Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay car din serlêdana lêpirsînê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyde Zumrut: Bi xurtî tevlî meşa dirêj û festîvalê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglu: Pêvajoya rastîn dê bi pêkanîna qanûnê û rojevbûna daxwazên Kurdan dest pê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne
Rojane

HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

Komîteya Rêveber a HBDH'ê: Hevrê Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn bi keda li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nirxên mezin afirandin. Ev hevrê di heman demê de şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, “18’ê Gulana 1973’an têkoşîn û îradeya abîdeya rûmetê Îbrahîm Kaypakkaya ya li zindana Amedê teslîm nebû, mîna doh îro jî rêya me ronî dike. Her wiha berxwedan û îradeya kadroyê pêşeng ê PKK’ê rêberê şoreşger Hakî Karer ku 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê şehîd bû, Halîl Çavgûn ku 18’ê Gulana 1978’an şehîd bû, Çaran ên 18’ê Gulana 1982’an li zindana Amedê li dijî teslîmiyetê bedena xwe dan ber agir Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner îro jî rê nîşanî me şopdarên wan dide.”

ÎBRAHÎM KAYPAKKAYA

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku yek ji rêberên komunîst şoreşger ên pêngava 71’ê Îbrahîm Kaypakkaya ku birîndarî hate girtin, ji aliyê dewleta Tirk ve êşkence lê hate kirin û li zindana Amedê bi nermerdane hate qetilkirin.

HBDH’ê diyar kir ku Îbrahîm Kaypakkaya di şoreşgeriya pratîkî de li ku derê berxwedan hebûya ew li wir bû û got, “Hevrê Îbrahîm Kaypakkaya li gel biryardariya şoreşgerî û têkoşînê, bi tespîtên xwe yên teorîk, bi rexneyên xwe yên li ser Kemalîzmê û nêzîkatiyên xwe yên li pirsgirêka Kurd, di nava tevgera şoreşger a Tirkiyeyê bû xwedî cihekî xweser.” Bi dewamî hate ragihandin ku nirxandina bi berfirehî û şênber a têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd yekemcar ji aliyê Îbrahîm Kaypakkaya ve hate kirin.

Her wiha hate gotin “HBDH ji damezrandinê û vir ve xwe dispêre mîrateya şoreşgeriya 71’ê. Îbrahîm Kaypakkaya yek ji nûnerên herî girîng ê şoreşgeriya 71’ê. Em îro wî û şoreşgerên din ên di 18’ê Gulanê de nemir bûn bi bîr tînin. Weke Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî em careke din destnîşan dikin ku heta dawiyê dilsozê bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên din bin.

HAKÎ KARER

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Hevrê Hakî Karer ku Tirkekî ji Derya Reş bû, di 18’ê Gulana 1977’an de nemir bû. Zanîbû ku bêyî azadiya gelên bindest nikare çarenûsa xwe pêk bîne, tevlî nava refên azadiyê yên Kurd bû û çarenûsa xwe bi ya gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê re kir ye. Hakî Karer enternasyonalîzma bêhempa di kesayetiya xwe de afirand û mîrateyek ji yên piştî xwe re hişt. Raperîna xwe ji Derya Reş gihand Kurdistanê, bi raperîna Kurdan re kir yek û di navbera Derya Reş û Kurdistanê  ne tenê bû pir a enternasyonal, di heman demê de rêya raperîn û berxwedana rizgariya ji zilm û mêtingeriyê nîşanî gelê Tirk da. Hevrê Hakî Karer ku herî zêde xebitî, ked da û alîkarî da her kesî di kevneşopiya berxwedêrî û şoreşgeriyê ya Gulanê de hem ji bo gelê Tirk hem jî ji bo gelê Kurd bû navê rizgariya ji zilm û mêtingeriyê.

ÇARAN

Çaran ku dan ser şopa rêberên şoreşger ên berî xwe di 18’ê Gulana 1982’an de li zindana Amedê li hemberî teslimiyetê bedena xwe dan ber agir û li hemberî teslîmiyetê ala berxwedan û têkoşînê bêtirs hildan. Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmût Zengîn ku weke Çaran derbasî nava dîroka me ya şoreşgerî bû, ala pêşengên beriya xwe ya li dijî xiyanet, tslîmiyet û êrîşên mêtingeriyê bi rûmet bilind kirin. Li dijî zextên faşîzmê yên tarîtiya 12’ê Îlonê, bûn meşaleya berxwedanê. Çaran di heman demê de li hemberî teslîmiyet û îmha, înkarkirina neteweya Kurd dirûşma serketinê bi agirê di bedena xwe de xistin pratîkê û mîrateyek ji şopdarên xwe re hiştin.

ALÎ HAYDAR KAYTAN – RIZA ALTÛN

Ji şopdarên vê mîrateyê, hevrê Alî Haydar Kaytan (H. Fûat) û Riza Altûn ku beriya demeke kurt şehadeta wan hate ragihandin, bi keda ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de dan nirxên mezin afirandin. Ev hevrê di heman demê de şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedan û biryardariya Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Çaran, Heval Fûat û Riza Altûn di têkoşîna wan a azadî, şoreşê û sosyalîzmê de dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakgerê ku parêzvanên Barzanî êrîşî wî kirin, gilî kir

Şaxewan Taha ku bi daxwaza ronîkirina mirina bi guman a xwişka xwe li ber Qesra…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Ne Rabîa Oner, divê çete werin darizandin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li hemberî biryara girtina Rojnamevan Rabîa Oner û serdegirtina mala…

Ji aliyê Stêrk TV

Komxebata ‘Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê’ li Tebqayê hat lidarxistin

Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistên Civakî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump dê tevlîbûna DYE di tetbîqata leşkerî ya bi Koreya Başûr re kêm bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay car din serlêdana lêpirsînê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?