Sêşem, 7 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşa li Çiyayê Gulanê: Xeta înternetê qut bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê 77’emîn Rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê hiqûqa Amed, Mahabad, Hewlêr û Kobanê bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agirî serdegirtina malan: 21 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Serkonsolosxaneya Îsraîlê şer qewimî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    4’ê Nîsanê sembola azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dilxwaziya serketinê ya şehîdan rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heybet Helbûsî: Hilbijartina serokomar bi tu awayî nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê welatiyek ji çiya ket xwarê, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî mala Hisên Yezdan Pena hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encûmena Amêdiyê xwest rêya ku artêşa Tirk girtiye were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê komxebata perwerdeya bi zimanê zikmakî
Kurdistan

Li Amedê komxebata perwerdeya bi zimanê zikmakî

Şaxên Egîtîm Sen ên Amedê komxebata “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” lidar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi sernavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek lidar xist. Zimanzan, akademisyen, rewşenbîr û akademîsyenên biyanî jî di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî komxebatê bûn. Destpêkê li ser navê Şaxên Egîtîm Senê Farûk Ercan têkildarî komxebatê metna nivîskî xwend.

Piştre Endamê Komîsyona Zimanê Kurdî yê Baroya Amedê Muslum Dalar bi sernavê “Di hiqûqa Tirkiyeyê de Pirsgirêka Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî” û endamê Komîsyona Ziman ê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Hezar bi sernavê “Di hiqûqa navnetewî û Metnên wê de Palpiştên Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî” û Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê parêzer Cemîle Tûrhalli jî bi sernavê “Di Serdema Nêz a Tirkiyeyê de Nîqaşên Di Qada Polîtîk û Zagonî yên li ser Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî” di moderatoriya Salîha Zorlû de axivîn.

Parêzer Mûslum Dalar ê ewilî axivî, diyar kir ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî di dema Osmaniyan de destpê kirine û heta îro ev zext bi netew dewletan zêde bûye û wiha got: “Bi qanûnan zimanê Kurdî hatiye qedexekirin. Di peymana Amasya ya Osmaniyan de behsa Mîrên Kurd û Osmaniyan hatiye kirin. Heta wê demê zimanê kurdî di medreseyên kurdî de wek zimanê perwerdehî û zanistê dihat dîtin. Bi serhildana Fransayê re fikrên neteweyî derketin holê. Bi damezrandina Komarê, bi qanûna 1924an re dest bi qedexeyan hate kirin. Bi biryara Takrîr-i Sûkunê, Biryara Şarkê re zextên li ser Kurdan didomin û ji bo kontrolkirina herêma Kurdistanê û qebûl nekirina fikrên neteweya dewletê plansazî hatin kirin. Gotinên bi kurdî hatin cezakirin. Ji bo ku karmendên kurd neyên xebitandin, polîtîkayên perwerdeyê û asîmîlasyonê hatin destpêkirin. Di qanûnên 1924 û 61’ê de hatiye diyarkirin ku tirkî zimanê fermî ye û piştî darbeya 1980’ê ev yek bi fermîbûnê nayê guhertin û da zanîn ku piştî destûra bingehîn a 1980’ê, kurdî li kolanan, di stranan de û di şadîgehan de hatiye qedexekirin.”

Muslum Dalar destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê Kurdî ji bo Kurdan kêmasiyeke mezin e û anî ziman ku başkirina zimanê Kurdî girêdayî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.

Parêzer Serhat Hezer jî bal kişand ser daxuyaniya Tirkiyeyê ya derbarê ziman û mafên kêmneteweyan de û got: “Li Tirkiyeyê mafên kêmneteweyan di çarçoveya ragihandina mafên mirovan de hene, ji ber ku di çarçoveya ragihandina mafên kêmneteweyan de mafên kêmneteweyan hene. Tirkiyeyê ji damezrandina xwe heta niha destûr û qanûnên xwe li ser nasnekirina dengên cuda ava kiriye. Rewşa li qada navneteweyî jî wiha ye. Îro pêvajoyek tê axaftin ez hêvî dikim ku Tirkiyê bi kêmanî şertên xwe yên li ser van madeyên navneteweyî rakin.”

Parêzer Cemîle Tûrhalli jî bal kişand ser pirsgirêkên netew dewletê û wiha got: “Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kesê nedikarî bibêje em kurd in em dixwazin bi kurdî biaxivin. Bi çi re rûbirû diman? Bi kuştinê gef li wan dihate xwarin. Pirs ji wan dihate kirin kurd in an tirk in? Kesên ku digotin em kurd in û têkoşîna vê meşandin hatin darvekirin. Netew dewletê pirsgirêkeke ewqas mezin ava kiriye. Dema te got ‘ez kurd im ne tirk im’ hûn dikarin bêjin li Tirkiyeyê mafê we yê jiyanê heye an dikarin bêjin dadgeh dê we bi awayekî wekhev darizîne. Ev mesele bi mafên mirovan re têkildar e. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê sê makeqanûn hatin çêkirin. Hemû jî piştî rejîmên cûntayê hatin çêkirin û makeqanûnên leşkerî ne. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kurdan gotin em di van makeqanûnan de nînin. Divê makeqanûn civakê temsil bikin. Em tirk nînin kurd in.”

Cemîle Tûrhalli bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015’an de û wiha domand: “Cara ewil di navbera van salan de li Meclîsê komîsyonek hate avakirin. Xebatên girîng meşandin. Nêzî 401 komele, zanîngeh û beşên civakî vexwendin vê komîsyonê. 37 sazî û 14 zanîngeh dibêjin divê perwerdehiya bi zimanê dayikê hebe. Hin sazî û zanîngeh jî dibêjin divê nebe. Gelek parlamenterên di nava komîsyonê de weke profesor cih digirtin. Gelek ji wan digotin heke em perwerdehiya bi zimanê dayikê nas bikin dê welat parçe bibe. Lê niha li gelek dewletan bi zimanê dayikê perwerdehî tê dayîn. Li vir nakokiyeke mezin hene.”

Cemîle Tûrhalliyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di navbera zimanan de aştiyek çêbibe û wekheviya zimanan were qebûlkirin. Di vê di vî warî de têkoşînek bê meşandin. Em vê difikirin pir zimanî û çandî teminata neteweya demokratîk e. Lê netew dewlet vê ji xwe re weke antitez dibîne. Ev helwesta li dijî civakê mixabin hêj didome. Gelek qanûn hene divê ev bên guhertin. Tişta em behs dikin ew e ku divê gelê kurd li her derê bikare zimanê xwe biaxive.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Divê girtiyên nexweş Akay û Aladag werin berdan
Nûçeya Pişt re Îran: Em ji bo peymaneke bi rûmet a bi DYE’yê re amade ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên li ser Rojava: Li Semsûr, li Enqere û Stenbolê çalakî

Êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û HTŞ’ê yên gelê Kurd hedef digirin li Semsûrê hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê

TJA'yê deklarasyona çalakiyên "Bi civaka denmokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve" eşkere…

Ji aliyê Stêrk TV

Koma nivîsandinê ya komîsyonê li hev civiya

Komîsyona Meclîsê ya têkildarî meseleya Kurd ava bû, ji bo nîqaşkirina metna çarçoveyê ya rapora…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

4’ê Nîsanê sembola azadiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dilxwaziya serketinê ya şehîdan rabû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şefîka Kandar du caran krîza dil derbas kir, lê ATK’ê got, ‘dikare li girtîgehê bimîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Heybet Helbûsî: Hilbijartina serokomar bi tu awayî nayê paşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?