Li dijî tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 35 meh in agahî jê nayê wergirtin û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Taybet tê ragirtin, şandeyek ji Ewropayê hate Stenbolê. Serdanên şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê” ku di nava wan de parlamenter jî hene berdewam dike.
Navnîşana şandeyê ya îro ya ewil Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike bû. Şandeyê piştre ligel Berdevka Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebrû Gunayê û Berdan Ozturk çû serdana Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê.
Şande ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat pêşwazîkirin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Îshak Demîrel jî di serdanê de cih girtin.
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, ji bo serdanê spasiya şandeyê kir û der barê girtîgehan û xebatên komeleyê de agahî dan şandeyê. Yolerî der barê pirsgirêkên ji ber polîtîkayên hikûmetê derdikevin holê û bandara wê li ser civakê axivî. Yolerî bal kişand bi ser girîngiya piştevaniya divan mijaran de.
Serdan piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
DI SERDANA LI DEM PARTIYÊ MIJARA SEREK TECRÎD BÛ
Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê” piştre serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê kir. Şande ji aliyê Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û rêveberên partiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Di dawiya serdana ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin de, têkildarî mijarên sereke yên hevdîtinê de agahî hatin parvekirin. Di hevdîtinê de hat hînbûn ku der barê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê, bandora neyînî li Rojhilata Navîn û Ewropayê û perspektîfên çareseriya demokratîk ên DEM Partiyê hatine vegotin.
Serdanên şandeyê yên îro bi dawî bû, wê şande sibê serdana çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li avahiya DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê bike.