Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > MKG: Ger dengê rojnamevanên jin were qutkirin, wê wijdana civakê kor bibe
Rojane

MKG: Ger dengê rojnamevanên jin were qutkirin, wê wijdana civakê kor bibe

MKG’ê derbarê 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê daxuyaniyek da û wiha got: "'Ger çapemenî were bêdengkirin, gel jî bê bêdengkirin û ger dengê rojnamevanên jin were qutkirin, wijdanê civakê kor bibe. Em ê destûrê nedin vê yekê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi minasebeta 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) daxuyaniyeke nivîskî da. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

“Îro 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ye. Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye ragihandin. Ev roj ji bo parastina azadiya xebatkarên çapemeniyê ya di ragihandina nûçeyan de û mafê raya giştî ya ji bo gihîştina agahdariya rast û bêalî tê pîrozkirin. Lêbelê, li Tirkiyeyê û bi taybetî li erdnîgariya Mezopotamyayê, ev roj ji pîrozkirinê bêtir bûye roja berxwedanê.

Azadiya çapemeniyê mafekî mirovî yê gerdûnî ye. Lêbelê, rojnamevanên li Tirkiyeyê, bi taybetî rojnamevanên jin ên ku di çapemeniya Kurdî de dixebitin, di bin gefên berdewam de dijîn. Kesên ku dixwazin rastiyê eşkere bikin bi lêpirsîn, binçavkirin, girtin, êrîş, sansura dîjîtal û kampanyayên bêrûmetkirinê re rû bi rû dimînin. Her nûçeyek ku rexneyê li polîtîkayên hikûmetê dike wekî ‘sûc’ tê hesibandin; hewl tê dayîn ku medyaya muxalefetê bêdeng bibe.

Ji aliyê din ve jî, rojnamevan vê zextê bi awayekî piralîtir dijîn: Ew hem ji ber nasnameyên xwe yên siyasî û hem jî ji ber zayenda xwe têne hedefgirtin. Nûçeyên ku dengê jinan eşkere dikin û newekheviya zayendî eşkere dikin, bi zexta dewletê, medyaya ku ji hêla mêran ve serdest e û amûrên ewlehiyê re rû bi rû dimînin. Wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, em her 3’yê Gulanê heman rastiyê bi bîr dixin û dibêjin; ‘Ger çapemenî were bêdengkirin, gel jî tê bêdengkirin’ û ‘Ger dengê rojnamevanên jin were qutkirin, wijdanê civakê kor dibe’. Em ê destûrê nedin vê yekê.

Di sala 2024’an de gelek binpêkirinên mafan li dijî rojnamevanan çêbûne. Ji bilî van binpêkirinan, binçavkirin û girtin di tevahiya salê de berdewam kirin. Di sala 2024’an de, herî kêm 118 rojnamevan hatin binçavkirin, 26 hatin girtin, 30 rojnamevan bi êrîşa fîzîkî rû bi rû man û gihîştina 5,260 nûçeyan hat astengkirin. Ev wêne bi zelalî nîşan dide ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê ne tenê hatiye binpêkirin, lê di heman demê de bûye polîtîkayeke sazûmanî ya çavtirsandinê, nemaze ji bo rojnamevanên jin.

Em hempîşeyên xwe yên ku di sala 2024’an de ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin: Hêro Bahadîn û Gulistan Tara di 23’yê Tebaxa 2024’an de li Silêmaniyê bi êrîşa SÎHA’yan a li dijî wesayîta rojnamevanan hatin qetilkirin. Cîhan Bilgin û Nazim Daştan dema ku pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, dîsa ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin û qetilkirin. Ev êrîş nîşan didin ku mafê jiyana rojnamegeran çawa tê binpêkirin. Ew tenê li dû rastiyê bûn. Em ê ji cihê ku wan hiştibûn, bidomînin.

Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em daxwaza serbestberdana tavilê ya hemû rojnamevanên girtî, bidawîanîna zext, tundî û hedefgirtina rojnamevanan û misogerkirina destûrî ya azadiya çapemenî û ramanê ji bo hemû welatiyan dikin.

Ji ber ku parastina mafê raya giştî yê wergirtina nûçeyan ne sûc e, ew rûmetek e.

Em, wekî jinên ku li ser axa Mezopotamyayê li ser rêya rastiyê dimeşin, em ê nehêlin ku rastî di tariyê de winda bibe. Em ê di her şert û mercî de pênûs, kamera û dengê xwe li dijî medyaya serdest a mêran, zexta dewletê û sansura sîstematîk biparêzin.

Yên ku rastiyê dinivîsin, wê biaxivin, ne yên ku ji rastiyê ditirsin!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî: Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî pîroz be!
Nûçeya Pişt re Ji ber alîkarîdayîna cîhadîstan 34 sal cezayê hepsê li Serokwezîrê berê yê Tûnisê hate birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erd hejiya

Li Colemêrgê di saet 06.09’an de bi pileya 4.3 erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogullari: Em li benda destpêkirina pêvajoya derxistina qanûnan e

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Mêrsînê axivî û diyar kir ku pêvajoya aştiyê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Nîjer hevkariya leşkerî ya bi DYE’ê re bi dawî kir

Li paytexta Nîjer Nîamey’ê artêşa desthilatdar, îdîa kir ku hebûna Emerîkayê ‘derqanûnî’ ye û peymana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?