În, 23 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li dijî ÎBB’ê operasyona nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malpera înternetê ya dokûmantera Vejîna Kurd dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çavkaniyên ji şer re hatine veqetandin, ji bo çareseriya xizaniyê dikarin bêne bikaranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznur Deger: Ez ê rojnamevantiya aştiyê bidomînim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Colemêrgê: Têkoşîna ji bo ziman û nasnameyê wê bidome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Ji bo şoreşeke nû ya herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cûdî: Em ê ji bo jiyana hevpar a gelan têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 herêmên Pîranê ji bo 10 rojan hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nahît Eren: Divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Gelê Kurd li benda gaveke şênber e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Foza Yûsif: Eger HTŞ bi vî rengî dewam bike wê bibe dubareya Baasê
Rojava

Foza Yûsif: Eger HTŞ bi vî rengî dewam bike wê bibe dubareya Baasê

Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif destnîşan kir ku destûra bingehîn a HTŞ'ê û hikumeta demkî demokratîk nînin û ragihand, ku eger bi vî rengî dewam bike wê rêveberî û aqûbeta wê mîna ya Baasê bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif anî ziman ku eger pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin veguhere çareseriyê, bahaneyên ku Tirkiyeyê heta niha dida pêş wê ji holê rabin û got, “Hem ji bo têkiliya navbera me û Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên me yên li Sûriyeyê wê rewşeke erênî derkeve holê.”

Foza Yûsif bersiv da pirsên ANF’ê û diyar kir ku HTŞ niha di bin zexteke giran a hêzên navneteweyî de ye; bi taybetî jî işaret bi pratîka neyînî ya li hemberî Elewiyan kir. Foza Yûsif ragihand ku kiryarên heta niha yên HTŞ’ê û hikumeta ku ava kiriye demokratîk nîne û got, “Eger bi vî rengî dewam bike wê bibe dubareya rejîma Baasê. Me ev yek gelek caran li platformên cuda anîn ziman. Bi taybetî di destûra bingehîn de ku amade kirin, îradeya gelê Sûriyeyê tine hesibandin. Eger vê siyasetê dewam bikin, Baas çawa têk çû ew ê jî têk biçin. Eger wê li Sûriyeyê dewam bikin, hingî siyaseta ku dimeşînin divê sedî sed biguherînin û biryarên ku heta niha wergirtine hemûyan di ber çavan re derbas bikin. Bi gavên heta niha avêtine nîşan dan ku hem ji aliyê mejî ve hem jî ji aliyê pratîkê ve ji rejîma Baasê cuda nînin.”

LI QADÊN DAGIRKIRÎN METIRSÎ DEWAM DIKE

Foza Yûsif destnîşan kir ku dosya herî girîng a li pêşiya wan vegera şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, jiyana wan a bi rengekî ewle li cih û warê xwe ye û got, “Li wan herêman hîn jî çete hene. Li hin deveran dewleta Tirk jî heye. Jiyana bi ewle ya gelê me li ser xaka xwe bi hêzên xwecihî û hêzên asayîşê dibe, ji ber ku metirsî hîn derbas nebûye. Şetê me ew e ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagir kiriye derkevin. Gel bi vî rengî dikare xw ewle bibîne. Ji bo herêman wê nîqaş dewam bikin, divê meclîsên li wê derê bêne avakirin, gel xwe bi xwe bi rê ve bibe û şaredarî di destê gel de bin. Mijara ewlekariyê mijara herî bingehîn e. Divê ewlehî û rêveberî bêne avakirin. Em li ser vê bingehê nêzîkatiyê nîşan didin.”

HELWESTA ME YA LI DIJÎ KOMKUJIYA LI HEMBERÎ ELEWIYAN ŞÊNBER E

Foza Yûsif ragihand ku komkujiya li hemberî Elewiyan bandoreke gelekî nebaş li temamiya Sûriyeyê kir, ji ber ku ji hemû derdorên din re bû peyamek û got, “Ji ber vê yekê me bi şênberî helwesta xwe li dijî komkujiyê nîşan dan. Ji bo rawestandina komkujiyan, teşhîrkirina wê û pêşîgirtina li komkujiyan em hewl didin. Li qada dîplomatîk û li qada hiqûqî ya navneteweyî em ji bo vê dixebitin. Ji bo tevkariya mirovî li gelê Elewî bikin em hewl didin. Li her herêmê divê gel bi îradeya xwe, xwe bi rê ve bibe û ewlehiya xwe pêk bîne. Ev yek jî di berpirsyariya Şamê de ye. Yek ji mijarên esasî yên ku bi Şamê re danûstandin li ser hate kirin ev e, ku careke din komkujî neyê kirin. Divê hesab ji komkujeran bê pirsîn û bêne darizandin. Ji ber vê yekê komîteyeke şopandinê hate avakirin. Em ji aliyê hiqûqî ve rewşê dişopînin. Em ê bişopînin bê edalet wê bi cih bê anîn an na, wê komkujer bêne darizandin an na.”

ÇARESERIYA LI BAKUR WÊ BANDORÊ LI HEMÛ TÊKILIYAN BIKE

Foza Yûsif bi bîr xist ku dewleta Tirk ji sala 2011’an û vir ve sedema tevahiya nearamiyê ye, piştgiriyê dide hemû hêzên dijberê Şoreşa Rojava û got, “Ji ber vê yekê eger pirsgirêka Kurd li Bakur bi rengekî demokratîk çareser bibe, ev rewş wê bandorê li têkiliyên Tirkiye û Rojava jî bike. Her wiha wê bandorê li ser polîtîkaya dewleta Tirk a têkildarî Sûriyeyê jî bike. Tirkiye timî dibêje, ‘Li vê derê PKK heye, ji ber vê yekê em êrîş dikin’. Eger çareserî pêk were ev bahaneyên Tirkiyeyê jî wê ji holê rabin. Ji ber vê yekê eger pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin bi ser bikeve hem ji bo têkiliya navbera me û Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên me yên li Sûriyeyê wê rewşeke erênî derkeve holê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir
Nûçeya Pişt re ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Agirê Newrozê li Ermenistanê hate dadan

Agirê Newrozê li navçeya Oktemberyan a Ermenistanê hate dadan.

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Reqayê bi dirûşma ‘Em hemû QSD ne’ meşiyan

Şêniyên kantona Reqayê bi meşeke girseyî ragihand ku ew hemû QSD ne û li ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Gaziyên Jin: Divê em hevgirtî û hişyar bin

Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Rêber Apo li girava Îmraliyê, şêrejin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

WHO’yê bang li Îsraîlê kir ku bi rehm be

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Îranê krîza enerjiyê giran dibe: Qutbûna elektrîkê jiyanê ditevizîne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şamê bi şîrketa Çînî re peymaneke razemeniyê ya ji 20 salan mohr kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Awûstralyayê karesata lehiyê: 4 kes mirin, 50.000 kes asê man

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?