser wê bingehê tevger pêş xist û niha bi manîfestoyeke nû dixwaze bigihîne asteke hîn pêşdetir. Ketiye nava hewldanê ku hesreta gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pêk bîne. Wezîfe û berpirsyariya ku dikeve ser milê milîtanên vê tevgerê û sempîtazanan ew e ku Rêber Apo hîn baştir fêm bikin, bibin hevkarê barê Rêber Apo, berpirsyariya wî parve bikin û ji bo vê yekê pratîka pêwîst danin holê. Yanî wê çawa vê pêvajoyê zindî bikin, li ser vê bingehê çi wezîfe û berpirsyarî dikeve ser milê wan, divê vê fêm bikin û pratîk bikin. Divê pêşengiyê ji vê re bikin. Ev wezîfeya her kesê ye. Bi taybetî jî wezîfeya jin û ciwanan e.
Li ser vî bingehî divê civakê bixin nava liv û tevgerê. Wê demê ev têkoşîna ku gelê Kurd bi kedên mezin, berdêl û êşan pêş xistî, dê bigihije armanca xwe. Li Tirkiyeyê demokratîkbûn wê pêş bikeve. Li Rojhilata Navîn wê demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêş bikeve. Pêşketina demokratîkbûna Rojhilata Navîn, wê bandoreke mezin li cîhanê bike. Ji ber ku Rojhilata Navîn bingehê jiyanê ye, ciheke ku hemû destpêk lê pêş ketine. Cîhan li ser Rojhilata Navîn şêwe girtiye. Her geşedana li Rojhilata Navîn, bandorê li hemû mirovahiyê dike. Îro gelê Kurd di dilê Rojhilata Navîn de ye, di navenda wê de ye. Diyarkariya gelê Kurd derketiye holê. Hatiye wê astê ku qedera her kesê diyar dike. Rêber Apo ev yek afirandiye.
PÊNGAVA AZADIYÊ YA KÛREYÎ DIVÊ LI HER QADÊ WERE MEZINKIRIN
Rêber Apo ji bo siberoja mirovahiyê bigihije sîstemeke azad û demokratîk, di nava hewldanê de ye. Bi serê xwe hewldaneke mezin e, hewldaneke dîrokî ye, manîfestoyek e. Divê her kes xwedî li vê yekê derkeve û wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Bang li ser vê bingehê ye. Ji bo ku Rêber Apo vê yekê bi cih bîne jî, pêngava azadiyê ya kûreyî hate destpêkirin. Ev pêngav divê li her derê were mezinkirin. Divê bi hemû dostan re, ev were mezinkirin. Divê Rêber Apo ji sîstema Îmraliyê bê derxistin. Divê ew sîstem were tasfiyekirin. Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û bikare di nava şert û mercên azad de bixebite. Armanc ev e. Divê her kes giranî û bala xwe bide vê armancê, wezîfe û berpirsyariyên xwe jî bi cih bîne.
Li ser vê bingehê em Cejna Newrozê û Cejna Remezanê ku nêz dibin, li hemû gel û mirovahiyê pîroz dikin, serketinê dixwazin.