Forûmî Nêwneteweyî Sebaret be Da’eş le ‘Amûdê (2)
Sîvan Se’îd: Eger muxteser bîlêmewe dîsan hewt beşeke: beşî siyasî, beşî yasayî, beşî civakî, beşî abûrî yanî tesîrî Da’eş le ser em beşane, em nahye û buwarane. Bo nimûne le beşî siyasî da aya ewe çi karîgerîyekî le ser meseley siyaset û le ser border, le ser meseley hudûd ke meseleyeke sed sale xelik pêyewe eçarê be narehetî. Qise kirdin le ser ewane çend panêlêkî baş hebû, qisekirdin le ser ewey tesîrî siyaset.
Qazî: Panêlîstekan kê bûn lew baranewe.
Sîvan Se’îd: Meselen yekêk lewane Michael Rubin be şêweyekî zor balkêş qisey le ser ewe kird ke, Rubin nûser û bahîsêke le enîstîtûy Emrîkî le Waşintin dexebitê. Pêştir le wezarretî karubarî derewey Emrîka karî kirdûwe. Yekêk lewaney ke qisey le ser cîdîyetî meseley siyasî kird serok wezîranî pêşûy îtalya bû be rêgay skaypewe beşdar bû.
Qazî: Diyare ewe heman kese ew demî ke berêz Ocalan gîra, serokwezîr bû le îtalya Masimo Dalema.
Sîvan Se’îd: Raste Masimo Dalema bû û Bernard Kouchnerîş le rêgay skaypewe qisey kird û her yek le layenî ciyawaz ciyawazewe qiseyan kird, le ser meseley huqûqî Dr. Salih Nîkbext le Taranewe hatbû ke hawilatîyekî Seqzîye le Rojhelatî Kurdistan le dayk bûwe û be zimanî Farsî babetekey xoy pêşkêş kird, qise leser ewe bû ke ta çend le lihazî qanûnîyewe dekrê le ser ew xake be hem ahengî legel Lahay, ew mehkemey nêw dewletî Lahay, ke lewê da ew facî’eye rûy dawe, lewêda mehkemeyekî ‘adil ke qewanîn û destûr û hîsabî nêwdewletî leberçaw bigrêt lewêda dabindirêt bo ew têrorîstaney ke êsta gîrawin le jêr destî Qesede dan.
Qazî: Zor başe belam yek mesele heye ke hemîşe ewe dûbare debêtewe le pêwendî legel Kurd da. Tenanet le pêwendî legel ew cênosaydey ke le Iraq û le Helebce le Başûrî Kurdistan kira, egerçî le zor cêgayan be cênosayd nasêndirawe belam hetakû êsta ewe le Lahe basî nekrawe sebebîş eweye ke dîsan be pêy qanûnî nêwneteweyî bo ewey babetêk lew mehkemey sizay nêwdewletî le Lahe bête gorê debê dewletêk ewe pêşniyar bika. Emin lew çawpêkewtiney da ke êwe hetan bû legel têlêvîzyonî Rûnahî gwêm le qisekanî berêz Salih Nîkbext bû, belam aya lew konfiranse da hîç cuwabêk bo ewe dirawe yanî çon dekrê dezgayekî nasrawî huqûqî nawneteweyî le katêk da ke ew teheda û ew zulm û zor û ew weserperîney qanûnî ke be nîsbet beşerîyet kirawe, lew cuxrafyaye taybetîye da, çon dekrê dewletêk ew meseleye terih ka?
Sîvan Se’îd: Belê ca qise kirdin le ser ewe eme bû ke ewe be şêweyekî qanûnî dekrê. Pêwîste dewletekan îqna bikrên bewey ke eme rastîyeke lewêda rûy dawe pêwîste ew dewletane bêne deng le ast şitêk da ke le zimanî ewan da pêy ewitrê humanitarian intervention yanî tedaxulî qanûnî însanî, tedaxulêkî însanî bê ke ew dewletaney mafyan heye lew meselane da helwêst nîşan biden.
Qazî: Çunke êsta hêndêk made heye le qanûnî nêwneteweyî da paş çend cênosaydî ke kirawe derfetî mudaxele deda.
Sîvan Se’îd: Zoryan tîşkyan dexiste ser ewe ke berastî min zorî lê nazanim yanî bilêm çiyan gut bîzebt lewe deçê baş netuwanim belam lewe dilniyam lew babetane qise leser ewe kira û duwayî lew recommendation û pêşniyar, û tewsîyat û raspardekan da yekêk le qisekan eweye ke dawa bikrê le komelgey nêwneteweyî, le wilatekan ke ew mewzû’e be cîdî bigrin û hewlêk biden bo hawkarîkirdin le durustkirdinî ew mehkemeye da û geyandinî ew keyse be ‘edalet. Ewe lew barewe. Le barî tirewe ke qise ekrê meselen le hemûy girîngtir meseley aydêolojîke. Aya Da’eş eger be fîzîkî le Baxoz le mangî sêy 2019 da be hîsab tewaw bûwe, ye’nî ewe tewaw bûwe yan na? Yan fikrî tundirewî le mexzî xelkêkî zor da heye, le mexzî xelkî ew wilate da heye û ew rîşaney ke fikrî tundirewîn, hêzî tund û tîjîn ke wekû xorakêk dedrên be mêşkî xelik, be piraktîkî xelik çon ewe rîşekêş bikrê, çon ew serçawane wişk bikrê, qisekirdin bû le ser ewe, çendîn pêşniyar le ser ewe hebû min beşî xom babetekey ke pêşkeşim kird ewe bû. Qise bû le ser ewey ke
Qazî: Dekrê kurteyek le ser ew babetey xot pêşkêşit kird bas bikey?
Sîvan Se’îd: Belê her be kurtî her be deqîqeyek, dû deqîqe etuwanim bilêm qiseke leser eweye ke em fikre mêjûyekî dûr û dirêjî heye. Îslam wekû ‘amîlêkî musa’îd hawkarî heye le pêşwebirdnî ewe da çunke hêndêk le têkiste dînîyekan dekrêt îstîfadeyan lê bikrêt bo berhemhênanî tund û tîjî belam îslam hemû gunaheke nîye belkû gunahî tir heye lewê da yekêk lewane dewletekanin ke bo qazancî xoyan renge hendê car beşdar bin le dirêje pêdanî şer û ceng û sîra’ lew nawe da û beşêkî tirîşî feqîrî u tênegeyiştin û cehle. Qiseyek heye ke elê hejarî şorişekan berpa naka belkû huşyarî hejarekane ke şoriş berpa ekat. Qise kirdin le ser ewey ke aya lewêda education çon bûwe meselen enfalêk kirawe lewêda, enfalî fîzîkî nebûwe belkû enfalêkî tir bûwe ke le enfalî Başûr xiraptir bûwe le layen dewletî Be’sewe ke kirawe. Le 1962wewe le pêş Be’sîşewe ke kirawe. Meselen le naw şarî Qamişlo ke şarêke mîlyonêk ziyatir xelkî lê ejî memnû’ bûwe yek dar birwêndirêt. Ye’nî memnû’ bûwe komelêk m’amele û çalakî ciyawaz bikrê ke ew xelke beder lewey ke komelêk xelkî zor le Rojaway Kurdistan da, tenê bo çaw le dest bûnî ew xelke, bo azar danî ew xelke, bo hîsab nekirdinî ew xelkeye, be lanî zorewe hîsabyan kirdûn be mektûm, wişey mektûm be ‘Erebî eger bêjm yanî nebînraw.
Qazî: Mebestit ew beşe le Kurdekane ke hîç belge û pênaseyan nebûwe.
Sîvan Se’îd: Belgeyan nebûwe, nexoş bikewê natuwanê biçê bo xestexane, yanî îşeke dûrudirêjtire lewey ke heye ke emro hatûwe leber ewe fikrî tundu tîjîş dirêjtir hatûwe û êstaş be taybetî ême ezanîn fikrî Ixwan elmuslîmîn le Sûriya da ke Sûriya zorîney sunneye destêkî balay hebû le heştakan da le Hemma şorişêk be hîsabî xoyan kirawe ke şorişêk ke bûwe hoy qetlî ‘amêkî gewre. Yanî meseley fikrî tund û tîjî dirêje û helekeşî tenya bewe nakrê ke ême be rûkeşî bilêyn erê ewe Da’eş tewaw bû îtir tewaw, belkû yek pirosey dirêjî education lazime ke ewe hewlî pêwîste.
Dirêjey heye…