Pêncşem, 16 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinan li Meclisê got: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 15’emîn a komîsyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên ciwanan pêşniyarên xwe yên ‘çareseriyê’ pêşkêşî komîsyonê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa endamên KESK’ê gihîşt Edeneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna komîsyonê: Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata ‘Têkoşîna ji bo Kurdî’ de girîngiya ‘statuya fermî’ ya Kurdî hate destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din xwîn çû ser mejiyê Huseyîn Aykol

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Ne faşîzm, lê têkoşîna aştiyê ya jinan wê bi ser bikeve”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên nedîtbar: Rûyên bêdeng ên şoreşa li Hindistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Yekta şehîd bû
Kurdistan

Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Yekta şehîd bû

HPG’ê nasnameya gerîlayekî eşkere kir ku ji ber nexweşiyê şehîd bû û got, "Ew ê bi dilsoziya xwe ya bi jiyana azad re, ji bo me hemûyan bibe rênîşana jiyanê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd, ev daxuyanî da:

“Hevrêyê me Mazlûm Yekta berê ji ber nexweşiyekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tedawî didît, roja 15’ê Sibatê car din bi giranî nexweş bû. Tevî hemû mudaxileyan jî, hevrêyê me şehîd bû.

Hevrêyê me Mazlûm ji dema tevlî nava refên gerîla bûyî û heta şehadetê, her tim bû xwedî têkoşîneke li ser xeta fedayîtiyê. Bi dilsoziya xwe ya ji bo nirxên azadiyê û kesayeta xwe ya fedakar bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me pirsgirêkên tenduristiyê yên girîng, ti carî li pêşiya xwe asteng nedît; bi tevlîbûna xwe ya bi moralê bilind, bi coş û kelecan wezîfeyên xwe yên demê bê kêmahî bi cih anîn. Weke zarokek wêrek ê gelê me yê Efrînê çand, exlaq û terbiyeya ku ji malbat û derdora xwe girtî, bi pîvanên jiyana Apoyî re kir yek û bû milîtanekî fedayî. Li her qada têkoşînê, bi hevrêtiya xwe ya samîmî û dirûst derket pêş. Şehadeta zû ya hevrêyê me Mazlûm em xistin nava xemgîniyeke kûr. Ew ê bi dilsoziya xwe ya bi jiyana azad re, ji bo me hemûyan bibe rênîşana jiyanê.

Li ser vê bingehê, di serî de malbata hêja ya hevrê Mazlûm em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe li Kurdistana azad bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Mazlûm Yekta bi vî rengî ne:

Nasnav: Mazlûm Yekta
Nav û Paşnav: Mihemed Şêx Hemedî
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik – Bav: Sîhem – Hamîd
Cih û Dîroka Şehadetê: 15’ê Sibata 2025’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Efrînê malûvanî ji civakbûn û çanda qedîm a bi hezaran salan a gelê me re kiriye, her tim bûye sembola Kurdîtiya azad û bi rûmet. Xelkê me yê Efrînê yê hêja tevî hemû êrîşên dagirkerî û îlhaqê ti carî ji vê sekna xwe tawîz neda, lewma bûye bajarê berxwedanê û ji hemû gelê Kurdistanê re bûye mînak. Bi hezaran lehengên ku ji nava xwe derxistî, hem ji bo Efrînê û hem jî ji bo parastin û azadkirina Kurdistanê tevkariyên bêhempa li têkoşîna xwe kiriye. Lewma xelkê me yê Efrînê di dilê hemû gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e. Bi sekna xwe ya serhildêr a ku serî li hember dijmin netewand, ev pênase heq kiriye. Xelkê me yê Efrînê herî dawî bi berxwedana xwe ya destanî ya di sala 2018’an de li dijî dagirkeriya Tirk raber kirî, ji bo hemû gelê Kurdistanê bû mînak. Li dijî sirgûn, koç, zext û komkujiyan bi serbilindî li ser piyan sekinî û hem israra xwe ya di jiyana azad de, hem jî dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re car din nîşanî herkesê daye.

Hevrêyê me Mazlûm zarokekî vê xelkê bi wêrek e. Li Cindirêsê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî girêdayî çand û xaka xwe bû, li gorî cewherê xwe mezin bû. Bi pêşketina têkoşîna me ya azadiyê re malbata wî bi xwestek û kelecaneke mezin tevlî xebatan bû, zanebûna azadiyê bi dest xist û her roja borî têkoşîna xwe mezin kir. Vê yekê di temenekê biçûk de hevrêyê me Mazlûm jî bandor kir. Hevrêyê me di temenekî zû de Apoyî nas kirin û bi guhdarkirina çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû. Lewma gerîla weke lehengên zarokatiya xwe dît û weke armanceke ku divê xwe bigihînê û pêk bîne, dît. Di vî warî de hevrêyê me bi xwe re xeyalên xwe jî mezin kir. Bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hîn zêdetir nêz bû ku vê xeyala xwe pêk bîne. Di vê pêvajoyê de ji sekna jiyanê ya milîtanên Apoyî û ji fedakariyên wan ên di şerê li dijî çete û dagirkeran de pir bandor bû. Hevrêyê me dît ku jiyan, sekin, cesaret û lehengiya gerîla ya di xeyalên wî de, heqîqetek e. Ji bo xwe bigihîne armanca xwe ya zarokatiyê, lêhêrbûnên xwe kûr kir. Her çendî ku zû berê xwe da çiyayên Kurdistanê û xwestibe tevlî nava refên gerîla bibe jî, ji ber ku temenê wî biçûk bû her carê neçar ma ku vê xwesteka xwe taloq bike. Lê belê êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker sala 2018’an li ser Efrînê dayî destpêkirin, ji bo hevrêyê me Mazlûm bû xala werçerxê. Hevrêyê me bû şahidê komkujî û êrîşên dermirovî yên ku dewleta Tirk li dijî gelê me pêk anî. Lewma li dijî dewleta Tirk bû xwedî hêrseke tolhildanê ya mezin. Hevrêyê me Mazlûm dizanî ku divê hêrsa xwe rêxistin bike, tevlî têkoşînê bike û di ferqê de bû ku ev yek jî encex bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Li ser vî bingehî sala 2019’an hevrê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Mazlûm ji kêliya destpêkê ve dît ku tiştên têkildarî hevrêtî û jiyana gerîla bihîstine, heqîqet e. Bi samîmiyet û sadetiyeke zarokane, tevlî jiyanê bû. Hevrêyê me bi saya dilê xwe yê paqij, di nava demek kurt de hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Tarzê tevlîbûna fedayî ya ku cewherê partiya me PKK’ê ye, esas girt. Hevrêyê me fikirî ku xwe bi temamî fedayê têkoşîna jiyana azad bike û bi vî rengî zincîrên qirkirinê yên li dijî gelê me, bişikîne. Di ferqê de bû ku ev yek encex bi xwe gihandina cewherê PKK’ê pêkan e. Hevrêyê me di vî warî de bi xwestekek mezin, coş û kelecan tevlî perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bû. Di nava demek kurt de bû gerîlayek azad. Bi taybetî li dijî êrîşên dijmin ên li hemberî gel û Tevgera me, hêrsa tolhildanê ya hevrê Mazlûm hîn zêdetir kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me xwest demildest beşdarî xebatên pratîkî bibe. Bi kesayeta xwe ya xebatkar, dirûst û fedakar bawerî da hevrêyên xwe.

Hevrêyê me Mazlûm piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, xwesteka xwe ya ji bo tevlîbûna xebatên pratîkî pêk anî. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand. Hevrêyê me li dijî zêdebûna êrîşên dijmin, tevlîbûna xwe timî lêpirsîn kir û bawer kir ku divê teqez bibe xwedî sekneke ji van êrîşan re bibe bersiv. Hevrêyê me li ser vê bingehê xwe di taktîkên şerê gerîla yên dema nû de pêş xist û tiştên fêr bûyî bi rengekî serketî xiste nava pratîkê. Ji sala 2021’an û şûnde tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên çêbûne jî, hevrêyê me kêliyekî jî nexwest ji xebatên pratîkî qut bibe. Bi vê sekna xwe rêz û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Tevî vê yekê jî hevrêyê me bi sîstematîk tedawî dît. Dilê wî her tim li cem hevrêyên wî yên ku di tunelên berxwedanê de li dijî dagirkeran şer dikin, bû. Hevrê Mazlûm tedawiya xwe ya demdirêj temam kir û ji bo di pêvajoya şer de cih bigire, bi israr car din derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me fikirî ku divê teqez tecrîda giran û sîstematîk a li dijî Rêbertiya me, bişikîne. Di vî warî de hem ji bo fêmkirina Rêbertî hem jî ji bo felsefeya wî bixe pratîkê, ket nava lêhêrbûnên girîng. Hevrêyê me ji dema gihiştî nava refên gerîla û şûn de, armanc dikir ku tarzê tevlîbûna fedayî bi dest bixe. Lêhêrbûn û lêgerînên xwe yên di vî warî de, xwest weke pêdiviya dilsoziya bi Şehîd Sara û Şehîd Rûken re yên ku sala 2022’yan li Mêrsînê çalakiya fedayî kirin û bi Şehîd Erdal û Şehîd Rojhat re yên ku sala 2023’yan li Enqereyê çalakiya fedayî kirin, bixe pratîkê. Hevrêyê me fikirî ku vê yekê encex di bin bunyeya Hêzên Taybet de eger beşdarî xebatan bibe, dikare pêk bîne. Li ser vî bingehî derbasî van xebatan bû. Hevrêyê bi perwerdeyên dîtî re, di tarzê jiyana fedayî de pêş ket. Xwe bi temamî fedayî têkoşînê kir. Berê hevrêyê me her tim li qadên ku şer lê zêde bû, bi israr xwest derbasî van qadan bibe û bi hevrêyên xwe re mil bi mil şer bike. Hevrêyê me Mazlûm piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, dest bi xebatên pratîk kir û bi fedakariya xwe ya di xebatan de derket pêş. Di sala 2024’an de pirsgirêkên wî yên tenduristiyê car din derketin holê, lewma car din dest bi pêvajoya tedawiyê kir.

Tevgera me hemû derfetên xwe seferber kir û pêdiviya tedawiyê ya hevrê Mazlûm pêşwazî kir. Di vê pêvajoya demdirêj de lêhêrbûnên xwe yên ji bo fedayîtiyê, domand. Hevrêyê me ji berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û ji berxwedana hevrêyên xwe yên li tunelên berxwedanê, moralekî mezin girt. Tevî ku nexweşiya wî giran bû, her tim hêviya xwe zindî hişt. Hevrêyê me kêliyekê jî ji xwesteka xwe ya ji bo azadiyê tawîz neda. Bi sekna xwe ya di pêvajoya tedawiyê de û dirûstiya xwe ya di peywendiyên hevrêtiyê de, hemû hevrêyên xwe bandor kir. Roja 15’ê Sibatê nexweşiya hevrê Mazlûm giran bû û tevî hemû mudaxileyan, tevlî karwanê şehîdan bû. Şehadeta wî ya zû, em gelek xemgîn kirin. Em soz dikin ku armanc û xeyalên hevrê Mazlûm bikin hinceta xwe ya têkoşînê û bîranîna wî li Kurdistana azad bidin jiyîn.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêlîn Umît: Desthilatdarî bi rastî jî demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze?
Nûçeya Pişt re Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 2’yemîn di 23-27’ê Nîsanê de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şehbayê salvegera dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin

Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê bi tevlîbûna bi hezaran koçberan û şêniyên Şehbayê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûriyeyê bi hezaran kes bi tirsa komkujiyê ber bi Lubnanê re reviyan

Bi hezaran welatiyên perava Sûriyeyê ji tirsa komkujiyan ber bi bakurê Lubnanê ve reviyan. Li…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora YE’yê: Li Tirkiyeyê zext dewam dikin, Kurd dibin hedef

Yekîtiya Ewropayê di rapora Tirkiyeyê de nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da. Her wiha ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?