Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karasû: Hevrê Fûat ji bo biwatekirina rêxistinbûyînê roleke girîng lîst
Rojane

Karasû: Hevrê Fûat ji bo biwatekirina rêxistinbûyînê roleke girîng lîst

Yek ji Apoyiyên ewil Mûstafa Karasû behsa hevrêyê xwe yê 52 salan Alî Haydar Kaytan kir û got, "Rola hevrê Fûat a ji bo bihêzkirina rêxistinê, fêhmkirina Rêbertî gelekî xurt bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, behsa şehîd Alî Haydar Kaytan ku yek ji damezrînerên PKK’ê bû, kir.

 

Beriya ku behsa hevdîtina ewil a bi hevrê Fûat re bikim, ez hevrê Fûat careke din bi hurmet û minetdarî bibîr tînim. Ez dixwazim li vir diyar bikim ku ez ê girêdayî têkoşîna ku nêzî 50 sal in li ser esasê dilsoziya bi Rêber Apo re daye meşandin bimînim û ez ê têkoşîna rêxistinî û têkoşîna azadiyê ya ku wî di vê têkoşînê de meşandiye ji xwe re mînak bigirim.

Çawa ku mafê hevrê Fûat li ser her kesî heye, mafê wî li ser min jî heye. Di vî alî de cihê hevrê Fûat ji bo me girîng e. Ji bo min cihê wî hê bi watetir e. Ez ê hewl bidim layiqê hevrê Fûat bim. Ji bo ku em hêvî û armancên wî pêk bînin, çi erk bikeve ser milên me, teqez em ê bi cih bînin. Çawa me soz da tevahiya şehîdên xwe ku em ê vê têkoşînê bidomînin, bi şehadeta hevrê Fûat re barê me girantir bû.

NASÎNA EWIL

Bi şehadeta xwe re ji me re peyama, ‘Hûnê vê têkoşînê bigihînin serketinê’ da. Ev yek li ser esasê xeta Rêbertî, bêyî ku ji girêdana bi Rêbertî re şaş bibe, peyama têkoşînê bigihînin serketinê da. Li ser bingeha hurmeta ji bo hemû şehîdên me di şexsê wî de em ê hêviyên hevrê Fûat teqez bi rengekî serketî bi cih bînin. Di vê mijarê de ez li vir soz didim hevrê Fûat. Ez soz didim ku ez ê di tevahiya jiyana xwe de pêdiviyên vê sozê bi cih bînim, ji ber vê careke din sozê didim hevrê Fûat.

Cara ewil min hevrê Fûat di sala destpêkê ya Fakulteya Zanistên siyasî de nas kir. Min di sala 1972’yan de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê qeyda xwe kiribû. Hevrê Fûat jî wê demê li wir xwendekarê sala yekemîn bû. Lê belê hevrê Fûat beriya wê bi salekê tevî Rêbertî li Fakulteya Zanistên Siyasî qeyda xwe kiribû.

Rêbertî piştî ku ji girtîgehê derket -tevî ku 7 meh di girtîgehê de ma bû jî- tevlî ezmûnan bû û di ezmûnan de bi ser ket. Lê hevrê Fûat nekarî derbas bike û di polê de mabû. Wê demê, ji ber ku şoreşgeran zêde bala xwe nedidan dersan û xwendinê, xuya ye hevrê Fûat jî zêde bala xwe nedayê û ji ber vê derbas nekir wê salê.

Ji ber ku hevrê Fûat, hevalekî xwedî astek mezin a têgihîştin û watedayînê bû. Eger hinekî din bala xwe bidayê, wê teqez pol derbas bikira. Lê belê di salên zehmet ên 12’yê Adarê de hevrê Fûat zêde bala xwe neda xwendina xwe, lewma ew bi ser neketibû û bi vî rengî em herdu ketibûn heman polê. Belkî jî bi ser neketina wî ya polê şansê min bû. Di dawiya sala 72’yan da min ew nas kir. Ji wê rojê heta şehîd bû 3’yê Tîrmeha 2018’an hevrêtiya me dewam kir.

Bêguman dema ku cara pêşî min hevrê Fûat nas kir, ez ne Apoyî bûm û min asta têkiliya wî ya bi Rêber Apo re nedizanî. Piştre hîn bûm ku hevaltiya wî ya bi Rêber Apo re di sala hîndekariyê ya 71-72’yan de ku piştî ketine heman polê dest pê kiriye. Wê demê hevdû naskiribûn. Helbet, dema ku min hevrê Fûat nas kir, min fikrên wî nedizanî. Min ew weke şoreşgerekî nas dikir. Wê demê ez jî şoreşgerekî giştî bûm. Lê belê sempatiya min wê demê li hember Denîz Gezmîş û rêxistina wan THKO’yê hebû.

Hûseyîn Înan cîranê me yê ji gund bû. Şehadeta wî bandor li me kiribû. A rastî kalikên me jî berê li gundê Hûseyîn Înan mane. Kalikên min li wir karê cotkariyê kirine. Ji ber ku Hûseyîn Înan ji wê hewirdorê bû, ji nêz ve bandor li min kiribû. Ji ber vê sedemê li hember THKO’yê sempatiya min pêş ketibû.

‘DI TÊKILIYÊN XWE DE NERM BÛ’

Têkiliya me bi hevrê Fûat re her tim çêdibû. Ji xwe ji roja ku min wî naskiribû, hezkirin û hurmetek min li hember hevrê Fûat pêş ketibû. Hevrê Fûat di têkiliyên xwe de gelek nerm bû. Ew bi rastî jî mîna derwêşekî bû. Têkiliyên wî yên însanî gelekî hurmetdar bûn. Bi hurmet nêzî her kesî dibû. Ev yek bi rastî jî bandor li min kiribû. Em ne ji heman rêxistinê bûn û em bi hev re di nava rêxistinek de nemabûn. Lê belê bi rastî jî hurmet û hezkirina me ji hev re hebû.

Wê demê têkiliya hevrê Fûat tenê bi Rêber Apo re hebû, lê min nizanîbû. Li aliyê me, komeke ku bi navê “Aktancilar” dihatin naskirin, ji aliyê hemû komên siyasî yên Enqereyê ve dihat naskirin hebû. Hevrê Fûat di destpêkê de zêdetir bi wan re bû. Paşê ez hîn bûm ku bi wan re hevrêtî dike û didomîne. Ew jî mirovên şoreşger û milîtan bûn. Milîtantî û şoreşgeriya wan bandor li hevrê Fûat jî kir. Hevrê Fûat wê demê ligel wan tevdigerî. Pêşî min digot qey tenê têkiliyên wî hene, lê piştre min dît bi wan re hevaltiyê jî dike.

didome…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tuzel: Aştiyeke bi rûmet berpirsyariya me hemûyan e!
Nûçeya Pişt re Riza Altûn: Elewî di nav pêvajoyê de ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HRE: 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan ên bersivdayinê de 3 çeteyên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amed, Dêrsim, Riha û Stenbolê gel ji bo Rojava di çalakiyê de ye

Li dijî êrîşên li ser Rojava, li Amed, Dêrsim, Riha û Stenbolê çalakiyên protestoyî dewam…

Ji aliyê Stêrk TV

KCDK-E: Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna ji bo nasnameyê ye

KCDK-E'yê destnîşan kir ku Kurdî hêmana esasî ya têkoşîna gelê Kurd a ji bo nasname,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?