În, 31 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çavkaniyên Yemenê: Erebistana Siûdî amadekariyê dike ku li dijî Hûsiyan operasyonê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Yildirim: Heta ku pirsgirêka baweriyê çareser nebe pêşketineke mayinde jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 5’emîn salvegera Komkujiya Dedeogullari de banga edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de 6 polîs hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li ciwanên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şarbajêr şewata mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sroş Keremî yê ku piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha HDK-Î

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Fûat Kav: Çekdanîn bi şert û mercên Serok Apo ve girêdayî ye
Rojane

Fûat Kav: Çekdanîn bi şert û mercên Serok Apo ve girêdayî ye

Fûat Kav biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê şîrove kir û anî ziman ku têkoşîna çekdarî hatiye rawestandin, lê belê çek hînê nehatine danîn û got, "Meseleya danîna çekan bi şert û mercên Serok Apo û rêvebirina wî ya pêvajoyê ve girêdayî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Nivîskar Fûat Kav têkildarî biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê û nêzîkatiya desthilatdariya AKP’ê ji ANF’ê re axivî.

Fûat Kav got, “Serok Apo kir ku Kongreya 12’emîn a PKK’ê pêk were. Diyar kiribû ku pêwîstî bi kongreyê heye û biryarên di kongreyê de bêne wergirtin tenê ji aliyê kadroyên PKK’ê dikarin werin wergirtin. Li ser vê yekê kongre hate kirin û di çarçoveya perspektîf û pêşniyarên Serok Apo de biryar hatin dayin.

Li vê derê mirov dikarin qala du biryarên bingehîn bikin. Ya destpêkê biryara fesixkirina PKK’ê; ya dumeîn jî biryara li ser rawestandina têkoşîna çekdarî ye. Ev biryar hem dîrokî ne hem jî rojane ne. Rêber Apo bi perspektîfeke nû diyar dike ku pêvajo êdî guherî ye, veguherî ye; pêwîstî bi pêvajoyeke nû heye, PKK’ê wezîfeya xwe pêk aniye, êdî divê bi rê û rêbazên cuda têkoşîn bê meşandin. Bêguman biryarên PKK’ê jî xwe dispêrin vê perspektîfê.

Lê belê ji bo pêkhatina van biryaran bi taybetî tê destnîşankirin ku divê Serok Apo vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Yanî ji bo Serok Apo karibe vê pêvajoyê bimeşîne divê azad bibe, ji aliyê fîzîkî ve divê azad bibe. Eger ev yek pêk neyê, bi rengekî xwezayî nepêkane ku ev herdu biryarên bingehîn ên kongreyê pêk werin.

Ev biryar bi şert in. Şert jî ev e: Tê gotin, ‘PKK dibêje ez xwe fesix dikim, têkoşîna çekdarî radiwestîne. Lê belê taktîk, stratejî û amûrên nû yên têkoşîna ji niha û pê ve divê ji aliyê Serok Apo ve bêne afirandin’.

Eger ev nebe -bi taybetî destnîşan dikim- têkoşîna çekdarî dibe ku di asta agirbestê de be, lê belê dawiya dawî heta ku Serok Apo azad nebe, têkoşîna çekdarî dikare bê rawestandin lê belê çek nikare bê danîn.”

Têkildarî gotina ‘Divê çekên xwe teslîm bikin’ û ‘Tirkiyeya bê teror’ a ku Serokkomar Erdogan timî bilêv dike, Fûat Kav ev nirxandin kir:

“Gotinên dewletê teslîmiyet e. Bi gotineke din, nêzîkatiya giştî ya dewletê ne ew e ku PKK xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî rawestîne. Nêzîkatiya giştî ew e ku yekser teslîmî dewleta Tirkiyeyê bibe.

Li gorî wan, beşek ji gerîla wê vegere Tirkiyeyê û li wê derê li gorî wan bi rengê ‘yên sûc kirine’ yan jî ‘yên sûc nekirine’ bêne kategorîzekirin. Wê hinekan bigire, hinekan jî berde. Beşek jî wê li derveyî Tirkiyeyê bêne hiştin. Di bin kontrola PDK’ê de yan jî li goşeyeke Ewropayê dixwaze wan bixe kampan.

Dewlet bi vî rengî difikire, lê belê rastî gelekî cuda ye. Perspektîfa ku Serok Apo şandiye kongreyê û biryarên kongreyê hene. Serok Apo di her hevdîtinê de dibêje, ‘Teslîmiyet nîne’. Ji Serok Apo dipirsin, ‘Wê çek bê danîn?’ ew jî dibêje, ‘Piştî gava ku me avêt, eger dewlet gavê neavêje wê gerîla xwe biparêze’.

PKK’ê xwe fesix kiribe jî di rewşa heyî de hem kadro hem jî gerîlayên wê, wê xwe jî gelê xwe jî biparêzin. Di vê mijarê de tespîtên şênber û zelal ên Serok Apo hene. Ji ber vê yekê bi dîtina min a ku niha dewlet difikire û biryarên di kongreya PKK’ê de hatin wergirtin ji hev gelekî cud ane.”

Nivîskar Fûat Kav diyar kir ku dewlet niha dixwaze mijûl bike, bi mijûlkirinê bigihêje armanca xwe û got, “PKK’ê xwe fesix kir û têkoşîna çekdarî rawestand. Vê carê jî dewlet dixwaze çekan radestî wan bike. Yanî bi kurtasî daxwaz û ferzkirinên dewletê naqedin. Divê baş bê zanîn, PKK zêdeyî 40 sal in têdikoşe. Gelê Kurd êdî xwedî hişmendiya neteweyî ye. Bi gavên beramberî hev nepêkane ku PKK çekê dîne.

Eger dewleta Tirk dixwaze şer biqedîne, aboriyê sererast bike û li Rojhilata Navîn bibe hêzek, divê gavê biavêje. Dewleta Tirk weke ku ji derve tê xuyakirin xurt nîne; di her kêliyê de dikare hilweşe.

Dewlet di vê mijarê de divê xwe nexapîne. Bi mijûlkirina PKK’ê, bi nêzîkatiyeke ku gavê neavêje, nikare encamê bi dest bixe. Ev nêzîkatî şaş e, xapandina xwe bi xwe ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê ya li dijî keştiya Madleenê da
Nûçeya Pişt re PKK: Em bang dikin ku li dora Rêber Apo hîn bi xurtî bicivin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fransa amadekariya naskirina dewleta Filîstînê dike, Îsraîl li ber rabû

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew ê di meha Hezîranê de dewleta Filîstînê nas…

Ji aliyê Stêrk TV

Meseleya mêhtingeriyê û mejiyê mêhtingeh

Gelek caran dibihîzim: mêhtinger serê pêşî mejiyên mirovan dikin mêhtingeh. Yanî çi? Gelo tişta ku…

Ji aliyê Luqman GULDIVÊ

‘QSD gel e, gel jî QSD ye’

Endamê Fermandariya QSD’ê Luqman Xelîl diyar kir ku ew ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çavkaniyên Yemenê: Erebistana Siûdî amadekariyê dike ku li dijî Hûsiyan operasyonê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ahmet Yildirim: Heta ku pirsgirêka baweriyê çareser nebe pêşketineke mayinde jî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di 5’emîn salvegera Komkujiya Dedeogullari de banga edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?