Pêncşem, 14 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    FEDA û DAKB’ê: Zimanê Kurdî zimanê dayikê ye, nayê qedexekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rêber Apo bang li Konseya Ewropayê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Reyhan Hacioglû hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemîle Tûrhalli: Têkoşîna gelê Kurd di heman demê de têkoşîneke çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê ya ku çû Enqereyê: Pêwîstî bi kar heye, ne bi gotinê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bandora polîtîkayên şerê taybet a li qadê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Îsraîl li Quneytîrayê sûcê şer dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Divê statuya Rêber Apo fermî bibe û bibe hêza bicihanînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Cêjnîkan a li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê ya peyama Cejna Zimanê Kurdî: Divê Kurdî were parastin û xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo windayan çalakî
Kurdistan

Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo windayan çalakî

ÎHD û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin û ji bo darizandina faîlan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Çalakiyên ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan ve tên organîzekirin, bi armanca pirsîna aqûbeta windayan û daxwaza darizandina kiryaran berdewam dikin.

AMED

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 854’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolû li dar xistin. Gelek xizmên windayan, rêveberên ÎHD’ê, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Ewilî Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser têkoşîna 30 salan a Dayikên Şemiyê ya ji bo aqûbeta windayan û edaletê. Ercan Yilmaz anî ziman ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û got: “Ji bo ku winda bên dîtin û faîl bên darizandin divê qey çend sal derbas bibin? Divê dewlet lêborînê ji malbatên windayan bixwaze.”

Dû re jî ji Mirovên Şemiyê Îkbal Eren a xwişka winda Hayrettîn Eren axivî û diyar kir ku wê silavên Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê ji çalakiya Koşûyolûyê re aniye û got: “Rêya aştî û demokrasiyê di Qada Galatasarayê û Parka Koşûyolûyê re derbas dibe.”

Paşê jî rêveberê ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya Serhat Kazak ê di Hezîrana 1992’yan de hê 13 salî bû li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji aliyê tîmên taybet ve hat kuştin, xwend. Akdenîz anî ziman ku ji roja Serhat Kazak hatiye kuştin ve dosyeya wî wek faîl nediyar hatiye hiştin û xwest faîl bên darizandin. Akdenîz destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan di hefteya 690’emîn de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa ‘Bila winda bên dîtin, fail bên darizandin’ hat hilgirtin û wêneyên windayan hatin nîşandan de, rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr jî amade bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Siddik Oncu ku di 21’ê Hezîrana 1993’an de li gundê Qerqatê ya navçeya Xana Axpar a Amedê hatibû binçavkirin, ji wê rojê pê ve agahî jê nehatibû girtin û cenazeyê wî di 8’ê Tîrmehê de hatibû dîtin, hat xwendin.  

Rêveberê ÎHD’ê Metîn Nas diyar kir ku piştî ku Oncu tê binçavkirin li ber çavê gundiyan rastî îşkenceyê tê û leşker ji hevjîna wî re dibêjin êdî tê hevjînê xwe nebînî û ji gund  derdikevin. Rojek piştre Ocaxa Tenduristiyê ya Xana Axpar derbarê Oncu de rapor amade dike û li gorî raporê îşkence li wî hatiye kirin û piştre di 4’ê tîrmehê de agahî tê dayîn ku cenazeyê wî li morga Fakulteya Tipê ye û li gorî rapora otopsiyê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Malbatê dema cenaze wergirt tespît kir ku cenaze reş bûye, hemû parxan, neynûk û binê çengê reş bûne û di stûyê wî de şopên bend hene.

Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Gazîoglu di bersiva xwe ya li ser pirsa kuştina Oncu de got, “Mehmet Siddik Oncu di 4ê Tîrmehê de ji ber nexweşiya gurçik di 5ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku Oncu di sala 1993’an de di binçavan de jiyana xwe ji dest da û malbat bi rêya qenalên huqûqê yên navxweyî nekarî encamekê bi dest bixe, ew birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Di doza ku ji aliyê malbata Oncu ve hat vekirin de, DMME’yê Tirkiye mehkûm kir ku ji ber binpêkirina mafê jiyanê tazmînatê bide.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrg û xizmên windayan di hefteya 180’emîn de li Kolana Hunerê ya li Geverê hatin cem hev û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de ku pankartên ‘Faîl diyar in, winda li ku ne?’ û ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin’ hatin hilgirtin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê ku 32 sal berê piştî binçavkirinê winda bû hate pirsîn.

Çîroka Mehmet Zekî Dogan ê 37 salî li Navçeya Çelê ya Colemêrg li Lîseya Çukurcayê weke dergevan dixebitî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrg Sîbel Çapraz ve hat xwendin û wiha got: “Di 7’ê Hezîrana 1994’an de saet derdora 11.00’an tîmên taybet ên operasyonê avêtin ser dibistanê. Derî şikandin, Mehmet Zekî Dogan ê bi şev nobet digirt bi zorê birin û ew xistin hundirê maşîna zirxî. Malbata wî ji şahidên taxê hîn bû ku Dogan hatiye binçavkirin. Bi belgeya destûrê ya ji meqamên fermî wergirtî re li herêmê dest bi xebatên lêgerînê kirin. Bi beşdariya gelê Çelê operasyoneke berfireh a lêgerînê hat meşandin.”

Sîbel Çapraz da zanîn ku di dema lêgerînê de li gorî îfadeyên şahidan pêlav û çakêtê Dogan li cem çemê Zapê li nêzî gundê Biyadir hatine dîtin û got, “Li cihê ku kinc lê bûn şopên xwînê jî hebûn. Lê belê lêgerîn bê encam man û negihaştin Mehmet Zekî Dogan. Dogan ku karmend bû, dema li ser karê xwe bû hat binçavkirin û winda bû, lê belê ne rêveberiya dibistanê, ne jî Midûriyeta Perwerdeya Milî ti hewldanek nekirin an jî agahî dan malbata wî. Li hemberî îdîayên ku Dogan piştî hat binçavkirin û avêtin çemê Zapê, rayedarên fermî bêdeng man. Tevî ku serlêdanek heye yan na, dozgerên ku ji lêpirsînê berpirsyar in, dema tiştekî ku tespîta sûc dike hîn bûn, bêdeng man. Meqamên lêpirsînê û dozgerî heta roja îro, ji bo xwe bigihînin ‘rastiya madî’ li gorî rê û rêbazên ceza tevnagerin.”

Sîbel Çapraz bal kişand ku 32 sal in nahêlin malbata Dogan çarenûsa zarokên xwe hîn bibe û edaletê pêk bîne û xwest ku der barê Dogan de di dema binçavkirinê de rastî bên aşkerakirin, berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Silêmaniyê 40 donim şînkahî şewitî
Nûçeya Pişt re Îsraîl, ragihand ku du fermandarên pilebilind ên Îranê kuştine
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wanê leşker ji bo AKP’ê dixebitin

Fermandariya Cendirmeyan a Wanê li dijî DEM Partiyê tevdigere, li taxan digere û ji AKP’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzvanên Aştiyê: Em bi hêvî ne ku Onder wê têkoşîna xwe bidomîne

Platformên cuda yên aştiyê, ji bo Sirri Sureyya Onder ê ku li nexweşxanê tê dermankirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer hate binçavkirin

Polîsan di saetên siharê de bi ser mala Serokê Şaredariya Navçeya Esenyûrtê Ahmet Ozer de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Hindistanê bager rabû: Herî kêm 96 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV

FEDA û DAKB’ê: Zimanê Kurdî zimanê dayikê ye, nayê qedexekirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Amnesty: Îsraîl li Quneytîrayê sûcê şer dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?