Sêşem, 4 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haniy Karasû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Di Tîrmehê de 12 rojnamevan hatin binçavkirin, hîn jî 27 girtî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya DEM Partiyê bi rojeva ‘Qanûna Çarçoveyê’ dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna derheqê Şaredariya Menderesê de: Şaredar Îlkay Çîçek hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pêkhateyên DEM Partiyê piştgiriyê didin pêvajoyê
Rojane

Pêkhateyên DEM Partiyê piştgiriyê didin pêvajoyê

Pêkhateyên DEM Partiyê piştî civîna têkildarî banga Rêber Apo, civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê. 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û nûnerên pêkhateyên DEM Partiyê piştî civîna xwe, civîneke çapemenyê li dar xistin.

Civîn li Navenda Giştî a DEM Partiyê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got: ‘’Me dubara bi hev re banga Birêz Abdullah Ocalan ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ nirxand.’’

Tulay Hatîmogûllari ev yek anîn ziman: ‘’Em bi berfirehî li ser berpirsiyariyên vê pêvajoyê sekinîn. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê pêvajoyê dê hemû pirsgirêkên civakê werin çareserkirin. Weke ku Birêz Ocalan jî anî ziman bi vê bangê hem dê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin hem jî dê ji bo welatiyên li Tirkiyeyê deriyên jiyaneke demokratîk û xwe dispêre rêgezên hiqûqî vebe. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi vê bangê Komareke Demokratîk were avakirin.  Me di cîvîna xwe de ev yek dubare bi berfirehî nirxandin.’’

PARTIYA ÇEPGIRÊN KESK: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEVDÎTINÊN AŞITIYÊ

Hevberdevka Partiya Çepgirên Kesk Dîdem Goçer diyar kir ku ew piştgiriyê didin hevdîtinên aşitiyê û got: ‘’Tovên aşitiyê ketine axê; bişkîvîn û şînbûna wan girêdayî me ye. Dibe ku ev tov ji Rojhilata Navîn re bibin hêvî û dê hemû cîhanê ronî bikin. Werin em bi hev re aşitiyê pêk bînin.’’

ESP: DIVÊ ÇÎNA KARKERAN RASTERAST BIBE PERÇEYEKÎ PÊVAJOYÊ

Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Mûrat Çepnî jî diyar kir ku pêvajoyeke girîng pêş dikeve û got: ‘’Destkeftiyên demokratîk bi têkoşînê tên bidesxistin û di vê pêvajoyê de di perspektîfa Birêz Ocalan de jî tiştên ku divê di têkoşîna adilane, birûmet û aşitiyê werin kirin hene. Beriya her tiştî divê êrîşên li ser hêzên demokratîk û azadîxwaz tavilê werin sekinandin. Divê tavilê êrîşên li ser Kobanê û dibin sedema kuştina zarokan werin sekinandin. Em ji vir bang li çîna karkarên li Tirkiyeyê dikin; perçe û muxabatên sereke yên vê pirsgirêkê çîna karkerên li Tirkiyeyê ye. Divê çîna karkerên li Tirkiyeyê rasterast bibe perçeyekî vê pêvajoyê û bibin pêşengên pêvajoya aşitiya adilane û birûmet. Têkoşîna aşitî, demokrasî û azadiyê nesekiniye, nasekine û nikarin bidin sekinandin jî. Em bang li her kesî dikin ku ji bo mezinkirina têkoşînê li ber xwe bidin.’’

SODAP: NABE KU HEMÛ BAR LI SER MILÊN GELÊ KURD BE

Berdevka SODAP’ê Kezban Konûkçû diyar kir ku ew jî piştgiriyê didin pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk û ev yek anîn ziman: ‘’Nabe ku barê çareseriya pirsgirêka Kurd a sed salî bi tenê li ser milên gelê Kurd be. Pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din bi hev ve girêdayî ne. Ji bo avakirina civaka demokratîk em hemû bi hev re têbikoşin û hêzê bidin vê pêvajoyê.’’

SYKP: EM Ê ERKA XWE BI CIH BÎNIN

Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Tîtîz got: ‘’Em jî weke sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyî,  ji bo mayîndebûna aşitiyê û pêkhatina wê û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, em ê erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.’’

PARTIYA ŞOREŞGER: EM Ê DI NAVA VÎ ŞERÎ DE BIN

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn diyar kir ku hemû geşedanên ku dê piştî banga Rêber Apo rû bidin, dê weke pêngavên yekem bin û û got: ‘’Em di wê baweriyê de ne ji bo gelan geşedanên erênî rû bidin. Em weke pêkhateyên DEM Partiyê, em ê di nava vî têkoşîn û şerî de bin. Cihgirtina me ya di nava pêvajoyê de, ji bo azadiya hemû gelan gelekî girîng e.’’

DBP: DIVÊ BANG BI TENÊ NEYÊ HIŞTIN

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku divê li pêvajoyê xwedî bê derketin û ev yek anîn ziman: ‘’Di vê bangê de banga avakirina Tirkiyeya demokratîk a bi hev re heye. ji ber vê yekê divê ev bang bi tenê neyê hiştin. Divê demildest ji bo Birêz Ocalan mafê hêviyê were naskirin.  Çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng e û divê her kes erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne. Em weke DEM Partî û pêkhateyên wê amade ne ku hemû berpirsiyariyên vê pêvajoyê bi cih bînin û bang li her kesî dikin ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin.’’
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şehîdên Berxbotanê hatin veşartin
Nûçeya Pişt re Li Mexmûrê agirê Newrozê geş bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeda Demokrasiyê di roja 4’emîn de ye

'Nobeda Demokrasiyê' ya ku Partiya Gel a Komarê (CHP) piştî girtina Şaredarê Esenyûrtê da destpêkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ’ê Kawa Şengalî

Ji bo fermandarê YBŞ'ê Emîn Kartal bi nasnav Kawa Şengalî li Hezexê taziye hate danîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin

Dûran Kalkan anî ziman ku divê ew li dema bihurî asê nemînin, ya nû bibînin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Haniy Karasû hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG: Di Tîrmehê de 12 rojnamevan hatin binçavkirin, hîn jî 27 girtî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?