Pêncşem, 2 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zîlan li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji KCK’ê daxuyaniya Mûharrem: Divê Elewî pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin
Kurdistan

Ji KCK’ê daxuyaniya Mûharrem: Divê Elewî pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyek da û bang li Elewiyan kir ku xwedî li banga civaka demokratîk derkevin û pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê di daxuyaniya xwe de şehîdên Kerbelayê bi bîr anî û got, “Di vê mehê de ku Berxwedana Kerbela tê bîranîn, Ehlî Beyt ê li Kerbelayê şehîd bû tê bîranîn, em hêvî dikin ku rojiya 12 Îmaman a civaka Elewî û alema Şîa û pariyên Aşûre ji aliyê Heq ve bê qebûlkirin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Di nava atmosfereke welê de ku di çarçoveya Banga Civaka Demokratîk a Rêber Apo de bûyer diqewimin û di nava şert û mercên destwerdana hêzên hegemonîk a bi pêşengiay Îsraîlê li hemberî Îranê de em ketine meha Mûharremê. Di vê mehê de ku Berxwedana Kerbela tê bîranîn, Ehlî Beyt ê li Kerbelayê şehîd bû tê bîranîn, em hêvî dikin ku rojiya 12 Îmaman a civaka Elewî û alema Şîa û pariyên Aşûre ji aliyê Heq ve bê qebûlkirin.

Berxwedana ku bi pêşengiya Îmam Huseyîn li Kerbelayê li hemberî artêşên Yezît hate kirin, xwedî wateyeke dîrokî ye. Li hemberî Xanedanê Emewî Mûaviye û kurê wî Yezît ku cewhera civakî û komunal a Îslamê datanî aliyekî û dixwest Îslamê bike amûrek desthilatdariyê ji bo xanedana xwe, ev berxwedan berxwedana parastina cewhera demokratîk û komunal a mirovahiyê û ola Îslamê ye. Li hemberî zilm, neheqî, dijberiya li civakê û nêzîkatiyên desthilatdarîperest, ev berxweedana mezin ji bo parastina cewhera komunal a civakî û Îslamê hate kirin. Lewma ev berxwedana mezin dîrokî ye û bandora wê 1400 sal in di asteke girîng de dewam dike. Bîranîna şehîdên esîl ên vê berxwedana mezin di şexsê Îmam Huseyîn de û Rojiya 12 Îmaman a ji bo nîşandana dilsoziya bi armancên wan, pariyê Aşûreyê yê heman piştre tê parvekirin, ji ber vê yekê xwedî kûrahiya wateyeke mezin e. Lewma em niyaz dikin ku xizmetên canên Elewî li lênûska heq bê nivîsandin ku bi ruh, hişmendî û baweriya berxwedana Kerbelayê rojiyê digirin û pariyan parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku îbadet û duayên Misilmanên Şîa yên bi heman hest û fikrî Kerbelayê bi bîr tînin, ji aliyê wateya Îslam a demokratîk ve gelekî hêja ye.

Bi destê nûnerên vê serdemê yê sîstema delwetperest-desthilatdarîperest a ku li dijî cewhera komunal û demokratîk a civakê ye, herêma me veguheriye gola xwînê. Erdnîgariya Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn weke dewlet netewe hate parçekirin. Li vê erdnîgariya ji gelek ziman, çand û nasnameyan, zêdeyî sed sal in bi destê netewe dewletan li hemberî cihêrengiyan komkujiyên mezin hatin kirin. Hate xwestin ku bi zordariyê, zext û zilmê nasname û baweriyên cuda bêne qirkirin. Îro bi navê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn tê xwestin Rojhilata Navîn li ser bingeha berjewendiyên hêzên hegemonîk kapîtalîst ji nû ve bê dîzaynkirin. Şerê navbera hêzên hegemonîk ên kapîtalîst û hêzên desthilatdariyê yên statukoparêz ku dixwazin li herêmê serweriya xwe dewam bikin, herî zêde bandorê li gel û baweriyên herêmê dike. Di şerê 20 salên dawî de li herêma me di vê çarçoveyê de hatin kirin, bi milyonan mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan milyon mirov ji cih û warê xwe bûn. Û ev pêvajoya komkujiyê bi şerê Îsraîl-Îranê re hîn bêhtir kûr bûye û dewam dike.

Çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn ne bi netewe dewletên ji karaktera faşîst û tekperest, ne jî bi nêzîkariyên parçekirinê yên li ser bingeha berjewendiyên hêzên hegemonîk dibe. Herdu jî li taybetmendiya pir nasnameyî û pir çandî yên Rojhilata Navîn nayên. Ji bilî komkujî, şer, sîstemên zext û zilmê tiştekî din bi xwe re nînin. Çareseriya yekane ya rast û encamgir çareseriya neteweya demokratîk e ku Rêber Apo destnîşan kiriye. Çareseriya neteweya demokratîk ku li cihêrengiyan vekirî ye, hemû cihêrengî dikarin xwe îfade bikin, mejiyê tekperest, homojenkirinê, neteweperest, olperest, pozîtîvîst û zayendîperest ên netewe dewletan red dike, xwedî wê kapasîteyê ye ku çareseriyê ji pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn re bibîne, çareseriya herî guncaw e ku li taybetmendiya civakî tê.

Di vê serdemê de xwedîderketina herî bi wate ya li Berxwedana Kerbela û Îmam Huseyîn xwedîderketina li çareseriya neteweya demokratîk e, tevlîbûna bê fikar a li avakirina civaka demokratîk e. Lewma xwedîderketina li banga civaka demokratîk a Rêber Apo, esaswergirtina xeta neteweya demokratîk û meşandina têkoşîneke bi wate ya di vê oxirê de, di serî de civata Elewî û Şîa wezîfe û berpirsyariya bingehîn a nasnameyên baweriyan û gelên Rojhilata Navîn e. Baweriya Elewî jî tenê bi vê rêyê dikare hebûna xwe ewle bike û bibe xwedî şert û mercên jiyana azad a baweriya xwe.

Bi vê wesîleyê em şehîdên Kerbelayê hemûyan bi hurmet bi bîr tînin, bang li canên Elewî hemûyan, hêzên alîgirê demokrasî û azadiyê dikin ku xwedî li banga civaka demokratîk derkevin û pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê nexweş Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ’ê endamê Konseya Fermandariyê Cîger Goyî bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Newroza Kocaeliyê de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin

Polîsên ku di pîrozbahiya Newrozê ya li Daricayê de êrişî girseyê kirin, herî kêm 8…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî bi wesîleya sala nû serdana şervanên QSD’ê kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî bi wesîleya sala nû serdana nuqteyên leşkerî yên şervanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Gel li Abdananê qereqola polîsan desteser kir; xwepêşandan didomin

Xwepêşandanên li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe mezin dibe. Tê îdiakirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?