Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Paradîgmaya Rêber Apo paradîgmayeke avaker e û ji nû ve çêker e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Erzîncan binpêkirin bi dawî nabin: Lêgerîna tazî, qedexeya axaftina bi Kurdî û tecrîd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Savaş Çelîk: Hate revandin, êşkence dît, tevî ku sûcên li ser wî bêbingeh in jî nayê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li Tirkiyeyê di sala 2024’an de herî kêm 6 hezar û 94 binpêkirina maf pêk hatine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeyvîna bi Rêber Apo re ya hatibû astengkirin: Divê dewlet êdî ne tabû be, demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girseya gel serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pasûrê darbenda pirê hilweşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel ji bo dengdanê diçe Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncaw

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê şehîdên Garê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Şeva Çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê Festîvala Çand û Dîroka Kurd hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Rojên Fîlmên Serçavan’ bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çîgdem Dogû: Em nirxên xwe fesix nakin
Kurdistan

Çîgdem Dogû: Em nirxên xwe fesix nakin

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku PKK'ê bi şehîdan re nirxên mezin, exlaq, çand û felsefeya jiyanê afirandiye û got, "Bêguman em van nirxên xwe fesix nakin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Gulan 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Kongreya 12’emîn a PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Encamnameya kongreyê û biryarên hatin wergirtin di 12’ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin. Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû li kongreyê axivî û anî ziman ku Rêber Apo bi hurmet silav kir û şehîd bi minet bi bîr anî. Nirxandina Çîgdem Dogû bi vî rengî ye:

NIRXÊN HATINE AFIRANDIN BINGEHA SERDEMA NÛ YE

Em kongreya fesixkirina PKK’ê li dar dixin. Lê PKK bi şehîdên mezin re nirxên mezin afirand. Bi rastî, exlaqek mezin afirand. Çandeke pir mezin afirand. Felsefeya jiyana azad afirand. Dema ku em PKK’ê fesix dikin, bêguman em van nirxan fesix nakin. 

Bi rastî, ev nirxên me bingeha pêvajoya ku em ê di serdema pêş de xwe nû bikin û ji nû ve ava bikin, pêk tînin. Ji ber vê yekê, ez dixwazim bibêjim ku ev nirxên mezin û şehîdên me yên leheng wê her tim bijîn. Dixwazim destnîşan bikim ku nîqaşên me yên kongreyê û biryardariya ku derket holê jî wê îfadeya vê yekê be.

EM LI VIR TÊK NEÇÛN

Niha, Rêber di banga 27’ê Sibatê de ev hevok bi kar anî û got, “Divê hûn mîna her cemiyetên hemdem ên ku bi zorê nehtine tinekirin û nehatine çewisandin xwe fesix bikin.” Bêguman her hevokeke wê bangewaziyê mîna manîfestoyekê ye û tijî tespîtên pir hêja û girîng hene, lê ev hevok yek ji yên herî girîng bû. 

Dema ku em PKK’ê fesix dikin, bêguman em nikarin nîqaşan li ser vê yekê deynin. Dijmin pir caran weke ku şerê taybet dimeşîne û dinirxîne, dibêje vaye têkçûn, tasfîye bûn, em ê wan tasfiye bikin û hwd. Em hemû rojane van tiştan dişopînin. 

Dijmin bi israr hewl dide bîne asta têkçûn û têkbirinê. Lê em dizanin ku bi rastî fesixkirina PKK’ê ji têkçûn û têkbirinê wêdetir, rastiya wê di asteke pir cûda de derketiye holê. Em di vir de têk neçûne. PKK ne ku ji ber têkçûnê ya dawiya temenê xwe yê 52 salan xwe fesix dike.

YEKEMCAR RASTIYEKE BI VÎ RENGÎ

Ez dixwazim bi taybetî li ser vê yekê rawestim. Bi rastî jî, ev kongre ji her alî ve kongreyeke dîrokî ye. Ne tenê di aliyê dîroka Kurdistanê de, dema ku em di aliyê Rojhilata Navîn lê dinêrin, weke ku Rêbertî bi îradeya xwe got, weke her cemiyetên hemdem bi îradeya xwe ketiye nava pêvajoyek guhertin û veguherînê û bi qasî ez zanim rêxistina tekane ye. Dibe ku di nav hezar salan de cara yekem e ku rastiyek wisa li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Rêbertî di perspektîfên xwe yên dawî de vê yekê destnîşan dike. 

Di nirxandinên berê de jî hebû. Bi rastî, ji ber ku Rojhilata Navîn û Kurdistan her tim di herkîna dîrokê de xwe neguherandine û veneguherandine û xwe ji nû ve ava nekirine her tim li paş mane. Her tim winda dikin. Ji ber vê yekê, wekî tevgerek ku di nava Rojhilata Navîn de li Kurdistanê mezin bûye û pêş ketiye, ne bi zordariya hin kesan, dijminan û hêzên derve, bi temamî bi îradeya xwe û  bi talîmatên Rêber Apo kongreya xwe pêk anî. Di vê wateyê de pir nirxdar û watedar e. Û ez bawer dikim ku encam wê pir herêmî bin. 

Ev pêvajo ne tenê di aliyê Kurdistanê de, di aliyê tevahiya Rojhilata Navîn de wê Rojhilata Navîn xwe ji nû ve ava bike. PKK bi fesixkirina xwe pêşengiya vê yekê dike. Bi rastî jî rewşek e ku divê wekî serkeftinek mezin a Rêber Apo were dîtin.

PKK JI BO ME HEMÛYAN WEKE DAYIKEKÊ YE

Bêguman, rastiya PKK’ê mîna romaneke bêdawî ye. Di vê romanê de gelek tişt hene ku pêdivî bi nirxandin, lêkolîn û têgihîştina wê hene, em ê vê yekê paşê bi berfirehî binirxînin. Lê dema ku em PKK’ê fesix dikin, watedar kirina wê pir girîng e. Em ê çi fesix kirin? Ji niha û pê ve em ê çawa bidomînin? Yanî ez dikarim di pêvajoya pêşketina xwe ya kesayetî de bibêjim. Ez bi hemû hevrêyên xwe re bi salan di heman rêxistinê de jiyan û xebitîn û me hevdu nas kir. Bêguman, ez dikarim vê yekê di aliyê gelek hevalên xwe de bibêjim. 

PKK bi rastî jî ji bo me hemûyan bûye mîna dayikekê. Çawa mîna dayikekê biaxive, çawa bimeşe, çawa bi mirovan re têkilî dayne, çawa xwe birêxistin bike, çawa xwe biparêze, çawa şer bike, divê tevgera te çawa be, evîn çawa be, rêzdarî çawa be, dostî çawa be, hevaltî çawa be… vana fêrî me kir. Dibe ku me neha niha nirxên exlaqî yên bingehîn ji dayika xwe, bavê xwe û malbata xwe fêr nebûne, di nav PKK’ê de fêr bûne.  

PKK’ê van tiştan fêrî me kir. PKK’ê van tiştan ne tenê ji milîtanên xwe re,  ji gelê me û gelan re jî vegot. Ya herî girîng ji jinan re vegot. Divê jinek xwe çawa bide jiyînî, divê jinek hêza xwe ya bêhempa çawa nas bike, divê jinek xwe çawa îfade bike, dema ku em li ser rastiya Kurdistanê û rastiya Rojhilata Navîn van tiştan difikirin, bi rastî jî tiştên mûcîzeyî ne.

EXLAQÊ AZADIYÊ AFIRAND

Em hinekî hîn bûne. Em di nav vê rêxistinê de dijîn. Dibe ku hin tişt veguherîne adeteke çandî. Lê bi rastî jî mûcîzeyî ye. Mesela şehîdên me mûcîzeyî ne. Hevrêyên me yanî giyanên me û şêweyên wan bi rastî jî mûcîzeyî ne. Yanî gelek ji vana mirov venabêjin. 

Ji ber vê yekê, girîng e ku em vê yekê pir baş fêm bikin. PKK ev exlaq afirand. Exlaqê azadiyê afirand. Felsefeya azadiyê afirand. Di nav me de klîka azadiyê afirand. Bi qasî kutê bîra min, rexne û nirxandina yekem a Rêbertiyê li ser sosyalîzm û sosyalîzma berfireh kiribû di sala 1987’an de bû. 

Nirxandina jin û malbatê jî di sala 1987’an de ye. Yanî ev hemû nirxandin di serdema Kongreya 3’yemîn de bûn. Û gava em li van hemûyan dinêrin, em dibînin ku ev di rastiyê de tiştên li derveyî sosyalîzma reel e. 

Şêweyê destgirtina jinan, şêweyê destgirtina enternasyonalîzmê, ne tenê sosyalîzma neteweyî lê rastiya ku sosyalîzm divê xwe gerdûnî bike, nêzîkatiya wê ya ji xwezayê re, nêzîkatiya wê ya ji jinan re, ev bi rastî di sala 1987’an de bi awayekî pir berfireh hatin nirxandin û di vî alî de heke em bala xwe bidin pêşveçûna tevgera jinan, yekem tevgera me ya jinan piştî Kongreya 3’yan hat damezrandin. Yanî, bi rastî vana çirûsk, nîşaneyên pêşîn ên hem di pratîkê de hem jî di teoriyê de derbaskirina sosyalîzma reel e 

Û dema ku em hatin Kongreya 5’emîn, Rêbertiyê ev rastî di rapora siyasî ya Kongreya 5’emîn de pir bi hêztir formule kir. Bi rastî, ew rapor raporek siyasî ye ku divê ji hêla çawaniya derbaskirina sosyalîzma rastîn ve lê were nihêrîn. 

Tovên hemû mijarên ku wê demê Rêbertiyê li wir hene. Sosyalîzma reel ji wê demê vetê derbaskirin. 

Û bi vê re tevgera jinan paşê bi hêztir pêş ket, artêşa jinan, jin xwe birêxistin kirin, pêvajoyên guhertinê yên ku di nav partiyê de hewce bûn werin jiyîn, Rêbertiyê vana hemê bi berfirehî girt dest û bi hewldana xwe vê yekê nîşan da. Wekî ku min got, dema min got PKK dayika me ye, mebesta min ew e ku ev dayika ku me mezin kir û xwedî kir, di rastiyê de PKK a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin e.

HER TIM PERSPEKTÎF DANÎ PÊŞIYA ME

Ji bo derbaskirina van hemûyan, sosyalîzma reel û di heman demê de kapîtalîzm, feodalîzm, malbatperestî, eşîretî û her cûre paşverûtiya têkiliyên jin-mêr, Rêber Apo her gav perspektîfek pir mezin danî pêşiya me. Rêber Apo berî çend salan vê yekê derbas kir. Hewl da ku em jî derbas bikin. Hemû analîz di rastiyê de wekî berhema vê hewldanê derketin holê.

EM REHÊN WÊ HÎN BI KÛRAHÎ BERDIDIN

Belê, em PKK’ê fesix dikin, lê nirxên ku di nav PKK’ê de hatine afirandin di rastiyê de kok in. Em vê kokê kûrtir berdin erdê. Bi ji nû ve avakirin û ketina pêvajoyeke nû, em di rastiyê de nirxên kok ên PKK’ê, bi ked, xwêdan û zehmetiyên mezin bi şehîdên me re derketiye holê, bêhtir bera erdê didin û gavên mezin û xurtir davêjin. Di vê wateyê de, em bi rastî jî ji demên dîrokî re şahidiyê dikin.

GARANTIYA WÊ DÎSA EM IN

Em şahidiya kêliyên dîrokî dikin û ji bo pêvajoya piştî vê bi tendurist bimeşe, nirxên ku di 52 salan de hatine afirandin wê bi awayê herî xurt, herî rast, herî xweşik û herî azad hebûna xwe bidomînin û misogeriya domdariya vê em in. Yanî yên ku dijîn em in. 

Ji ber vê yekê, wekî milîtanên PKK’ê û bi taybetî jî wekî hevrêyên ku beşdarî vê kongreyê bûn, berpirsiyariya me bi rastî mezintir e. Hîn jî bê pêvajoya çawa pêş bikeve ne diyar e. Yanî em li ber kêliyên dîrokî de ne. Em çawa dikarin ji wê astê wêdetir biçin? Ev pêvajo wê çawa bidome? Wê dijmin çawa êrîş bike? Ew ê şerekî taybet çawa bimeşîne? Ew ê bi awayekî fîzîkî çawa êrîş bike? Di vê mijarê de nediyariyek heye. Xetere hene. Rîsk hene. Em, yanî pêkhateya partiya me wê vê pêvajoyê çawa fam bikin û çawa bi wate bikin, xalek girîng e.

RÊBERTÎ WÊ HÎN BÊHTIR VAN RAXE PÊŞ ÇAVAN

Ji vî alî ve girîngiyeke dîrokî heye ku em vê pêvajoyê bi awayekî rast fam bikin û pêk bînin û em bi vê hişmendî û ruhê, bi biryardariya PKK’ê, yanî bi biryardariya PKK’ê ya li ser xeta Rêber Apo beşdarî pêvajoya li pêşiya me bibin, xetere û metirsiyên vê pêvajoyê ji holê rakin û  bi şêweyê beşdarbûnê re bala xwe bidin aliyê ku bidin qezenckirin û ev nêzîkatî pir girîng e. Û vaye perspektîfa ku 7 xalan pêk tê ya ji hêla Rêber ve hatiye pêşkêşkirin heye.Wê Rêberî vana hîn bêtir veke. Bêguman, Rêbertî cara yekem vana nenirxandin, lê hîn bêtir kûr kir û perspektîfên balkêştir kiriye hene. 

Şêweyê şîrovekirina dîrokê, şêweyê nihêrîna jiyanê di perspektîfa jinê de lênihêrîn, di perspektîfa civakê lênihêrîn û di perspektîfeke civaka demokratîk de lênihêrîn, bi rastî jî tiştekî pir cuda ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê GULANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Em ê li gorî biryarên hatine wergirtin tevbigerin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Têkoşîna ekolojiyê mafê bingehîn e

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê bal kişand ser qirkirina ekolojîk a li Kurdistanê û Tirkiyeyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Aldar Xelîl: Em Sûriyeyek nenavendî dixwaz in

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl got, “Em sîstemeke nenavendî ne tenê ji bo Kurdan,…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên YPJ’ê: Weke 5 xwişkan em bi hemû hêza xwe têdikoşin

4 Şervanên YPJ’ê ku xwişkên hev in gotin, “YPJ, sembola azadî û berxwedaniyê ye. Weke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Girseya gel serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Pasûrê darbenda pirê hilweşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gel ji bo dengdanê diçe Kerkûkê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncaw

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?