Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 25’ê Mijdarê: ‘Divê her kesên ku dixwazin bikaribin bi Ocalan re hevdîtin bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ozturk: Daxuyanî wê rê li ber pêvajoyê veke
Rojane

Ozturk: Daxuyanî wê rê li ber pêvajoyê veke

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk banga Rêber Apo ya nû nirxand û anî ziman ku bang wê rê li ber pêvajoyê veke û gelekî girîng e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Banga Rêber Apo ya nû ya bidîmen di nava raya giştî de bandoreke mezin ava kir. Rêber Apo piştî 27 salan ji Girtîgeha Îmraliyê bang li Tevgera Azadiya Kurdan, gelê Kurd û gelan kir û anî ziman ku serdema nû wê bibe serdema siyaseta demokratîk.

Pêvajoya ku piştî banga Rêber Apo ya dîrokî ya 27’ê Sibatê dest pê kiriye, li gel banga Rêber Apo ya nû ya 9’ê Tîrmehê kete serdemeke nû. Rêber Apo di banga xwe ya bidîmen de diyar kir ku siyaseta demokratîk wê bibe terzê serdema nû û da zanîn ku têkoşîna çekdarî bi dawî bûye.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk diyar kir ku banga Rêber Apo ya nû ji bo pêvajoyê gelekî girîng e û têkildarî banga nû ji ANF’ê re axivî.

‘DAXUYANÎ JI BO PÊVAJOYÊ GELEKÎ GIRÎNG E’

Ozturk di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku banga nû ji bo pêvajoyê gelekî girîng e û got: ‘’Weke encama hemû geşedanên rû dane Abdullah Ocalan bangeke nû kir. Ew jî encameke mantiqî ya prensîb û nêzîkatiyên beriya niha ne. Ji ber wê yekê tîne ziman ku êdî heya astekê meseleya Kurdan tê nîqaşkirin, hatiye qebûlkirin, hebûna gelê Kurd hatiye qebûlkirin, rewşa naskirina hebûnê li ber çavan e û girêdayî van yekan diyar dike ku divê êdî li şûna têkoşîna çekdarî siyaseta demokratîk û qonaxa hiqûqî were ercîhkirin. Ji ber wê jî hinekî jî ji bo lezandina rewşê  qala pêvgavêv pratîk, şênbertir û girîng dike. Ev yek jî gelekî normal in ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn her roj geşedanên nû rû didin, li van deran ji bo ku bandoreke erênî li pêvajoyan bike, avêtina pêngavên pratîktir gelekî girîng e.’’

‘GIRÎNGIYA BERNAME Û STRATEJIYÊ DUBARE NÎŞAN DIDE’

Hakan Ozturk diyar kir ku li gel bangê dubare girîngiya stretejî û bernameyê hatiye destnîşankirin û got ku ev yek rewşeke erênî ye.  

Ozturk wiha pêde çû: ‘’Li vir diyar dike ku bêyî zehmetiyan divê her du alî jî pêngavan biavêjin, girêdayî vê yekêjî balê dikşîne ser girîngiya komîsyonê jî. Tîne ziman ku divê pêvajoya hiqûqî bikeve meriyetê. Têkoşîna ji niha û pê ve jî bi vê yekê ve girê dide. Diêje ku divê bernameya aşitî û civaka demokratîk were sepandin, stratejiyeke siyaseta demokratîk were sepandin û hiqûqa xwedispêre her kesî bikeve meriyetê.

Dema ku ez li vir nêzîkatiya Ocalan dinirxînim, rêbazeke  ku min beriya niha jî anîbû ziman bi awayekî balkêş  dubare xwe nîşan dide. Ew jî bername û stratejî ne. Girêdayî vê yekê analîzekê dike, hin armancan  tîne ziman, bernameyekê pêşkêş dike ku ev yek gelekî girîng in. Girêdayî şert û mercên ku ev yek bi awayekî diyar ji rojevê ketîne, ez di wê baweriyê de me ku pêşxistina bername û stratejiyê gelekî baş e. Em dikarin bibêjin ku dubare bal kişandiye ser serdeme nû.’’

‘SIYASETA DEMOKRATÎK YA TEVGERA KURD WÊ BI HÊZTIR BE’

Ozturk di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku siyaseta demokratîk ya di daxuyaniyê de ji bo tevgera Kurd ne têgeheke biyanî ye lê belê ji niha û pê ve girîngtir e û got: ‘’Siyaseta demokratîk dikare çawa pêşbikeve? Tevgera Kurd ne tevgereke yekalî ye, di hemû qonaxan de serî li rêya siyaseta demokratîk û rêya hiqûqê da. Jixwe serî li hemû rêyên diyalog û hevdîtinên aşitiyane dabû. Ez vê yekê bi awayekî eşkere tînim ziman ku ne biyaniyê vê yekê ne û di vê mijarê de tecrûbe hene. Wê hewl bide ku egerên vê yekê bi cih bîne. Lê belê wê avantaja ji niha û pê ve çi be? Tevgera Kurd kengî berê xwe dida rêya siyaseta demokratîk, hiqûq û aşitiyê tim hincetek dihat nîşandan û jêre astengiyek dihat peydakirin. Hemû caran hin derdiketin û dengê xwe bilind dikirin û dibûn asteng. Lê belê ji niha û pê ve li gel vê serdema nû êdî nikarin serî li rê û hincetên wisa bidin. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku Tevgera Kurd wê bi siyaseta demokratîk û têkoşîna hiqûqê bihêztir bike û wê bi rehetî mezintir bike. Ji ber wê yekê ez geşbîn im.’’

https://anfkurdi.com/rojane/ji-reber-apo-banga-diroki-199291

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Pêwîstiya demokrasiya Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye’
Nûçeya Pişt re ‘Ew, ji bo gelên bindest ên cîhanê weke rojê hiltê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bayramoglû: Hevdîtinên yekser ên bi Ocalan re dikare pêvajoyeke aştiyê ya dîrokî bide destpêkirin

Nivîskar Alî Bayramoglû destnîşan kir ku hevdîtinên yekser ên bi Rêber Apo re li gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin

Jin bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji 3 navçeyên Stenbolê ber bi Gemlîkê…

Ji aliyê Stêrk TV

AVKARDEP: Em ê xwedî li xwezayê, ekolojî û mafê jiyanê derkevin!

AVKARDEP'ê diyar kir ku projeya GES'ê ya li Depê bê çêkirin wê zerarê bide xweza,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hate îdîakirin ku Koreya Bakur piştgiriya leşkerî ya ji bo Rusyayê sekinandiye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?