Şemî, 1 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li parzûngeha petrolê ya li Hewlêrê şewat derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Ertak hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 8 jin di bin metirsiya darvekirinê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş tevahiya rojê bê av ma: Nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevî tîştên ku piştî pêvajoya berê hatin jiyîn jî hêviya aştiya civakî neqediyaye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endamtiya Yekîtiya Şaredariyên Tirk a ji bo Kerkûkê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elvan Koçer: Em ê rê nedin belavbûna fihûş û tiryakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Têkoşîna civaka Êzidî têkoşîna mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bayik: Çi hate qezençkirin, bi Rêber Apo hate qezençkirin
Rojane

Bayik: Çi hate qezençkirin, bi Rêber Apo hate qezençkirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Me bi Rêbertî xwe nas kir. Weke şexs, rewşa min jî bi vî rengî ye. Gelê Kurd jî bi heman rengî ye. Me çi qezenç kiribe bi Rêber Apo qezenç kiriye. Gel jî baş bi vê zane."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya Yenî Yaşamê bersiv da pirsên Nezahat Dogan ên li ser pêvajoyê.

Cemîl Bayik destpêkê qala têkoşîna Rêber Apo kir û got, “Rêber Apo ewladê malbat û civakeek belavbûyî bû. Ji malbateke gelekî xizan bû. Rêber Apo xwedî li civak û gelekî welê derdikeve ku her tiştên xwe winda kiriye û hêviya xwe ji dest daye. Ji xwe van pirsan dipirse; ‘Ez ê çawa karibim civakeke ku ji hev belav bûye û her tiştên xwe ji dest daye ji nû ve bîne ser xwe, çawa karibim rakim ser piyan, bikim xwedî hêz û bikim ya wê bi xwe? Bersiv ji van pirsan re peyda kir. Hemû hewldanên xwe ji bo wê yekê bû ku di nava her şert û mercî de gel bike xwedî îrade û azadiyê. Li ser vê bingehê dest bi têkoşînê kir û meşiya.”

Cemîl Bayik destnîşan kir ku mînakeke vê nîne û got, “Dibe ku gelek welat hatibin dagirkirin, di nava statuya mêtingeriyê de hatibe hiştin, lê belê Kurdistan welatekî gelekî cuda ye. Ne tenê hatiye dagirkirin, her tiştên wê jê hatiye stendin. Bi temamî li ber tinebûnê ye. Hêviyên xwe bi temamî winda kiriye. Jiyaneke xwe nemaye. Xwedîderketina li gelekî bi vî rengî ne tiştekî welê ye ku her kes karibe bike. Rêber Apo xwedî li gelekî bi vî rengî derket. Doza azadiyê ya gelekî bi vî rengî hilda ser milê xwe. Ji bo doza azadiyê ya gelekî bi vî rengî bimeşîne rêbertî, rêxistinî, kadrobûyîn, uslûp û rêbazeke guncaw afirand. Û di encama vê de jî gelekî belavbûyî, bê rêxistin, ku kesî ew qebûl nedikir, cidî nediît, komî ser kev kir, gihand asta neteweyî.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi dewamî işaret bi bandora Rêber Apo kir û got, “Rêber Apo çi got? Got, ‘Parêznameyên min li ku be ez li wê derê me’. Ji bo me li gel azadiya fîzîkî ya Rêberê me, ya herî girîng afirandina yekbûneke li gorî felsefe, îdeolojî, xet, armanc, ruh û rêbaza kar a Rêberê me ye. Piştî ku ev bû û pêk hat, ji aliyê fîzîkî ve bûyîna li gel hev ewqasî bi wate nîne. Bêguman ji bo gel, ji bo dostên me girîng e. Me bi Rêbertî xwe nas kir. Weke şexs rewşa min bi xwe jî bi vî rengî ye. Rewşa gelê me jî bi vî rengî ye. Me çi qezenç kiribe bi saya Rêber Apo qezenç kiriye. Gel jî baş bi vê zane. Milîtan û endamên vê tevgerê jî baş bi vê zane. Lewma tecrîd çiqasî bi giranî hatibe meşandin jî ti carî Rêber Apo û gel, tevger ji hev qut nekir. Gotin, ‘Ev tevger tevgera Rêbertî ye. Eger em Rêbertî bigirin, em bê bandor bikin, ev tevger wê nikaribe bimeşe. Em ê karibin bi hêsanî armancên xwe pêk bînin’. Ji ber vê yekê hemû derfetên xwe yên hundir û derve bi kar anîn. Xwestin ku Rêber Apo li nava rêxistinê û gel bidin jibîrkirin. Lê belê nekarîn bidin jibîrikrin, berevajî vê yekê di nava tevgerê û gel de dilsoziya bi Rêber Apo re hîn xurt bû.”

Li ser sedema xurtbûna vê dilsoziyê jî Cemîl Bayik got, “Ji ber ku her kes bi jiyana Rêber Apo zane, zane bê çi kiriye, çi qezenç kiriye bi Rêbertî qezenç kiriye. Baş zanin ku bûyîna xwedî Rêbertî tê çi wateyê, windakirina Rêbertî wê encamên çawa bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê jî têkiliya xwe ya bi Rêber Apo re hîn xurt kir. Di vê têkoşînê de Tirkiyeyê pirsgirêkên gelekî giran dît.

Tirkiye ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve kete nava pirsgirêkan. Yanî dîtin ku siyaseta ew dimeşînin îflas kiriye. Dîtin ku eger di wê siyasetê de israr bikin wê li pirsgirêkên hîn girantir rast bên. Her wiha pêşketinên li Rojhilata Navîn hene. Ev bûyer yekser bandorê li wan dike. Ev dîtin; ‘Eger em bi Kurdan re têkiliyê danînin, nikaribin piştgiriyê ji Kurdan werbigirin, hem pirsgirêkên navxweyî hem jî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û bûyerên diqewimin dikarin dawî li me bînin’. Ji ber ku berê rewşeke bi serê wan ve hatibû. Rewşa ku bi serê Împaratoriya Osmanî ve hat. Tê zanîn bê gelê Tirk, dewleta Tirk ev pêvajo çawa derbas kiriye. Mûstafa Kemal bi Kurdan û Sowyetan re têkilî danî. Xwe spart vê yekê û têkoşîn meşand û çû Lozanê. Ev têne zanîn. Ji bo careke din li pirsgirêkên bi vî rengî rast neyê, mecbûrî Kurdan man, mecbûrî Rêbertî man. Qaşo wê Rêbertî bidan jibîrkirin, qirkirina Kurdan temam bikira, lê belê bûn mûhtacê Kurdan û Rêbertî. Ji înkar û îmhayê hatin hebûnê.

Rêber Apo jî ji Enqereyê heta niha niha, dema ku têkoşîn meşand timî guherîn û veguherîn ji xwe re kir esas. Dibe ku hinek bibêje, guherîn û veguherînê nû dixin rojevê, lê belê welê nîne. Ev tevger tevgereke welê ye ku hîn ji destpêkê ve guherîn û veguherîn ji xwe re kir esas. Ji ber vê yekê timî bi pêş ket. Naxwe zûdeyî wê tasfiye bibûya.”

Cemîl Bayik destnîşan kir ku tevgera wan ji ber ku guherîn û veguherînê ji xwe re dike esas heta niha li ser piyan maye û got, “Niha hinek radibe dibêje ‘PKK hêzê ji kê werdigire. Gelo ji filan cihî hêzê werdigirin’. PKK ji kesî hêzê wernagire. PKK xwedî çavkaniyên xwe yên hêzê ne. Felsefe, îdeolojî, xet û pîvanên xwe hene. Ji ber ku vê tevgerê berê xwe da azadiyê, ji xwe re timî hêzê diafirîne. Ji ber ku hemû rêbazên jiyanê yên xizmetê ji vê armancê re nakin red dike, timî çavkaniya hêzê ji xwe re diafirîne. Mînak ne tenê li ser aliyên xwe yên erênî tevdigere, di heman demê de aliyên neyînî jî vediguherîne aliyê erênî û bi vî rengî dixe bin xizmeta tevgerê. Li cîhanê hêzeke din nîne ku xwedî vê felsefeyê ye.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku ev tevger çavkaniyên xwe yên hêzê bi xwe diafirîne û herî dawî got, “Ev tevger xwedî pîvanên xwe ye. yek ji van jî bêguman rexnekirin-rexnedayin e. Bi rêya vê yekê xwe ji kêmasiyan paqij dike. Her tim xwe xurt dike, zindî dike. Bi rêya vê yekê hem serketinan hem jî neserketinan dixe xizmeta pêşketina tevgerê. Li cîhanê tevgereke din a ku vê dike nîne. Ez heta niha lê rast nehatime, min nexwendiye. Ev tevger hem bi aliyên erênî hem jî bi aliyê neyînî xwe xurt dike. Ji ber ku aliyên neyînî di nava vê tevgerê de dibe hinceta çareseriyê. Hemû astengî, şaşitî, neyînî hinceta çareserkirina wan, derbaskirina wan e. Ya ku tevgerê timî bi pêş ve dibe, zindî dike ev e. Rêber Apo ti carî tiştek ji kesî nexwestiye. Ji bo armanca azadiyê çi pêwîst be ev tespît kiriye û bi cih aniye. Rêbazeke bi vî rengî ji xwe re kiriye esas.

Ti carî nebû xwedî ferasetekê ku bibêje, ‘Bila firsendek bi dest bikeve, hin derfet bêne afirandin, ez têkoşînê bi pêş ve bibim’. Wî bi xwe firsend û derfet afirandiye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dêrazorê êrîş: Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bû
Nûçeya Pişt re Krîza Suveyda: Îsraîlê fermana ‘lêxe’ da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Înîsiyatîfa Zarokên Agir li 4 bajaran febrîqe û wesayît dan ber agir

Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li 4 bajaran febrîqe, depo û wesayît dane ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Heta nefesa xwe ya dawî bû dilsozê nirxên azadiyê

Xebat Turkmen ê piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava tevlî têkoşînê bû, bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

Li bajarê Liverpool ê Îngilistanê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd hate vekirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Endamtiya Yekîtiya Şaredariyên Tirk a ji bo Kerkûkê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li parzûngeha petrolê ya li Hewlêrê şewat derket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?