Dema kuk min dest bi rêwîtiya têkoşînê kir ez ciwanek bûm ku di nava lêgerîna wateyê de bûm û bi berpirsyarî radibûm. Fermandara min a destpêkê hevala Mizgîn bû. Wê demê Fermandara Eyaleta Mêrdînê bû û navê Şîlan bi kar dianî. Ji qada Rêbertî nû hatibû. Bi têgihiştin, dîsîplîn û sekna xwe bandor li me ciwanan dikir. Naskirina wê ji bo min zanebûn, hişyarbûn û pêvajoyeke mezinbûnê bû.
Dema ku çûm, dayika min ji min re gotibû: ‘Ez nabêjim biçe, tevlî bibe lê belê eger tu biçe, careke din neyê vê malê’.
Demeke dirêj min wateya vê gotinê fêhm nekir. Bi mehan li ser fikirîm, min ji gelek hevalan pirsî lê belê kesî nekarî bersivê bide. Heta roja ku hevala Mizgîn ji min re got, ‘Tu zane bê dayika te çi xwest ji te re bibêje?’
Min nizanîbû. Wê bi dengekî bi biryar got, ‘Yadê ji te re got, ‘Eger tu yê bikeve ser vê rêyê xiyanetê neke, bi rûmet be’. Ev gotin kete dilê min. Ji wê rojê û pê ve dilsoziya min ne tenê bi îdeolojîk bû, her wiha veguherî berpirsyariyeke hestewarî û wijdanî.
Hevala Mizgîn ji bo min ne tenê fermandarek bû. Di heman demê de hevalek bû, mamosteyek bû, dayikek bû. Bi dîsîplîna xwe hîn kir, bi dilrehmiya xwe mezin kir. Eger ez îro li ser piya bim, bi saya bi hezaran Mİzgîn, Gulçiya, Egîd û Mazlûman e. Wan ne tenê têkoşîn ji me re hişt, her wiha mîrateyeke jiyaneke bi rûmet ji me re hiştin.
***
Dîrok ne tenê serketinan, di heman demê de awazan jî dinivîsîne. Êşa gel hin caran di hevokên helbestvan de deng vedide, carna jî hêvî di dengê stranbêjekê de geş dibe. Hozan Mizgîn dengekî bi vî rengî bû. Ne tenê hunermendek bû, di heman demê de pêşenga berxwedanê bû, dengê gel bû.
Di 11’ê Gulana 1992’an de ji rêyên herî dijwar ên têkoşîna azadiyê stêrkeke din kete nava axê. Hozan Mİzgîn ne tenê bi stranan, her wiha bi têkoşîna xwe di hişê gel de nemir bû. LLi çiyê, zindan û qadan deng veda.
Di stranên wê de ne tenê xemgînî hebû, hêvî jî hebû. Qîrîn hebû, berxwedêrî hebû. Ji ber ku ew ne li ber mîkrofonê bû, lê ew di navenda berxwedanê de bû, êşa gelê xwe bi hişmendiyeke mezin vedigot. Her straneke wê bangek bû, li dijî zilmê serhildan bû, li dijî teslîmiyetê berxwedan bû.
Ew di heman demê de jinek bû. Jineke Kurd bû… Di demekê de ku hewl dihate dayin ku dengê wê bê tepisandin û nasnameya wê tine bê hesibandin hem jin bû, hem hunermend bû, hem şervaneke azadiyê bû hem jî fermandarek bû. Di oxira vê de jî berdêl da. Berdêla ku wê da, bû hezkirineke bê dawî di dilê gel de.
Di salvegera şehadeta wê de careke din wê bi hurmet bi bîr tînim. Dengê wê hîn ê di nava me de ye, di nava têkoşînê de navê wê tê bîranîn. Gelek hevrêyên weke wê îro jî sibe jî bi heman baweriyê dimeşin.
Hozan Mizgîn û hemû şehîdên azadiyê bi hurmet, hezkirin û hesret bi bîr tînim.