Çarşem, 22 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KMK: Divê azadiya karê çapemeniyê weke armanceke stratejîk bê dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo azadiya Rêber Apo li Hesekê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyana Zeynep Celaliyan û 3 girtiyên din ên siyasî di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Demîrtaş û Mizrakli bang: Divê biryarên dadgeha neteweyî û navneteweyî pêk bên

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Di nava 13 salan de herî kêm 852 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Greva birçîbûnê ya li Antalyayê ya li dijî girtîgeha bi tîpa ‘bîrê’ bi ser ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Daxwaza berdana rojnamevanên girtî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzeran li Dersimê der barê lêpirsîna Gulistan Doku de nerazîbûn nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Doku meşek girseyî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Warren Montag: Tevgera Kurd, fikra azadiya kolektîf ji nû ve ava dike
Rojane

Prof. Warren Montag: Tevgera Kurd, fikra azadiya kolektîf ji nû ve ava dike

Yek ji bîrewerê felsefeya modern Warren Montag got: ‘’Fikrên ku li dora aşitî û civaka demokratîk teşe digirin, bes ne ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhan û Rojhilata Navîn alternatîfeke hêvîdêr e.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya Rêber Apo pêşengtiya wê dike, di qada navneteweyî de her ku diçe piştgiriyeke mezin distîne û deng vedide. Di daxiuaniyên ji aliyê beşên civakî û derdorên navneteweyî hatin dayîn de pêngavên têkildarî çareserî û diyalogê yên ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatine avêtin, bi awayekî erênî tên pêşwazîkirin. Her wiha di vê pêvajoyê de ji bo mayînedebûn û watedarbûna aşitiyê bangên xurt li dewleta Tirk tên kirin ku di warê siyasî û hiqûqî de pêngavên şênber biaveje. Tê îfadekirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê, bi taybetî divê şert û mercên hevdîtin û azadiya Rêber Apo werin dabînkirin.

 

Yek ji navdarên felsefeya modern Prof. Warren Montag têkildarî girîngiya pêvajoya ku Rêber Apo pêşengtiya wê dike û girîngiya siyasî û teorîk ya fikrên têkoşîna azadiyê axivî. Montag diyar kir ku fikrên Rêber Apo yên li Rojava pêk hatine, bes ne herêmî di asta gerdûnî de jî çavkaniya îlhamê ne.

Montag bal kişand ser girîngiya piştgirîstandina daxwazên gelê Kurd ên têkildarî azadî û aşitiyê ya ji aliyê hemû derdoran ve û anî ziman ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê hem azadiya Rêber Apo were dabînkirinû hem jî dewleta Tirk pêngavên siyasî û hiqûqî biavêje.

Prof. Warren Montag ê Emerîkî yê ku bi xebatên xwe yên teorîk ên girîng yek ji bîrewerekî navdar ê felsefe û edebiyata rojava ye, têkildarî pêvajoyê ji ANF’ê re axivî.

‘EZ PIŞTGIRIYÊ DIDIM PÊVAJOYÊ’

Prof. Warren Montag di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev demeke dirêj e li ser ‘meseleya Kurd’ dixebite û gelek hevalên wî ên Kurd hene. Montag diyar kir ku roja îroyîn ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û ev yek anîn ziman: ‘’Têkildarî aramî û pêşeroja gelê Kurd fikarên min ên mezin hene. Bi qasî ku ji min tê ez dixwazim bi awayekî eşkere piştgiriyê bidin pêvajoya aşitiyê; ji ber ku ev demeke gelekî girîng e. Bi min divê ev pêvajo girîng be. Lê belêdivê em bibînin ku wê bûyer çawa rû bidin. Ne bes li herêmê di qada navneteweyî de jî serdemeke nearamiyê heye. Ji bo serkeftina pêvajoyê jî helbet divê Ocalan azad be. Bi min ji bo muzakereyeke rastîn û jidil Ocalan were berdan. Ez naxwazim li ser navê daxwazan bikim ku ev ne erka min e jî lê belê bi min ‘efûyeke giştî’ ji bo girtiyên siyasî gelekî girîng e. Bi taybet jî ev yek ji bo Ocalan derbasdar e. Ew aktorê sereke ye ku ev rastiyeke teqez e.’’

‘PÊVAJOYEKE GIRÊDAYÎ NIYETBAŞIYA ERDOGAN NÎNE’

Prof. Warren Montag piştre anî ziman ku ji bo serkeftina pêvajoyê giringiya pêngavên ku divê dewleta Tirk biavêje û got: ‘’Weke min berî niha jî anî ziman em di serdemeke girîng de ne. Serdemeke tevlihev e û dibe ku hemû tişt bilez biguhere. Lê belê rêya hevdîtinan û fikra sekinandina têkoşîna çekdarî rêyeke rewa ye. Yanî nabe ku têkoşîna çekdarî heya heyayê were domandin. Li gorî rewşa herêmê ya giştî sûdwergirtina ji pêvajoya aşitiyê fikreke baş e. Ev pêvajo ne girêdayî niyetbaşiya Erdogan e. Pir eşkere ye ku hewce dibînin ku Kurdan ji nû ve qezenc bikin. Em dikarin vê yekê ji planên Îsraîlê yên têkildarî Îranêjî fêm bikin. Esasê mijarê ev e: Wê herin ji kêmaniyan re bibêjin ku; ‘’Em ê we azad bikin, neteweya Îranêperçe bikin û xakên we bidin we.’’

Helbet ev ne rast e. Lê belê ger komên etnîkî bi vê yekê bawer bikin  û qebûl bikin, wê ev yek ji bo Îranê bibe felaketeke mezin. Bi min heman tişt ji bo Îranê jî derbasdar e û dewleta Tirk vê yekê dizane; dizanin ku divê ji nû ve gelê Kurd qezenc bikin. Her wiha dewleta Tirk di heman demê de dizane ku nikare bi êrîşên leşkerî gelê Kurd qezenc bike. Her wiha a niha hewcehiya dewleta Tirk bi aşitiyeke bi gelê Kurd re heye. Jı ber vê yekê ev pêvajo bi stratejîk û taktîkî pêngaveke baş e. Bi min divê wisa were nirxandin. Domandina têkoşîna çekdarî bes ne meseleyeke prensîbî ye. Bi min sûdwergirtina ji hewcehiyên dewleta Tirk ên heyî nêzîkatiyeke aqilane ye.’’

Montag di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berpirsiyariya hêzên navneteweyî ya têkildarî rûdana pirsgirêka Kurd û ev yek anîn ziman: ‘’Bi awayekî teqez berpirsiyariyeke hêzên navneteweyî heye.  Di salên dawîn de tecrûbeyên YPG’ê yên li Sûriyeyê, veguherîna pêk hatî û fikrên civakî yên ji fikrên Ocalan îlhamê distînin, hê jî îlhamê didin însanan. Bi min ev tecrûbe ji bo çepgiriya navneteweyî meseleye gelekî girîng e. Em a niha ji pêvajoyeke tevlihev derbas dibin. Ji ber ku em nizanin wê çi bibe. Ev yek bes ne ji bo Tirkyeyê di heman demê de ji bo Sûriyeyê jî derbasdar e ku nediyar e wê li hemberî gelê Kurd çi bike. Hê ne diyar e ku wê têkiliyên bi Tirkiyeyê re çawa bin. Ne diyar e ku wê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hêçend piştgiriyê bide Kurdan. Ev yek hinekî jî girêdayî jinûvederketina DAÎŞ’ê ye. Yanî zêde nayê zanîn. Lê belê  ez di wê baweriyê de me ku di asta navneteweyîde ji bo Kurdan piştgirî û sempatiyeke mezin heye ku ev yek gelekî watedar e.

‘GELÊ KURD SÎNORÊN KU JI ALIYÊ EMPERYALÎSTAN VE HATINE XÊZKIRIN, RED DIKE’

Li seranserê cîhanê kêmaniyên ku di heman rewşê de ne hene. Her wiha nabe ku hebûna Kurdan were înkarkirin. Ev netew li gorî sînorên ku ji aliyê welatên emperyalîst ve hatine xêzkirin, tevnagere lê belê tevî vê yekê jî li wir e haya her kesî ji vê yekê heye. Ji ber vê yekê têkoşîna gelê Kurd, ji bo gelên xwecihî yên li Emerîkaya Latîn, kêmaniyên li Efrîqayê û gelek beşên li seranserê cîhanê veguherî sembolekê. Sembola parastina çand, nasname û hebûna xwe ya neteweyî. Û ev têkoşîn gelekî girîng e. Divê ji hemû hewldanên gelê Kurd ên têkildarî aşitiyê werin destekkirin û parastin. Ji ber ku aliyê ku ber bi aşitiyê ve pêngav avêtiye ev in. Û bi min divê ev hewl werin pîrozkirin û her cure piştgirî were dayîn. Ez wisa difikirim.’’

‘FIKRÊN OCALAN JI BO PÊŞEROJÊ HÊVÎ DIDIN’

Montag piştre balkişand ser pergala li Rojava a xwe dispêre fikrên Rêber Apo û ev yek anîn ziman: ‘’Bi min pergala li Rojava, bi rastî jî ceribandin û projeyek e ku di bin şert û mercên dijwar de hatiye sepandin. Hewla avakirina civakeke nû ya tevî şert û mercên şerê dijwar. Ev hewldaneke gelekî girîng e.  Tiştên li Rojava rû didin ji bo kesên li vir weke mînakekê ne. Bes ne di mijara jina de di heman demê de di mijarên tecrûbe, rêveberiyên xweser, birêxistinbûna civakî de jî gelekî girîng e. Rêveberiya kollektîf û komunal ku ev yek jî hêviyekê pêşkêşî pêşerojê dike. Her wiha di warê navneteweyî de biryarên têkildarî PKK’ê abestî ne.  Van rojan pênaseya terorîst bi temamî veguherî pênaseyeke komîk. Ger em qala terorîstan bikin divê em pêşiyê qala Îsraîlê bikin. Kiryarên wê bi eşkereyî li holê ne.  Biryarên li ser PKK’ê rê li ber encamên yasayî vedikin. Nayê qebûlkirin ku PKK weke rêxistineke terorê were pênasekirin. Ev ne pêkan e. Wan têkoşîneke çekdarî ya rewa da meşandin û a niha jî hewl didin ku pêvajoya aşitiyê bidin destpêkirin. Tevî van yekan hemûyan pênasekirina wê ya were terorê rewşeke komîk e û nayê qebûlkirin.

‘DIVÊ PIŞTGIRÎ LI STRATEJIYA PKK’Ê YA NÛ WERE KIRIN’

Prof Warren Montag di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê di vê pêavjoyê de hemû kes piştgiriyê bide stratejiya PKK’ê ya nû û YPG’ê û got: ‘’Gelekî girîng e ku piştgiriya vê pêvajoyê were kirin. Ji aliyê nîşandana têkoşîna ji bo çand, nasname û hebûnê jî gelekî girîng e. Têkoşîna gelê Kurd, îro li seranserê cîhanê meseleyeke gelekî girîng e. Û ev pêvajo (aşitî) vêmijarê derdixe pêş, nîşan dide û tîne rojevê. Ev bi rastî jî gelekî girîng e.’’

Prof. Warren Montag kî ye?

Warren Montag, bîrewerekî Emerîkî yê sosyalîst û teorîsyenê edebîyatê ye. Li Occidental Collegeyê weke profesorê Zimanê Ingilîzî û Edebiyata Berawirdî kar dike. Xebatên wî bi taybetî li ser fikra Fransiyan a sedsala 20’emîn û teorîsyenên marksîst in. Montag li gel xebatên xwe yên akademîk di heman demê de di salên 1970-1980’yî de di nava rêxistinên sosyalîst de bi awayekî çalak cih girtiye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Binçavkirinên 1’ê Îlonê hatin protestokirin

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Êlihê binçavkirina 12 ciwanan ya di1’ê Îlonê de protesto…

Ji aliyê Stêrk TV

Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê

Heyva Sor a Kurd alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihand mexdûrên lehiyê yên li navçeya Çemçemalê.

Ji aliyê Stêrk TV

1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike

1'emîn Konferansa Parlemeterên Jin ên Kurd ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

KMK: Divê azadiya karê çapemeniyê weke armanceke stratejîk bê dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Jin ji bo azadiya Rêber Apo li Hesekê meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Jiyana Zeynep Celaliyan û 3 girtiyên din ên siyasî di xeteriyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Demîrtaş û Mizrakli bang: Divê biryarên dadgeha neteweyî û navneteweyî pêk bên

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?