Duşem, 3 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê qeyûm werin vekişandin û girtiyên siyasî werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Li gel pêvajoyê jî budçeya şer zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Tevî zextan jî em ê di rojnamevaniya aştiyê de israr bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêber Apo azad nebe em azad nabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji aliyê sosyalîzmê ve komun: Mînakên Zapatista û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan dewam dikin: Mafê jiyanê tê binpêkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Cezayê li mamostayên Kurd hatî birîn ne mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê ku Şehîd Egîd Akgun jêdayîkbûye sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jîngehparêz Bêstûn Abdullah hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê astengiya kêfî ya serxweşiyê: Polîsan êriş kirin, alozî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew şoreşger, nûçegihan û evîndarên heqîqetê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê ji bo hefteyekê betlaneya fermî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê Komaleya Jinên Serbixwe hat avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir
Jin

YPJ’ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kir di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 11’ê Sibata 2024’an de, fermandara wan a gazî Sorxwîn Rojhilat û şervana wan a gazî Azadî Dêrik şehîd bûne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPJ’ê hat weşandin wiha ye:

Di dîroka 11’ê Sibata 2024’an de balafirên bê mirov ên dewleta dagirker û faşîst a Tirk li beramberî Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Suriyê êrîşeke namerdane pêk anî. Di vê êrîşê de fermandar û rêhevalên me Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn. Em ruhê pak yê şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Di serî de ji malbatên hêja yên Fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik, em ji tevahî gelê xwe yê welatparêz, ji jinên şoreşger û têkoşer û rêhevalên van lehengên azadiyê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin hevalên xwe yên gazî û tevahî gelê xwe ku wê xwîna wan li erdê nemîne. Tolhildana wan dê erk û berpirsyariya me ya sereke be.

Fermandar Sorxwîn (Fatma Sakan) di sala 1985’an de di nava malbateke xwedî çanda berxwedaniya netewî, li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vedike. Fermandar Sorxwîn ji eşîra Celaliyan e ku li hemberî dagirkeran ala serhildanê rakirin û heta roja me ya îro jî tu car serî netewandin. Kesayetên mîna Şîrîn Elemhûlî û Zeynep Celaliyan bûn şopdarên vê çanda berxwedanê û îro jî fermandar Sorxwîn bi helwesteke netewî di kesayeta xwe de serhildêriya jina Kurd a dîrokî esas girt û her kêliya jiyana xwe ji bo azadiya jin û gelê xwe bê dûdilî têkoşîn kir.

Di sala 2014’an de dema ku hovîtiya DAÎŞ’ê li bajarê Kobanê giha asta lûtkeyê, jinên ciwan ji bakur, ji başûr û ji rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Kobanê destanên lehengiyê nivîsandin. Berxwedaniya hevrê Sorxwîn û ya tevahî şervanên YPJ’ê li cîhanê deng veda. Bi vî rengî jin herikîn qadan û bi sedan jinên enternasyonal berê xwe dan warê Rojavayê Kurdistanê.

Fermandar Sorxwîn di şerê xwe yê li hemberî DAÎŞ’ê de, bi taktîkên xwe yên dewlemend, bi cesaret û dilwêrekiya xwe ve xofeke mezin xiste dilê neyaran. Bi vî rengî hevrê Sorxwîn bû pêşenga şerê Kobanê û gelê Kobanê jî xwedî li fermandara xwe ya dilwêrek û keça xwe Sorxwîn derketin.

Fermandar Sorxwîn di berxwedaniya li hemberî tarîtiya DAÎŞ’ê de bi awayekî giran birîndar dibe û ji bo ku gelê xwe ji tarîtiya DAÎŞ’ê biparêze roniya çavê xwe feda kir. Her çendî hevrê Sorxwîn giran birîndar dibe, lê nirxandina Rêber APO ya ku dibêje; “Gazî şehîdên me yên nemir in” ji bo xwe esas digre û bê ku kêliyekê raweste heta dawî di berxwedaniya dîrokî ya Kobanê de cihê xwe digre. Bi vî awayî xwedî li nirxên azadiya jin derket û di pêşxistin û mezinkirina YPJ’ê de, bû xwedî rol û mîsyoneke girîng.

Fermandar Sorxwîn sembola egîdiya jinan e. Di şer û jiyana xwe de bû îfadeya sekna jina wêrek, ji xwe bawer û dilsoz. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku bi pêşengiya Jîna Emînî ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê belavî tevahî cîhanê bû, yekemîn çirûska xwe ji lehengên mîna Şîrîn Elemhûlî, Jiyan Mako, Sorxwîn Rojhilat û Zeynep Celaliyan wergirt. Her yek ji van jinên leheng bi cesaret û fedekariyeke mezin, rêya azadiyê ji bo jinên Rojhilatî, Fars û ji bo tevahî jinan nîşan dan.

Herî dawî jî fermandar Sorxwîn weke fermandareke gazî di Federasyona Gaziyên Bakûr Rojhilatê Sûrî de ji bo hevalên xwe yên gaziyên şoreşê erkên girîng dabû ser milê xwe. Hevrê Sorxwîn bi zanistiyeke kûr, ji her hevalek xwe yên gazî re bû çavkaniya hêz û moralê. Ne tenê bi xebatên gaziyan re sînordar ma, herî zede jî hewlda ku ji pirsgirêk û pêşxistina gel û jinan re çareserî biafirîne û bi vê yekê re jî di dilê gel û jinan de cihê xwe girt.

Hevrê Azadî Dêrik (Emîne Seyîd Ehmed) jî di sala 1982’yan de li bajarê Dêrika Hemko ji dayîk dibe. Hevrê Azadî di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Dema ku çirûska şoreşê Rojavayê welat ronî kir, berê xwe da nava refên şoreşê û yekîneyên destpêkê yên parastina jin de cihê xwe girt. Hevrê Azadî bi sekna xwe ya dilsoz ji bo azadiya gelê xwe bê hesab, bê teredut têkoşiya. Ji destpêka şoreşê heta kêliya xwe ya dawî, xwe di xeta parastina rewa de kûrkirin esas girt. Li ser bingehê pîvanên Şerê Gelê ê Şoreşgerî weke fermandareke pêşeng şerê azadiyê da meşandin. Bi sekna xwe ya dilnizim bû mînaka milîtaniya jina azad. Hevrê Azadî bi girêdan û dilsoziyeke mezin ji bo mayîndekirina şoreşa jin di hemû qadên şoreşê de bi awayekî aktîf cihê xwe girt.

Herî dawî li ser bingehê pêşniyar û daxwaza xwe hevrêya me Azadî derbasî xebatên federasyona Gaziyên şer bû. Weke berpirsa kar û barên hevalên gazî kedeke mezin da raber kirin. Her wiha ji bo parastin, perwerdekirin û dermankirina hevalên gazî bi gelek saziyên herêmî û navnetewî re kar û xebat da meşandin. Bi dildariyeke mezin, bi berpirsyariyeke şoreşgerî û eşqa hevaltiyê yek bi yek bi hevrêyên xwe yên gazî re eleqedar bû û di avakirina Federasyona Gaziyên Şer ên Bakûr Rojhilatê Sûrî de roleke mezin hilgirte ser milê xwe. Hevrê Azadî di hemû qadên şoreşê de bi coş û kelecaneke mezin li berxweda û têkoşîna azadiyê da meşandin.

Weke YPJ me di pêşengiya fermandarên weke Sorxwîn û Azadî de, li hemberî DAÎŞ’ê şerekî bê hempa da meşandin, lê dewleta Tirk a dagirker îro bi hedefgirtina jinên pêşeng, ne tenê tola DAÎŞ’ê radike, her wiha têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku bûye bela serê mirovahiyê dixwaze lewaz bike. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe yên ku sûcên şer in û bi taybet jî di salvegera komploya 15’ê Sibatê de êrîşeke bi vî awayî pêk anîn, cardin îradeya jina azad û gelan armanc kiriye. Jinên ku bi fikir û ramanên Rêber Apo civaka xwe parastinê esas digrin, ji bo xwe weke metirsiyeke mezin dibînin. Em jî weke hevrêyên Sorxwîn û Azadî’yan, weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ em diyar dikin ku li dijî her cure êrîşên dij-mirovî yên dewleta dagirker û faşîst a tirk, bi taybet jî di dema salvegera komploya navnetewî de emê têkoşîna xwe heya avakirina siberojeke azad û aram bidomînin.

Em bang li tevahî jinên cîhanê û saziyên navnetewî dikin da ku li hemberî feraseta qirker a dewleta Tirk bêdeng nemînin. Ne tenê gelê me, îro tevahî jin û gelê cîhanê deyndarê berxwedaniya fermandar Sorxwîn û Azadî ne. Ji ber wê jî em cardin bang li tevahî tevgerên azadîxwaz yên jinan dikin da ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk xwedî helwesteke siyasî û polîtîk bin.

Em ji gelê xwe û tevahî jinên azadîxwaz re soza tolhildanê didin. Bila faşîzma AKP-MHP baş bizanibe, YPJ hêza tolhildana sedsalê ye. Emê agirê azadiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro hevrê Sorxwîn û Azadî jî bûn pêtên wê, her tim geş bikin ta ku hemû textên desthildariya mêr birûxin. Em soz û peymana girêdana bi xeta şehîdan û pêkanîna xeyalên wan careke din dûbare dikin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Sorxwîn Rojhilat

Nav û Paşnav: Fatma Sakan

Navê dayîk: Gozel

Navê bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo – 11.02.2024

*

Nasnav: Azadî Dêrik

Nav û Paşnav: Emîne Seyîd Ehmed

Navê dayîk: Alya

Navê bav: Yûsif

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo – 11.02.2024

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Elmanyayê di malekê de bermahiyên dîrokî yên ku ji Sûriyeyê hatine dizîn hatin dîtin
Nûçeya Pişt re ‘Rêber Apo ji bo azadiya jinê şoreşa vejînê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê ji bo Emîne Ocak peyama sersaxiyê weşand

KCK’ê, diyar kir ku ew bi xemgîniyeke mezin bi wefata Emîne Ocak ku yek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rihayê bi deh hezaran kes li Newrozê hatin ba hev: Be Serok jiyan nabe!

Coşa Newrozê ya ku li Rihayê bi hezaran kes anî ba hev dewam dike. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên şervanên YBŞ’ê hatin veşartin

Cenazeyên 5 şervanên YBŞ’ê yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyê Komaleya Jinên Serbixwe hat avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?