Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 55’an de ye: Gundiyên Tatanê nobetê dewr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber abonetiyê derbarê du rojnamevan de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Nurî Avras û Seyfettîn Xelef ên li Tetwanê şehîd bûn, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Bayram Balci wê li Enqereyê were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê li gelek bajaran bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî: Di pêvajoyê de samîmiyet û edalet divê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêrejina Nisêbînî ‘Hêvî’ya Kurdistaniyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê kolberan qala êşkence û destdirêjiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê Çarşema Sor pîroz kir
Kurdistan

KCK’ê Çarşema Sor pîroz kir

KCK'ê bi wesîleya Cejna Çarşema Sor a gelê Êzidî peyamek weşand û bi hêviya ku cejn bibe wesîleya demokrasî, azadî, aştî, xwişk û biratiyê li gelê Êzidî û hemû Kurdan pîroz kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê de hate ragihandin ku gelê Êzidî bi gefên cidî û metirsiya qirkirinê re rû bi rû ye û hate gotin, bersiva herî xurt a li hemberî qirkirinê, rêxistiniya bi hişmendiya demokratîk e, têkoşîna di nava yekîtiyê de ye, mayindekirina modela rêveberiya xweser bi avakirina civaka demokratîk e.

Peyama KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em Cejna Çarşema Sor a sala 2025’an a mîladî ya gelê me yê Êzidî pîroz dikin. Bi navê tevgerê em cejnê li gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin ku li ser koka xwe jinûve xwe afirand, bi nirxên xwe yên çandî yên qedîm hîn bi xurtî bû yek, hebûna xwe mayinde kir û bi gavê azad paşeroja xwe ava dike. Em vê rojê di heman demê de li Kurdan hemûyan pîroz dikin ên ku vê rojê bi çanda Çarşema Serê Nîsanê pêşwazî dikin, hêvî dikin ku cejn ji bo gelên herêmê bibe wesîleya demokrasî, azadî, aştî, xwişk û biratiyê. Bila ev cejn başiyê ji gelê Êzidî, Kurdan û tevahiya mirovahiyê re bîne.

Îsal li Şengalê ji ber zexta dewleta Tirk gelê me yê Êzidî di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta Iraqê de amadekariyê ji pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor re dike. Ji ber vê yekê gelê me yê Êzidî bi gefên gelekî cidî û metirsiya qirkirinê re rû bi rû ye. Li hemberî êrîşên qirkirinê ji bo gelê Êzidî yekane rêya parastina hebûnê, misogerkirina civakîbûnê û biwatekirina hebûnê rêxistiniya bi hişmendiya demokratîk e, têkoşîna di nava  yekîtiyê de ye. Pêwîstî bi wê yekê heye ku Derwêşê Evdî û Edûleyên serdemê bêne afirandin, têkoşîn bi vî rengî were mezinkirin û Êzidî, Êzidatî bi ruhekî xurt bê parastin. Lewma bersiva herî bi wate ya gelê Êzidî ya li hemberî êrîşên qirkirinê ew e ku Civaka Demokratîk ava bike ku paşeroja xwe bi nasnameya xwe ya civakî misoger bike. Her wiha li ser bingeha mayindekirina sîstema Modela Rêveberiya Xweser xurtkirina rêxistiniya xwe ye.

Em dixwazin bi bîr bixînin ku eger li Şengalê ‘Avakirina Civaka Demokratîk’ pêk were ev yek wê bandoreke mezin li gelê Başûr bike, sîstema siyasî ya Başûr demokratîk bike û rêveberiyeke zelal û adil biafirîne. Bi vê wesîleyê em bang li gelê xwe yê Başûr dikin ku têkoşîna li Şengalê weke têkoşîna xwe ya demokrasiyê bibîne, xwedî lê derkeve, tevlî bibe û tevkariyê lê bike. Em vê bangê li her kesî dikin ku dixwazin Iraq demokratîk bibe.

Gelê me yê Êzidî yê hêja;

Cejna îmanê Çarşema Sor cejna vejînê ye, cejna afirandinê ye. Gelê me yê Êzidî di tevahiya dîrokê de bi rêya têkoşîna xwe, li ser rêya pêkanîna vejîn û avabûna civakî bi pêş ve çû û bi têkoşînê xwe gihand vê astê. Dema heyî ew dem e ku Cejna Çarşema Sor li gorî ruh û baweriya xwe bibe wesîleya vejîn û afirîneriyên nû. Bi taybetî têkoşîna li Şengalê tê meşandin, nirxên hatin afirandin û destketiyên gel li her devera cîhanê bûn hêvî ji Êzidiyan re û kir ku berê xwe bidin hebûna bi kokên xwe. Pêşketinên di nava deh salan de hatin afirandin, di pratîkê de raxistin pêş çavan ku dema gelê Êzidî û tevahiya gelê Kurd xwe bi hişmendiya Apoyî bi rêxistin bike û têbikoşe, wê hemû zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe rake. Kevneşopiya berxwedanê ya li hemberî êrîşên qirkirinê hate mezinkirin, ispata wê yekê ye ku nîşan dide, bê nirxên exlaqî yên civakî çiqasî xurt e û nayê hejandin. Lewma encamên ku têkoşîna Kurdan bi taybetî jî gelê me yê Êzidî ku nîşaneya rojanebûyîna exlaqê civakî ye, coş û kelecana Cejna Çarşema Sor a 2025’an hîn mezin kir.

Em bang dikin ku weke gel jî Cejna Çarşema Sor bike wesîleya fêhmkirina rast a pêvajoya heyî. Em dixwazin bi bîr bixînin ku pêwîstiya vê serdemê ye ku alîkarî, piştevanî û parvekirinê veguherînin rêxistiniyeke hîn xurt û mezin ku çanda gelê me yê qedîm e. Weke civak em parastina nirxên xwe yên exlaqî, xurtkirina cîrantî, xizmbûyîn û dostaniyên weke pêwîstiya pêşwazîkirina bi yekîtiyê ya serdema têkoşînê ya zehmet dibînin. Em bang dikin ku van nirxên civakî li ser xeta welatparêziyê û bi hişmendiya Apoyî mezin bikin, rêxistiniya neteweya demokratîk û karê avakirina civaka demokratîk bidin destpêkirin, zemîna vê yekê ava bikin.

Em dixwazin bi bîra gelê xwe yê Êzidî bixin ku li hemberî xeteriyên gengaz ên dema bê xweparastinê xurt bike. Em li bendê ne ku li hemberî noker û xayinan bi berpirsyarî tevbigere û li ser xeta welatparêziyê tevbigere. Em destnîşan dikin ku oldarên Êzidî divê di vê mijarê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabin. Em di wê baweriyê de ne ku Êzidî wê bi xurtkirina yekîtiya xwe ya navxweyî li hemberî êrîşên qirkirinê, zextên qirêj û şerê taybet, wê di têkoşînê de bi xurtî erk û wezîfeya xwe bi cih bîne. Bi vê bîr û baweriyê em careke din cejna wan pîroz dikin.

Bi van hest û vî fikrî em cejna gelê me yê Êzidî careke din pîroz dikin, şehîdên xwe yên qehreman ên ku kirin em karibin vê cejnê bi coş û kelecaneke mezin pîroz bikin di şexsê Birnevş, Xanê, Mam Zekî Şengalî, Dijwar Feqîr û Zerdeştan de careke din bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku doza Demokrasî û Azadiyê bi ser bixînin ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCÊ-E’yê Cejna Êzidiyan pîroz kir
Nûçeya Pişt re Macron: Divê Hamas were bêbandorkirin û rêveberiya Filîstînê bê reformkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îzmîrê polîsan bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk di saetên siharê de li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê ji bo Ayten Ozturk a di bin çavan de hatî qetilkirin, hatin ba hev

Dayikên Şemiyê di hefteya 1009’an a çalakiya xwe de, ji bo Ayten Ozturk a ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Pira Sêmalka di bin avê de ma: Derî hate girtin

Ji ber barana zêde Çemê Dîcleyê rabû û pira Sêmalkayê di bin avê de hişt.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komeke din a dîlgirtiyên QSD’ê hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hunermend Serhedo hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?