Rapora ku 148 welatan digire nav xwe û di warên beşdariya aborî, perwerde, tenduristî û desthilata siyasî de ya wekheviya zayendî vedikole.
Encamên sereke yên raporê wiha ne:
– Rêjeya wekheviya zayendî ya kurevî niha ji sedî 68.8 e, piştî pandemiyê zêde bûye.
– Îzlanda bi rêjeya ji sedî 92.6, ev 16’an li ser hev bû welatê herî wekhev. Fransa bi rêjeya ji sedî 76.5 di rêza 35’an de ye.
– Her çiqasî jin ji sedî 41.2 hêza kar a cîhanê pêk tînin jî, rêjeya wan di pozîsyonên lîdertiyê de tenê ji sedî 28.8 e.
– Jin ji mêran ji sedî 55 bêtir navberê dide kariyerê û ev yek bandorê li dahat û derfetên wan ên terfîkirinê dike.
RÎSKÊN TEKNOLOJÎK
Tê gotin ku pêşketinên teknolojîk ên wekî bi taybetî li welatên dahata wan kêm in karê jinan diakr bikeve rîskê. Wekî ku di pandemiya Covid-19’an de hate dîtin, jin ji krîzên aboriyê bêtir bi bandor dibin.
POZÎSYONÊN RÊVEBERIYÊ
Her çiqasî jin di perwerdehiya zanîngehê de li pêşiya mêran bin jî, ev serketin di pozîsyonên rêveberiya payebilind nayê dîtin. Ev rewş nîşan dide ku potansiyela aborî baş nayê nirxandin.
Rapor teqez dike ku modelên xebatê yên heyî divê jinûve werin nirxandin û rêyên kariyera jinan nermtir bibin da ku wekhevî pêk were. Her wiha li ser girîngiya polîtîkayên bazirganî û civakî yên ku karê jinan diparêzin radiwestin.
Di raporê de wiha hat gotin: “Razemeniya di wekheviyê de bên kirin, wê ji aboriya berhemdar, zexm û aramiya welatan re bibe alîkar. Çapa herî dawî ya Rapora Cudahiya Zayendî ya Kurevî rewşa wekehvî ya heyî dipîve, armanc dike ku welatên herî zêde bi pêş dikevin diyar bike û yên biryaran didin bi hêz bike. Guhertin pêkan e û serketina pêşveçûnê jî pêkan e.”