Duşem, 18 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Sor: Xurtkitina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de erka şoreşgerî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Santiago Zabala: Hewldanên Ocalan divê vala neçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê goreke din a komî ya ji hestiyên qurbaniyên Êzidî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzer Bînbîr: Girtî bi rengekî kêfî nayên berdan
Rojane

Parêzer Bînbîr: Girtî bi rengekî kêfî nayên berdan

Hevbedevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Zekî Bînbîr anî ziman ku girtiyên siyasî yên ku ji çar paran sê parê cezayê wan qediya ye, bi rengekî nehiqûqî ji aliyê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ve nayên berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Tirkiyeyê yek ji deverên esasî yên ku mafên mirovan ên bingehîn bi salan e lê têne binpêkirin girtîgeh in. Kiryarên kêfî yên li hemberî girtiyan, rejîmên înfazê yên bêhiqûqî weke pirsgirêkeke bingehîn dewam dike. 103 hezar û 179 kes ji ber ku berdana wan bi rengekî kêfî tê astengkirin, li girtîgehan mîna dîlgirtiyan têne hiştin. Li gorî qanûnan ji çar paran sê parên ceza dema ku qediya, divê girtî bêne berdan. Lê belê berdana girtiyan ji aliyê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ve têne astengkirin ku sala 2020’î bi qanûneke înfazê ev deste hatin avakirin.

Pirsên bi rengê ‘Te serê xwe li ber dewletê tewand?’, ‘Tu alê nas dike?’, ‘Tu poşman e?’ li girtiyan têne ferzkirin. Hincetên weke ‘Bikaranîna avê bi rengekî teserûfî’ û ‘Wernegirtina pirtûkan bi têrkerî’ ji bo bernedanê weke asteng tê nîşandan.

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Zekî Bînbîr têkildarî van kiryarên kêfî yên li hemberî girtiyan ji ANF’ê re axivî û got, “Yek ji deverên sereke yên ku mafên mirovan lê têne binpêkirin girtîgeh in. Ji bo binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan ji derve re bê nîşandan, ji bo mijarê bixin rojevê û dawî li binpêkirina mafên mirovan bê anîn weke Şaxê Amedê yê OHD’ê ji berê ve em gelek karî dikin.

Bi taybetî mijara taloqkirina berdana girtiyan, li ser girtiyên 30 salan girtî ne tê bikaranîn. Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ‘poşmaniyê’ li ser van girtiyan ferz dike. Bi gelek hincet û bahaneyan berdana girtiyan tê taloqkirin. Em vê yekê weke cezakirina di nava ceza de dibînin.”

‘DESTEYÊN ÇAVDÊRÎ Û ÎDAREYÊ QANÛNAN TINE DIHESIBÎNIN’

Bînbîr ragihand ku Desteyên Çavdêrî û Îdareyê bi rengekî bêhiqûqî weke dadgeheke duyemîn tevdigerin û got, “Desteyên Çavdêrî û Îdareyê veguherîne mekanîzmayeke welê ku bi wezîfeya dadgeheke duyemîn mirovan ceza dikin an jî berdana wan asteng dikin. Ya rast cihê vê yekê di nava qanûnê de nîne. Li cîhanê kiryareke mîna vê nîne. Nêzîkatiyeke li dijî hiqûqê ye ku mirovên nehiqûqnas bikevin şûna dadgehan û biryarê bidin. Berdana girtiyan bi hincetên cuda tê astengkirin.

Desteyên Çavdêrî û Îdareyê li dijî qanûnê tevdigerin. Herî dawî bi taybetî li Girtîgeha Girtî ya Erzînganê berdana gelek girtiyan hate taloqkirin. Bi taybetî ‘poşmanî’ li ser girtiyan tê ferzkirin û berdana wan tê astengkirin.”

‘EM LI DIJÎ BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN TÊDIKOŞIN’

Bînbîr diyar kir ku weke OHD ew hewl didin li dijî bêhiqûqiyên il girtîgehan raya giştî biafirînin û got, “Li hemberî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan em têdikoşin. Bi taybetî ji bo betalkirina biryarên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê me doz dane destpêkirin. Li gorî me, ev yek ji aliyê dewletê ve weke nêrîneke siyasî tê bikaranîn. Dewlet hewl dide zextê li Kurdan bike. Ji ber ku taloqkirina berdana girtiyan tenê li dijî girtiyên siyasî tê bikaranîn.”

‘DIVÊ DEWLET ÊDÎ GAVÊ BIAVÊJE’

Zekî Bînbîr bal kişand ser banga Rêber Apo û di dawiya axaftina xwe de got, “Pêvajoyek heye ku bi banga 27’ê Sibatê ya Birêz Ocalan re destpê kir. Ya rast, divê desthilatdarî vê pêvajoyê baş binirxîne û li gorî wê gavê biavêje. Ji ber ku ya li girtîgehan diqewime qanûnî nîne. Divê desthilatdarî tavilê gavê biavêje.

Bi taybetî divê ‘mafê hêviyê’ ji Birêz Abdullah Ocalan re bê nasandin. Niha pêvajoyeke erênî heye. Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe divê dewlet êdî gavê biavêje. Gava sereke jî pêkanîna azadiya Birêz Abdullah Ocalan ê li girtîgeha Îmraliyê û berdana girtiyên nexweş ê 30 sal in girtîgehan têne ragirtin e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 4’Ê GULANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Çam ê ku rojê 20 dermanan dixwe, li benda berdanê ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelo DYE’yê pêşniyara naskirina hikûmeta Hûsiyan kir?

Roja Duşemê rayedarek payebilind yê serhildêrên Hûsî yê Yemenê, bi daxuyaniyekê îdîa kir ku Washîngton…

Ji aliyê Stêrk TV

Pişt perdeya êrîşa HTŞ’ê ya li dijî Durziyan

Bi êrîşên li ser Durziyan dixwazin peyaman bidin gelek aliyan. Êrîş wê di erdnîgariyekî berfireh…

Ji aliyê Stêrk TV

Şahîn: Kurd wê dest ji çand û zimanê xwe bernedin

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku AKP û MHP berpirsyarê êrişên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Partiya Sor: Xurtkitina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de erka şoreşgerî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?