Sêşem, 25 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Qonaxeke dîrokî hate derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şandina heyetê ya ji bo Îmraliyê, biryareke derengmayî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Çûyîna komîsyonê ya ji bo giravê pêşketineke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vahap Coşkun: 2 wezîfeyên girîng li pêşiya Komîsyonê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya ji bo 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şandina heyetê ji bo Îmraliyê, dawî li nîqaşa li ser muxatabiyê aniye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo malbata şervana YPJ’ê serdana sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin bi yekîtiyê dikarin civaka azad ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara hevdîtina bi Rêber Apo re divê bibe destpêka pêvajoyeke nû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan qala Sabrî Tendurek kir: Lehengekî weke pola bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Başûrî serdana Amarayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mûna Ehmed: Em ê bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tundiyê têk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ermenistanê tundiya li dijî jinê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûnzûr: Jinên Kurd bi saya hêza ku Rêbertî daye îrade bidest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Kongra Star: Li dijî desthilatdariyê em hêza xwe bikin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: Di navbera 1’ê Tîrmehê-24’ê Mijdarê de herî kêm 362 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameya fermandarê şehîd Sîdar Armanc hate eşkerekirin
Kurdistan

Nasnameya fermandarê şehîd Sîdar Armanc hate eşkerekirin

HPG-NRÇ'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got, "Di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Sîdar Armanc em sersaxiyê ji gelê xwe yê Serhedê yê welatparêz û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Tunela Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk îradeyeke xurt ava kir û veguherî kelheke ku ti kes nikare têk bibe, berxwedaneke destanî ya 4 salan raber kir. Berxwedana Girê Amediyê yek ji berxwedanên tunelan a di dîroka me ya têkoşînê de herî demdirêj e, mohra xwe li dema dawî xist, bi xwe re gelek destkeftî anîn û rê li ber bandoreke mezin vekir. Bi dost û dijmin da qebûlkirin ku milîtaniya fedayî ya Apoyî têk naçe.

Ji fermandarên me yên fedayî yên Apoyî Delîl Zagros – Cercîş Çaksu, Guven Doza – Cansel Dursun, Andok Adil – Ramazan Bîlal, Ciwan Welat – Fatîh Bulut û Armanc Azadî – Şehrîban Alturk pêşengî ji vê berxwedana dîrokî re kirin û ev berxwedan bi fermandariya hevrê Sîdar Armanc dewam kir.

Hevrêyê me Sîdar Armanc ji hevrêyên xwe yên fedayî yên şehîd bûne, fermandariya Berxwedana Girê Amediyê dewr girt û li pey şopa şehîdan meşiya. Di 4’ê Gulana 2024’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em fermandarê fedayî yê Apoyî hevrê Sîdar Armanc bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku berxwedana wî ya dîrokî ya ji me re weke mîrate hiştî, destkeftiyên wî yên mezin, serweriya wî ya di taktîkê de û hevrêtiya wî ya heqîqî ji xwe re bikin rênîşana têkoşînê û ber bi serketinê ve bimeşin.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Sîdar Armanc, em ji hemû gelê Serhedê yê welatparêz û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Sîdar Armanc bi vî rengî ne:

Nasnav: Sîdar Armanc
Nav û Paşnav: Mahmut Tut
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Hatîce – Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Gulana 2024’an / Zap

Hevrêyê me Sîdar li navçeya Erdîş a Wanê ku bajarekî qedîm ê Serhedê ye, di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî girêdayî nirxên neteweyî û welatparêziyê bû, hevrêyê me girêdayî cewherê Kurdîtiyê mezin bû. Hevrêyê me ku endamê malbateke komkujiya Geliyê Zîlan jiyan kiriye, rastiya dijmin di temenekî zû de fêr bû. Hevrêyê me bi guhdarkirina çîrokên li ser zilma ku di dema pêvajoya Serhildana Agiriyê de dewleta Tirk û hêzên hevkarên wê li Geliyê Zîlan pêk anîn, mezin bû û her tim li dijî dijmin bû xwedî hêrs. Hevrêyê me di temenekî biçûk de ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di gelek karan de xebitî û aliyê xwe yê kedkar her tim parast. Nakokiyên wî yên li dibistanên sîstemê jiyan kirî, berê hevrêyê me da lêgerînan. Hevrêyê me yê ku li hemberî tevgera Apoyî sempatî hîs kir, lêgerînên xwe kûr kir. Hevrêyê me biryar da ku di nava xebatên ciwanan de cih bigire, Tevgera me û Rêbertî xwend û derfetê nîqaşkirinê dît. Hingî ku jiyana Partiyê dît sedemê xwe yê têkoşînê, her roja borî mezintir kir. Di salên zanîngehê de bi rengekî aktîf beşdarî xebatên ciwanan bû. Hevrêyê me derdora xwe bi sekna xwe ya di jiyanê de û xîtabeta xwe bandor kir. Di xebatên tevlîbûn û rêxistinbûnê de pir zû performanseke serketî nîşan da. Hevrêyê me di bin êrîş û zexta zêde ya dijmin de xebatên xwe meşand. Ji ber xebatên di nav de, gelek caran hate binçavkirin û tevî vê yekê jî ti carî ji sekna xwe ya şoreşger tawîz neda. Xebatên şoreşgeriyê yên hevrêyê me weke sûc hate nîşandan û salekî li zindana Tîpa F a Tekîrdagê hate girtin. Hevrêyê me pêvajoya zindanê baş nirxand û lêhêrbûnên xwe kûr kir. Ji ber ku di ferqa polîtîkayên dijmin ên qirkirin û asîmîlasyonê yên li ser gelê me de bû, biryar da ku têkoşîna xwe mezin bike. Gerîlayên ku ji bo parastina gelê me li çiyayên azad şer dikin, ji xwe re mînak girt. Gav bi gav li ser rêya bûyîna şervanê azadiyê yê gelê xwe, ber bi pêş ve çû. Fikirî ku dema girtina berpirsyariya dîrokî hatiye û zanî ku bersiva herî baş a ji zilma dewletê re were dayîn tevlîbûna nava refên gerîla ye, çawa ji zindanê derket di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku di sala 2013’yan de li Metînayê perwerdeya şervanên nû dibîne, bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyana gerîlayan dibe. Di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan û şert û mercên jiyana çiyayan dibe. Ji ber ku xwedî tecrûbe ye ji kêliyên destpêkê ve bala hevrêyên xwe dikişîne. Hevrêyê me yê ku li Metînayê xwe ji tu xebatan nade paş, girêdayî kûrbûnên xwe yên mezin pêşniyar dike ku di nava Hêzên Taybet de cih bigire. Hevrêyê me yê ku dilsozekî mezin ê Rêbertî û şehîdan e, armanc dike ku tola şehîdan hilîne. Hevrêyê me weke fedaiyekî tam heya kêliya dawîn jî têdikoşe, di nirxandineke xwe de dibêje; ‘Armanca min ew e ku ez weke peyrewekî Rêber Apo ku afirînerê têkoşîneke bêhempa ye û şehîdan xwe bigihînim asta fedaîbûnê. Ji bo xwegihandina armanc û hedefan jî cihê herî rast Hêzên Taybet e û ez ê hemû bala xwe bidim fedaîbûnê, di vê çarçoveyê de xwe birêxistin bikim’.

Hêvrêyê me yê ku di bin sîwana Hêzên Taybet de perwerdeyeke baş distîne, kûrbûnên xwe yên têkildarî fedaîbûnê roj bi roj zêde dike û weke xwendekarekî fermandara me ya mezin Zîlan (Zeynep Kinaci) kete nava lêgerîna bersivbûna ji bo Rêbertî û gel. Piştî pêvajoya perwerdeya dijwar di hemû kêliyên jiyana xwe de hevrêyên xwe yên fedaî ku wan weke rênîşanderên xwe dibîne, bi bîr tîne û berê xwe dide xeta fedaîbûnê. Piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike, li qadên cuda beşdarî xebatên partiyê dibe. Bi baldarî, hessasiyet û berpirsiyariya şoreşgerî ya mezin nêzî xebatên xwe dibe û tecrûbeyên mezin bi dest dixe. Pênc salan li gel rêveberiya Tevgera me di xebatên xwe yên ewlehiyê de jî bi saya kesayeta xwe ya mutewazî û israra xwe ya xwedîlêderketina jiyana partiyê ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hêzkirin.

Hevrêyê me Sîdar ê ku piştî pratîka xwe ya li Qendîlê daxilî perwerdeya Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan dibe, xwe li ser îdeolojiya Apoyî û berpirsiyariyên şoreşgerî yên serdemê kûr dike. Hevrêyê me yê ku hem perwerdeyê dibîne hem jî bi perwerdeya hevrêyên xwe re eleqedar dibe, weke peyrew û şopdarekî fermandar Zîlanê sekneke hevsengî giraniya saziya fedaiyan ya nûnertiya wê dike, nîşan dide. Hevrêyê me ji bo ku li hemberî tecrîda giran a dewleta Tirk a dagirker a li ser Rêbertiya me û operasyonên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe bersiv, berê xwe dide Behdînanê. Hevrêyê me Sîdar ê ku ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin, hemû erkên xwe bi serkeftî bi cih tîne, weke gerîlayekî fedaî û profesyonel bi ked û hewldaneke mezin daxilî pratîkê dibe. Bi saya baldarî û disîplîna xwe ya di xebatên li Garê de di warê leşkerî de jî xwe digihîne asteke bilind. Ji xebatên binesaziyê heya fermandariya kampê karkirina di hemû astan de weke hewcehiyeke şoreşgeriyê dibîne û bi vê yekê şanaz bû. Bêyî mezinahî û biçûkatiya ji bo azadiya gelê me bi evîneke mezin berê xwe da hemû xebatan.

Hevrêyê me li hemberî operasyonên dewleta Tirk ên dagirkirinê yên di sala 2022’yan de li Zap, Avaşîn û Metînayê dane destpêkirin, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî pêşniyar kir ku derbasî qadên şer bibe. Derbasî Herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê bû û li vir bi lez daxilî gelek xebatan bû û kedeke mezin nîşan da. Hevrêyê me Sîdar ê ku li her derê bi sekn û tevlîbûna xwe dibe mînak, li qada şer jî berpirsiyariyên mezin digire ser xwe. Li Herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê jî ku dijmin lê dixitime û derbên mezin dixwe, roleke mezin dilîze. Hewl da ku tola komkujiyên bêhejmar yên ji Geliyê Zîlan û heya roja me ya îroyîn, ji dijminê qirker bistîne. Hevrêyê me Sîdar bi sekna xwe ya bibiryar a li ser xeta fedaîbûnê, tevlîbûna xwe ya îdeolojîk, tecrûbeyên xwe yên di warê leşkerî de û hevrêtiya xwe ya rastîn ji me re mîrateyeke têkoşînê ya nejibîr û telîmata serkeftinê hişt. Bîranînên wî dê tim rêya me ronî bikin, armancên wî werin pêkanîn û li Kurdistana azad tim zindî bimîne.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyetên KNK û PJAK’ê hevdîtin kirin
Nûçeya Pişt re Ji Îranê bîlançoya nû: 1.060 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bozarslan: Rejîma Erdogan tecrîd veguherand amûreke tolhildanê

Prof. Hamît Bozarslan wiha got: “Rejîma Erdogan tecrîd veguherand amûreke tolhildanê. Sedemê vê bêhiqûqiya giran…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Meksîkayê, agir bi supermarketekê ket. Zarok jî di nav de 23 kesan jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 3’Ê ÇILEYA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Wanê ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo malbata şervana YPJ’ê serdana sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Jin bi yekîtiyê dikarin civaka azad ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Biryara hevdîtina bi Rêber Apo re divê bibe destpêka pêvajoyeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?