Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan serdana partiyên siyasî dikin, bi Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan re civiyan.
Di civîna ku li Navenda Giştî ya DEM Partiyê pêk hat de ji şandeya Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun beşdar bûn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî bi Dayikên Aştiyê re bûn.
Piştî hevdîtina ku bi qasî saetekê dom kir, Dayikên Aştiyê laçika spî diyarî Bakirhan kirin.

