Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder vê êvarê krîza dil derbas kir. Onder rakirin nexweşxaneyek li Stenbolê. Li nexweşxaneyê wî hildane emeliyatê, bijîşk mudaxileya pêwîst dikin û tedawiya wî didome.
DEM Partiyê têkildarî Onder daxuyanî da û diyar kir ku tedawiya Onder li Stenbolê ji nêz ve tê şopandin û agahdarkirina pêwîst dê bê dayîn.
Sirri Sureyya Onder dê di nav Şandeya Îmraliyê de roja Înê li gel Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç hevdîtinek girîng bikira.