Şemî, 13 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bila girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Elman: Pergala nenavendî alternatîfa herî guncaw e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sûstam: Hewceyî bi peymaneke civakî heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ‘Civîna Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê meşa ‘budçeyê’: Em ê ji şer û rantê re bibêjin ‘Na’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê fermandara pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî dîsa hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Ewropayê Konferansa Yekîtiya Neteweyî lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Sembola ruhê enternasyonal: Tîjda Zagros
Kurdistan

Sembola ruhê enternasyonal: Tîjda Zagros

Tîjda Zagros 29'ê Nîsana 2025'an li qada Girê Bahar a Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Çîroka vê şervana esîl êdî çîroka Kurdistanê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Dema ku mirov bala xwe didin ser gerîlayên enternasyonal ên tevlî têkoşînê bûn û şehîd bûn, rewşa herî şênber a têkoşîna azadiya azadiyê ya Kurdistanê ji ku herêmî bûye gerdûnî, bi şênberî tê fêhmkirin. Yên ku ji cewhera mirovahiyê dûr neketine û li hemberî derfetên şaristaniyê li ber xwe dane, îro tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibin.

Ji aliyekî ve di hestê de li aliyê din jî di ruh de tevlî nava vê têkoşînê dibin. Di nava paradîgmaya Rêber Apo de bersivên herî rast ji bo lêgerînên xwe peyda dikin. Heta dawiyê bi têkoşîna ji bo çarenûsa gel û welatekî re ne, li gel wê mil bi mil şer dikin.

Ronahî (Andrea Wolf), Nûdem (Uta Schneiderbanger), Şiyar (Jakob Riemer), Sara (Sarah Handelmann), Bager (Michael Panser), Azad (Thomas Johann Spies) û Elefteria (Eva Maria Steiger), herî dawî jî Tîjda Zagros (Kelly Freygang) gelek şervanên enternasyonalîst bi durustî, dilsozî û milîtaniya xwe derbasî nava dîrokê bûn.

JI KELLY BER BI TÎJDA VE

Tîjda Zagros li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji dayik bû. Bi kevneşopiya malbateke çep-sosyalîst mezin bû, hîn di zarokatiyê de digot, dema mezin bibe dixwaze bibe şoreşger. Lêgerîn û utopyayên wê her tim li ser vê bingehê bûn. Gava ku dema wê hat xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir û gihîst xeyalên xwe.

Dema ku li zanîngehê diçû beşa hiqûqê, heybet û ronahiya berxwedana Kobanê gihîşt heta Ewropayê. Ew dem bû ku ji têkoşîna gelê Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê re ji nêz ve şahidî dikir. Di heman demê de demeke welê bû ku Şoreşa Rojava ji aliyê gelên Ewropayê ve ji nêz ve dihate şopandin. Hevala Tîjda jî yek ji wan mirovan bû ku ev pêvajo ji nêz ve dişopand.

Li xaka ku qet nizanîbû, dema ku berxwedana gelekî ku qet nas nedikir dît, bi kêliyeke diyarker a jiyana xwe re rû bi rû ma. Xwest vê heqîqetê fêhm bike; ev yek êdî bi rastiyê ve eleqedar bû. Ji bo karibe îdeolojiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike tevlî kar bû. Fêhm kir ku bersiva pirsên wê di nava vê paradîgmayê de ye. Her ku ev têkiliya bi Rêber Apo re danî xurt bû, hîn bêhtir nêzî têkoşîna azadiyê ya Kurd bû.

Li pêşberî tiştên didît û hîn dibû xemsar nebû. Ya ku herî zêde bandor li wê kir, îdeolojiya rizgariya jinê bû ku ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin. Têgihişt ku gava destpêkê ya rizgariyê qutbûna ji sîstemê ye. Zanîbû ku cihê hînbûn û jiyana îdeolojiya Rêber Apo çiyayên Kurdistanê ye.

Di dilê xwe de êşa gelê Kurd û zilma ku lê dihate kirin hîs kir. Berdêla xwe çi dibe bila bibe xwest vê yekê biguherîne û ber bi pêş ve gavê biavêje.

Sala 2017’an berê xwe da çiyê û dilê xwe tevlî têkoşînê kir. Tîjda ku di nava jiyanê de ti biryara xwe nîvco nedihişt, heta dawiyê da pey biryara xwe ya tevlîbûnê. Ji soza xwe ji bo kêliyekê jî poşman nebû.

Salên xwe yen têkoşînê bi dilsozî û milîtaniyeke bêdawî derbas kir. Her kêliya xwe ji bo serxistina vê yekê bi têr û tijî jiya. Salên xwe yên şoreşgerî bi vî rengî pênase kir:

“Her tişt bi guherîn û veguherînê destpê dike. Armanca hevrêyên me armanca me ye, armanca me armanca hevrêyên me ye. Ji hev qut nîne. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, em xwe amade dikin. Têkoşîna min hêviyê dide min.”

Hevala Tîjda ku li çiyayên Kurdistanê bi têr û tijî azadî jiya, ji ber ku xwedî jiyaneke ewçend bi rûmet a azadiyê bû, timî xwe bi şens didît.

LI DERGAHA FEDAIYAN

Tîjda dilxwaza çiyayên Kurdistanê ye. Armanca xwe diyar e; ji dil ve baweriya xwe pê tîne û bi vê têgihiştinê tevdigere. Bi zanebûn tevlî dibe. Vediguhere bedewiya guherîn, veguherîn û avabûnê. Dest ji jiyana ji bo xwe berdide, kesayeteke welê ye ku jiyana xwe diyarî jiyana azad a mirovahiyê kiriye.

Çiya gelek tişt lê zêde kir, wê jî gelek tişt li çiyê zêde kir. Li çiyayên azad ên Kurdistanê tevlî gelek karên cuda bû. Ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyên cidî; ji pêvajoyên cuda yên perwerdeyê derbas bû. Xwe hîn bêhtir nêzî heqîqetê kir. Dema bi hevrêyên xwe re derbas kir ji rêzê nebû; bi qîmeta her kêliyê zanî bû.

Di sala 2021’ê de ji qonaxeke nû derbas bû. Gihîşt asteke nû ya biryardayinê. Êdî wê li ser xeta fedaîbûnê bijiya û şer bikira. Wê jî banga azadiyê ya Zîlan bihîst. Zîlan êdî di dilê wê de ye. Fedakarî, ruhê fedaîtiyê di kesayetiya xwe de hîs dike.

Êdî li wê dergahê ye ku yên welê lê ne ku ewqasî ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de jiyana xwe feda dikin. Zane ku bi fedaîbûnê dikare bibe xwedî jiyaneke hîn bi wate. Eger navê fedakarî, milîtanbûyîn û şoreşgeriyê li Kurdistanê Zîlanbûyîn be, navê wê yê din jî Tîjda Zagros e.

DERBASÎ QADA ŞER BÛ

Beriya derbasî qada şer bibe di dîmenekî de got, “Ji ber dilsoziya xwe ya bi hevrêyên şehîd û Rêbertî diçim.” Anî ziman ku ji bilî serketinê ew tiştekî din qebûl nake û heta serketinê wê şer bike. Bi vê baweriyê li refên herî pêş ên eniyê cih girt. Di dema şerê herî giran de jî çepera xwe ti carî vala nehişt.

Li gel zor û zehmetiyan jî bi coş û rûkeniyê tevlî bû. Bi rengekî fedaî jiya û şer kir. Heta dawiyê dilsoz bû û xwedî ruhekî serhildêr û sekneke bi rûmet bû.

Çîroka wê ya jiyanê ya li bajarê Hamburg ê Elmanyayê destpê kir li çiyayê serhildêr ên Kurdistanê dewam kir. Ew êdî şervaneke leheng a Kurdistanê ye. Parêzvana pîvanên jiyana sosyalîzmê ye. Wêrekî, bawerî û ruhê xwe li çiyê neqişand. Ji ber vê yekê derbaskirina sînorên vê berxwedana esîl û gerdûnîbûyîn e.

Tîjda Zagros 29’ê Nîsana 2025’an li qada berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Çîroka vê şervana esîl êdî çîroka Kurdistanê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbol û Enqereyê daxwaza berdana girtiyên nexweş hate kirin
Nûçeya Pişt re Zekî Îrmez: Ekolojiya Botanê bi rêk û pêk tê talankirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji QSD’ê Çalakî: 3 çete hatin kuştin, 6 drone hatin xistin

QSD'ê ragihand ku di çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdaneke nû kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl: Qonaxa destpêkê temam bû

Îsraîlê ragihand ku qonaxa destpêkê ya êrîşa li ser Îranê temam bûye.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xebat Dîcle: Xweparastin birêxistinbûn e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

3’yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê meşa ‘budçeyê’: Em ê ji şer û rantê re bibêjin ‘Na’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?