Duşem, 8 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Veysî Aktaş: Çepgirên Tirk bi heman jiberkirinan dewam dike, xwe nû nake

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erbaş: Em nikarin helwesta xwe li gorî ya dewletê diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Unsal: Ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lemkow: Gava destpêkê divê azadiya Abdullah Ocalan be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên sala 2024’an bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: HPJ bi saya keda hevrê Feraşîn gihîştiye vê astê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo tenduristiya civakî jî aştî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziye û mewlûd bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK’ê salvegera 13’an a Şoreşa Rojava pîroz kir
Rojane

KCK’ê salvegera 13’an a Şoreşa Rojava pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 13’an a Şoreşa Rojava daxuyanî da û got, şoreş ji bo tevahiya Sûriyeyê jî modela çareseriyê ya herî rast e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 13’an a Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bi ser Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ku yek ji geşedanên girîng ê dîrokê ye, 13 sal derbas bû. Îro salvegera 13’emîn a vê şoreşa dîrokî tê pîrozkirin. Em jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya dîrokî di serî de li gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemû gelên Kurdistan û Sûriyeyê, gelên Ereb, Ermenî, Durzî, Tirkmen, Suryanî, Elewî, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê,  jin, ciwan û hemû hêzên sosyalîst, şoreşger, demokratîk û azadîxwaz pîroz dikin. Her wiha li hevrêyên enternasyonalîst ku rolekî mezin di pêşketin û parastina vê şoreşê de lîstin, pîroz dikin. Em vê geşedana dîrokî ku şoreşa hevpar a gelan e, silav dikin. Careke din hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.

Şoreşa Rojava nirxên nû daye dîroka me ya mirovahiyê. Ji beriya her tiştî hişt ku civaka ku ji aliyê pergala netew- dewletê ve hatî qelskrin, ji hêzê hatî xistin û bêyî parastin hatî hiştin ji nû ve bikeve ferqa hêza îradeya xwe. Rê li ber dînamîkên civakî yên bingehîn ku mafên wan ji dest hatine girtin, hatine bindestkirin, keda wan hatiye xwarin, vekir ku bi rêxistinbûn û hişmendîbûnê re îradeya xwerêvebirinê qezenc bike. Cudahiyên ziman, ol, mezheb û etnîkî yên gelan ji bûyîna sedema pevçûnê derxist û rê li ber vekir ku weke dewlemendiya civakî were dîtin. Hişt ku gel, bawerî û çand di çarçoveya vê têgihiştina demokratîk de ji nû ve bi xwişk-biratî bijîn. Rê li ber vekir ku jinên ber bi quncikên herî kur û dûr ên jiyana civakî hatine dehfdan, bi hişmendî û ronîbûnê, bi rêxistinbûn û rabûna ser piyan di veguherîna civakî ya demokratîk de û di parastin û avakirina şoreşê de asta pêşengiyê qezenc bike. Şert û mercên ji bo gihandina nîfşekî ciwanan a hişyar, rêxistinkirî û ronak afirandiye.

Bi kurtasî Şoreşa Rojava bi têgihiştina xwe ya neteweya demokratîk û azadîxwaziya jinê bûye çareseriyeke girîng. Di pratîka xwe ya 13 salên derbasbûyî de xwe di gelek aliyan de îspat kiriye. Ji aliyekî ve li hemberî êrîşên ji bo ji holê rakirina şoreşê bi gel û hêzên şoreşê re berxwedaneke mezin daye û şoreşê parastiye, ji aliyê din ve jî pêşketina pergala demokratîk, azadîxwaz û komunal domandiye. Di vî aliyê de Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêpingeke dîrokî ya girîng bi serkeftî derbas kiriye. Şoreşên di dîrokê de ji ber êrîşên hundir û ji derve nekarîne ku xeta berxwedan û şoreşê bi hev re pêş bixin, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev yek hatiye bi ser xistin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pratîk dibe, di heman demê de ji bo tevahiya Sûriyeyê modela çareseriyê ya herî rast e. Îro rewşa pevçûnê ya li Sûriyeyê, vê rastiyê bi awayekî zelal eşkere dike. Çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê û pêkanîna yekîtiyê encax bi têgihiştina neteweya demokratîk, rêveberiya xweser a demokratîk û azadîxwaziya jinê ku rêgezên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne, bibe. Sepandinên yekparêz, mezhebî û neteweperest wekî ku pevçûn û komkujiyan kûrtir bike, ji bo yekrêziya Sûriyeyê jî gefa herî mezin e.

Em careke din Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya dîrokî li hemû gelan pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi tifaqa demokratîk, rêxistinbûn û têkoşîna ku gelan li ser xeta Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêş bixin re wê aştî, jiyana demokratîk û azadiya ku li Rojhilata Navîn tê xwestin pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Li girtîgehan bêhiqûqî didome!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hamas: Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan bû 36 hezar û 654

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka şerê Hamas û…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanên HRE’yê Gabar û Reşo hatin veşartin

Cenazeyê şervanên HRE’yê Cûdî Gabar û Cûdî Reşo yên di çalakiya Basilê de şehîd bibûn,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê banga ji bo greva giştî: Li gelek bajaran dikan hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

TEV-DEM: Hilweşîna rejîma Baasê nayê wateya bidawîbûna zilmê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê ji bo ‘diyaloga niştimanî’ bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?