Li gorî agahiyên di medya Başûr de belav bûne, wê îro serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biçe Tirkiyeyê.
Tê gotin wê Mesrûr ewil bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, piştre bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û piştî wê jî bi Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar re bicive.
Derbarê sedema serdana Mesrûr Barzanî de agahî nehatin belavkirin.

