Çarşem, 4 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şervanê YPG’ê Îdrîs Umît hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê qirkirina ekolojîk berdewam dike: Bi sedan darberû hatin birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji baroyan banga li ser doza Kobanê: Bi ya DMME’yê bikin, girtiyan berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Girtîgeha Edîrneyê ji bo azadiya girtiyan banga têkoşînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Çînê dîplomasiya Rojhilata Navîn: Pêşîlêgirtina şer karê sereke ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Canan Kebenç Ozkan: Wê ruhê Lihevkirina Bajêr dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogullari: Divê rûbirûbûn pêk were
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Divê rûbirûbûn pêk were

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Amedê di çalakiya xizmên windayan de axivî û got, “Em careke din dibêjin ku divê hemû winda bên dîtin. Divê rûbirûbûn pêk were.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 851’emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, endama Komîsyona Rêveber a Partiya Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ku ev 30 sal in malbat têkoşînê didin û wiha got: “Bêyî rûbirûbûna bi paşerojê re û bêyî aşkerekirina aqûbeta windayan aştiyeke mayînde û bi rûmet ne pêkan e.”

Beycan Taşkiran jî wiha got: “Aştiya bi rûmet bi rûbirûbûnê dibe. Bê edaletî, bê azadî aştî nabe. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e.”

Piştre Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û diyar kir ku ew deyndarê keda windayan in û wiha axivî: “Li vî welatî kesen ku aştî, çareserkirina pirsgirêka Kurd dixwestin gelek bedelên giran dan. Wan kesan li pişt xwe çîrokên xwe hiştin. Dîroka keda wan di dîroka me de dijî. Banga birêz Abdullah Ocalan hêviya aştiyê geş kir. Em soz didin ku berxwedana wan em ê bilind bikin. Em îro behsa aştiyê dikin divê faîlên wan kesan bên dîtin ku aştî mimkûn bibe. Ez kesên ku çîqas êş kişandiye jî gotina aştiyê her dem anîne ziman li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim. Em careke din dibêjin divê hemû winda bên dîtin û dozên nehatine çareserkirin bên aşkerakirin. Divê ev rûbirûbûna rasteqîn pêk were. Divê lêborîneke fermî ji malbat, civak û her kesên berdêl dane, bê xwestin. Girîng e ev yek di belgeyên dewletê de bê qeydkirin. Tenê bi vî awayî dibe ku ev êş hinekî jî sivik bibin. Ancax bi vî rengî dikare rûpeleke rasteqîn a aştiyê vebe.”

Piştre Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Hasan Ocak xwend û wiha got: “Di 21’ê Adara 1995’an de Hasan Ocak hat binçavkirin. Li Stebolê birin avahiya TEMê. Li vir koma TIM-3 a ku Bayram Kartal ser ve rastî bi îşkencê hat. Di binçavan de hin kesan Hasan Ocak dîtin. Lê berpirsiyaran gotin Hasan Ocak nehatiye binçavkirin. Lêgerina malbat û ÎHD’ê piştî 15’ê Gulanê li Stenbolê di goristana bêkesan de Hasan Ocak hat dîtin. Di bedana vî de şopa îşkenceye hat dîtin. Malbata Ocak serî dadgehê da û xwest TIM-3 werê darizandin lê tu lêpirsin nehat çêkirin. Dayîka Hasan Ocak Emîne Ocak serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) da dadgeh di 15’ê Tirmeha 2004’an de biryar da û dewleta Tirk hikmî tazmînatê kir.

Paşê ji bo Hasan Ocak û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DBP û DEM Partî: Ronahiya li Geziyê rêya me ronî dike
Nûçeya Pişt re Ji bo şehîd Ekîn Ceren Dogruak çalakiya bîranînê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike

Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê, lêkolîner û akademisyen Daed Qanou ragihand ku ew dixwaze bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû

Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya DEM Partiyê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV

Ji hunermendên Fransî strana ‘Evîn’

Di salvegera 2'yemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê de hunermendên Fransî bi stranekê Evîn Goyî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şervanê YPG’ê Îdrîs Umît hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Şirnexê qirkirina ekolojîk berdewam dike: Bi sedan darberû hatin birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji baroyan banga li ser doza Kobanê: Bi ya DMME’yê bikin, girtiyan berdin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li pêşiya Girtîgeha Edîrneyê ji bo azadiya girtiyan banga têkoşînê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?