Pêncşem, 21 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lêgerîna evîna azadiyê: Bêrîvan – Zînnet Karaaslan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: ‘Statuya Abdullah Ocalan, statuya gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê meclîs bikeve dewrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata rêveberiya xwecihî de mijara ‘aboriya komînal’: Modelên cuda pêkan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Amedê bang kir: Bila gav bê avêtin, Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: Erk û wezîfeya me ye ku armancên şehîdan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1025’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Guhertinên li herêmê wê bandor li Kurdistanê jî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir, li daxwazên wan guhdarî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê erd hejiya, bajarên derdorê jî pê hesiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaş bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza mirina bi guman a jinekê de bersûc hemû hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê ji bo ‘pîrhebokan’ amadekariya abîdeya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan û derdorên cihêreng ên Brezîlyayê piştgirî ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya kongreya TAJÊ: Komîn wê pergala me ya nû be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Têkoşîna li dijî narkotîkê: Em civakê ji vê jehrê rizgar bikin!
Kurdistan

Têkoşîna li dijî narkotîkê: Em civakê ji vê jehrê rizgar bikin!

'Platforma têkoşîna li dijî narkotîkê' ya li Amedê hate avakirin, dest bi kar dike. Şêniyên Amedê li ser mijarê axivîn û gotin, "Ev yek encamek ji polîtîkayên şerê taybet e, em têbikoşin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Amedê temenê bikaranîna madeyên narkotîkê li gorî hin raporan daketiye binê 12 salî. Li gorî daneyên sala 2023’an ên Baroya Amedê, li bajêr di çarçoveya sûcê ‘Narkotîkê yan jî bazirganiya madeyên hişbirinê’ yê li bajêr 2 hezar û 173 kes hatin darizandin. Di nava mirovên hatin darizandin de 7 zarokên kêmî 12 salî, 2 zarokên di navbera 12 û 15 salî û 27 ciwanên ji 15 heta 18 salî jî hene.

Li bajêr ji bo hişyarkirina civakê ya têkildarî mijarê bi beşdariya gelek sazî û rêxistinên civakî yên sivîl platformeke nû ava bû. Rêxistiniya ku bi navê ‘Platforma têkoşîna li dijî narkotîkê’ hate ragihandin, ji xwe re dike armanc ku ji bo parastina ciwanan û civakê planên çalakiyê yên hevpar amade bike.

Platformê bi meşeke bi beşdariya bi hezaran kesî deklarasyona xwe ragihand û wê di demeke nêz de dest bi kar bike.

Endamên platformê û şêniyên bajêr li ser karên ku wê li dijî bikaranîna madeyên narkotîkê bidin destpêkirin axivîn.

‘EM Ê CIVAKÊ JI NÛ VE AVA BIKIN’

Ji Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê endamê platformê Recep Orûç anî ziman ku temenê bikaranîna narkotîkê her roj dadikeve, ev yek di nava civakê de dibe sedema birînên giran û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wan platformeke nû ava kirine.

Orûç diyar kir ku platform wê di dema bê de dest bi pêvajoyeke avakirinê ya civakî bike û got, “Narkotîk bi parçebûna civakî derdikeve holê. Mirov dema motîvasyonê di nava civakê de nikare bibîne dest bi bikaranîna narkotîkê dike. Armanca me ya bingehîn jî wê jinûve avakirina vê civakê be.”

Orûç ragihand ku pirsgirêka narkotîkê ne tenê ya ciwanan e û bi vî rengî dewam kir, “Pirsgirêka me hemûyan e; ji ber vê yekê divê em bi hev re çareseriyê peyda bikin. Eger zarokekî 9 salî madeyên narkotîkê bi kar tîne ev yek rewşeke gelekî bi êş e. Di vir de em dixwazin hişyariyeke mezin çêbikin.”

‘EM Ê JI TAXAN DEST BI KAR BIKIN’

Orûç diyar kir ku platform wê ji taxan destpê bike û li her qada civakê kar bike û got, “Bêyî ku bispêrin cihekî em ê hewl bidin van pirsgirêkan çareser bikin. Em ê li qadan bin. Em di wê baweriyê de ne ku vê pêvajoyê bi hêvî bi ser bixînin. Em dixwazin vê hewldanê li her qadê belav bikin.”

‘ENCAMÊN POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET E’

Zeynep Kaya jî diyar kir ku rewşa heyî ji ber polîtîkayên şerê taybet rû daye û got, “Girêdana bi madeyê yek ji pirsgirêkên herî girîng ên civakê ye, dibe sedema birînên kûr. Pêwîstî bi guhertin û veguhertineke girîng heye. Ji ber vê yekê me pêwîstî bi avakirina vê platformê dît. Em ê ji taxan destpê bikin û karekî pêşîgirtinê bimeşînin. Ev polîtîka encamên şerê taybet e. Ji dema qeyûm û vir ve narkotîk, fûhûş û çetebûyîn zêde bûye. Li hemberî van polîtîkayan em ê têbikoşin. Ji aliyê civakî ve em ê xwe bi rêxistin bikin û li ber vê yekê rabin.”

‘DIVÊ EM XWEDÎ LI CIWANAN DERKEVIN’

Ji ciwanên beşdarî meşê bûn Buşra Korûk jî got, “Girêdana bi madeyê dikare bê têkbirin; ji bo ev yek bisekine û pêşî lê bê girtin weke ciwan em ê bixebitin. Divê em xwedî li ciwanan derkevin. Beriya her tiştî em ji malbatên wan, piştre jî ji civakê û mirovan re bibin piştgirî. Ev rewş zêde dibe. Pêşîgirtina li vê yekê di destê me de ye.”

‘EM CIVAKÊ JI JEHRÊ RIZGAR BIKIN’

Lutfiye Çanakçik jî diyar kir ku karê tê kirin hêzê dide wan û got, “Em dixwazin civakê ji vê jehrê rizgar bikin. Karê pêwîst tê kirin lê belê têrê nake. Ev rewş wêrekiyê dide me. Weke dayik em dadikevin qadê. Em dixwazin vê jehrê ji her derê biavêjin. Em nifşekî paqij, civakeke paqij dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li ser hevditinên Emerîka û Îranê
Nûçeya Pişt re PAJK: Hevrêya me Pelîn şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YCWK’ê li Mêrsîn, Elîh û Wanê çalakî li dar xist

Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Salih Muslim: Peyman li gorî nameya Rêber Apo ye

Salih Muslim, ji bo metna ji aliyê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şaraa ve hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Hunermend Şukur Xeyat li Kerkûkê hat bibîranîn

Li Kerkûkê bi vekirina pêşangeheke wêneyan hunermendê Kurd Şukur Xeyat hat bibîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gelê Amedê bang kir: Bila gav bê avêtin, Rêber Apo azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên Azadiyê: Erk û wezîfeya me ye ku armancên şehîdan pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1025’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Guhertinên li herêmê wê bandor li Kurdistanê jî bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?