Çewlig ku yek ji bajarê herî dûr û îzole yê Bakurê Kurdistanê ye, ji ber çiyayên li derdora xwe li erdnigariyeke pixût e. Ev rewşa pixûtiyê, bi awayekî cidî li pêşiya pêşketina aborî û hevbandoriya çandî ya bajêr astengî ne. Li vî bajarî derfetên hilberînê gelekî kêm in û rêjeya bêkarî û koçberiyê gelekî bilind e.
Li Çewligê çanda nerxwedana Kurdistanî xurt û resen e; weke yek ji bajarê ku mazûvaniya welatparêzên Bakurê Kurdistanê re mazûvaniyê dike, derdikeve pêş. Bajarê Çewlig ku şahidiya pêvajoya damezrandina PKK’ê û salên wê yên destpêkê kiriye, bi dehan nirxên hêja li Tevgera Azadiya Kurd zêde kirine û wisa jî tê naskirin.
Ev bajarê ku lê kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên weke Mehmet Karasûngûr û Mehmet Hayrî Dûrmûş mezin bûne, tam jî ji ber vê daneheva xwe ya dîrokî di armanca polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk de ye.
Em dikarin tabloya ku ji aliyê tiryak, fûhûş, çetebûn û sîxurtîkirinê ve hatiye afirandin li gel daneyên şênber û çavkaniyên herêmî nîşan bidin.
ANATOMIYA PÎSATIYA KU DI BIN KONTROLA DEWLETÊ DE MEZIN DIBE
Pirsgirêka tiryakê ya li Çewligê, weke gelek pirsgirêkên din ên li bajêr hem weke sedem hem jî weke encam derdikeve pêşiya me. Tê diyarkirin ku bi taybetî di deh salên dawîn de temenê bikaranîna tiryakê gelekî daketiye û bikaranîn jî di nava hemû derdorên civakî de belav bûye.
Li Kurdistanê tu tişt xwe bi xwe pêk nayê. Gelekî zêdebûna bikaranîna tiryakê ya di van salên dawiyê de, torên fûhûşê yên li mekanên cuda û li pişt statuyan tê birêvebirin û kiryarên sîxurtîkirinê perçeyên polîtîkayên demdirêj in ku dewlet bi armanca ku ciwanan ji rê derxîne bi awayekî sîstematîk bi rê ve dibe. Rastiyên li qadê jî weke vê rewşê ne.
MALBATÊN WELATPARÊZ DI HEDEFÊ DE NE
Ciwanê ku dielime tiryakê, bes ne fîzîkî di heman demê de bi awayekî siyasî jî bêbandor dibe. Ciwantiyeke ku hatiye jinavbirin, bi dest û zimanê xwe vediguhere faileke ku rewabûna pergalê diafirîne.
Weke li bajarên din li Çewligê jî di armanca van polîtîkayan de; malbatên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bedêl dane, malbatên di qadên siyasî de xebat bi rê ve birine û hê jî çalak in hene. Pêkanîna vê yekê ya li bajarekî weke Çewligê, balê dikişîne ser girîngiya têkoşîna ku ji aliyê malbat û rêxistinên xwecihî ve têne birêvebirin.
XWEKUŞTIN: DI HEMÛ BINEMALAN DE MIRIYEK HEYE
Yek ji rastiya ku Çewligê ji bajarên din ên Bakurê Kurdistanê cuda dike, bûyerên xwekuştinê ne ku ev nîv sedsal e berdewam dikin. Êdî ev rewş bes bi bûyerên takekesî re sînordar nîne, di nava hemû malbatan de xwe nîşan dide û veguheriye meseleyeke civakî.
Bi awayê asayî tê texmînkirin ku zarokek di serdema lîseyê de bi têgeha ‘’xwekuştinê’’ re rû bi rû bimîne, li Çewligê ev têgeh heya temenê dibistanê daketiye, zarok di navbera xwe de derbarê vê mijarê de diaxivin û hema bibêjin di nava hemû binemalan de bûyereke xwekuştinê heye.
RÊJEYA XWEKUŞTINÊ YA HER KU DIÇE BILIND DIBE
Di navbera salên 2000 û 2023’yan de li bajêr hejmara xwe kuştinê ji 22’yan bilind bûye 58’an. Tê dîtin ku di nava 24 salan de 2,6 qatan zêde bûye. Dema ku em li temenê bûyerên xwekuştinê dinêrin jî em dibînin ku herê zêde kesên di temenên navbera 15-19’an de dawiyê li jiyana xwe tînin.
FÛHÛŞ Û ÇETEBÛN: XUYA NAKIN LÊ BELÊ TÊN HÎSKIRIN
Li Çewligê fûhûş ne weke ya li Amed û Rihayê ye ku di nava kolanan de tê xuyakirin, bi awayekî veşartîtir tê kirin ji ber vê yekê jî tespîtkirina wê hinekî zehmettir e. Li vî bajarê ku rêjeya karkirina jinan kêm e, torên ku ku di bin navê hin kafe, salonên masajê û ‘’xizmeta li malê’’ tên birêvebirin weke mekanîzmayên fûhûşê tên xebitandin.
Li vir avaniyeke wisa heye ku torên fûhûşê û kiryarên sîxurtîkirinê ketina nava hevdu. Jinên ku berê wan dane tiryakê yan jî aliyê aborî ve hatine mexdûrkirin, ji aliyê aktorên girêdayî yekîneyên dewletê ve hem bi darê zorê kirina fûhûşê li wan tê ferzkirin hem jî ev pêvajo vediguhere amûreke şantaj û sîxurtîkirinê.
ÇETEBÛNA VEŞARTÎ
Li Çewligê avabûna çeteyan bi qasî bajarên din eşkere û were belgekirin nîne ku sedema vê yekê jî ew e ku bajêr biçûk e. Lê belê ev rewşa ‘’veşartîbûnê’’ nayê wê wateyê ku tune ye. Berovajî wê nîşan dide ku kiryarên çetebûnê yên li bajêr veşartîtir e û di bin dîmenên siyasî de xwe pêş xistiye.
POLÎTÎKAYA TAYBET A DEWLETÊ YA LI ÇEWLIGÊ: FERZKIRINA SÎXURTIYÊ
Ferzkirina sîxurtiyê ya li Çewligê, li gorî ya li bajarên din li hemberî hedefên siyasî yên zûtir û bilindtir tê sepandin. Sedema vê yekê bi awayekî rasterast têkildarî taybetmendiya dîrokî ya bajêr e. Çewlig, li gel avabûna PKK’ê û birêxistinbûna wê ya zû di nava têkiliyeke dîrokî ya kûr de ye.
Li Çewligê du çavkaniyên ku kiryarên ferzkirina sîxurtiyê jê hêzê digirin hene. Ya yekem, ciwanên bêkar in. ya duyem jî kesên nêzîkî Tevgera Azadiya Kurd yan jî ji malbatên ku xizmên wan ên nêz di nava vê tevgerê de cih digirin. Berê van kesan didin tiryakê yan jî bi rêyên weke şantajên zayendî zext li van kesan tê kirin û bi takekesî ji nav diçin hem jî bi armanca berhevkirina agahiyan tên bikaranîn.
SEDEMA SEREKE YA BÛYERÊN XWEKUŞTINÊ
Têkildarî sedemên bûyerên xwekuştinê yên li bajêr gelek nêrîn hene. Kesên ku vê yekê di çarçoveya çarenûs, rastiya psîkocivakî, xamatî, xizanî, hesta valahiyê û atmosfera ku bi bandora pêvajoyên siyasî ava bûye de dinirxînin, hene.
Bêguman her çend beşeke van faktoran bandorê bikin jî çaresernekirina van yekan yan jî afirandina van sedemam bi temamî tercîheke siyasî ye.
ÇIMA ÇEWLIG?
Di gel ku li seranserê Tirkiyeyê di navbera salên 2001-2022’yan de rêjeya xwekuştinê 2,25 qatan zêde bûye jî li 23 bajarên Bakurê Kurdistanê ez zêdebûn di navbera salên 2000-2023’yan de gihiştiye 1,99 qatan.
Li vir pirseke krîtîk derdikeve holê: ‘’Çima Çewlig?’’ Ev pirs bes bi faktorên erdnigarî nayê bersivandin. Çewlig weke yek ji rehên dîrokî yên Tevgera Azadiya Kurd tê zanîn.
Dewlet, bi armanca lawazkirina bandora vê dîrokî û pêşîlêgirtina hilberandina ji nû ve sttatejiyeke piralî ya xwekuştin, tiryak, fûhûş û ferzkirina sîxurtiyê digire nava xwe bi rê ve dibe.
DEWLET BÊDENG DIMÎNE
Tevî ku bi dehan caran derbarê Çewligê de nûçe hatin çêkirin û hin pêngavên siyasî hatin avêtin jî guh nedan tu ji wan ku ev yek bes ne encama xemsariyeke burokratîk e. Ev, polîtîkayeke bêdengkirinê ya bi zanebûnî ye. Dewlet dizane ku li Çewligê çi diqewime lê belê bêdeng dimîne.
RÊYA ÇARESERIYÊ
Çareseriya kesên li Çewligê dijîn ew e ku têkiliya dîrokî ya vî bajarî ji nû ve were avakirin. Tecrûbeya serdema 2013-2015’an vê yekê bi awayekî eşkere nîşan dide. Tê zanîn ku di wê serdemê de ku hêviya siyasî zindî bû, ciwantî bi tevgera Kurd re bûbû yek, bikaranîna tiryakê kêm bûbû. Hem li Çewligê hem jî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet deşîfre bûbûn û li gel têkoşîna tevgera Kurd hatibûn kêmkirin.
Divê tiryak bes ne weke meseleyeke madeyê di heman demê de divê weke rastiyeke têkildarî dînamîkên civakî, aborî û siyasî were nirxandin û divê were fêmkirin ku nêzîkatiyeke piralî hewce dike.
Sibe: Împaratoriya tiryakê ya çeteyên dewletê-IV

