Sêşem, 23 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Neteweyên Yekbûyî: Xisara şerê li Lubnanê 1,38 milyar dolar derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya civîna bilind a NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gel Şaredarê Adalarê yê CHP’yî 35 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rewşa Serkan Onur Yilmaz ê di greva birçûbûnê de ye girane
Rojane

Rewşa Serkan Onur Yilmaz ê di greva birçûbûnê de ye girane

Alî Hasan Akgul ê ku li dijî pêkanînên girtîgehên tîpa bîrê 149’an di greva birçîbûnê de bû û hat berdan, diyar kir ku rewşa Serkan Onur Yilmaz ê ku bi daxwaza sewqkirina hevrêyên xwe bo girtîgehên din 268 roj in di greva birçîbûnê de ye, giran bûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Girtiyên siyasî li dijî şert û mercên tecrîdê yên giran ên li girtîgehên Tîpa Bîrê ku mîna Tîpa F’ye ye, greva xwe ya birçîbûnê didomînin. Yek ji van girtiyên siyasî yê ku vê dawiyê hate berdan, Alî Hasan Akgul ji bo Serkan Onur Yilmaz, ku ji ber greva birçîbûnê di qonaxeke krîtîk de ye, bangek lezgîn kir û daxwaz kir ku hevrêyên wî ji GirtîgehaTîpa Bîrê ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê bo girtîgehên din werin sewqkirin.

‘KÊLIYA KU MIROV GAV DAVÊJE TÎPA E YA HEJMAR 1 A SÎNCANÊ ZILM DESTPÊ DIKE’

Akgul, diyar kir ku piştî di Kanûna 2024’an de hate girtin, ew ji Girtîgeha Marmara ya Silivri bo Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Sîncanê hatiye sirgûnkirin. Akgul, anî ziman ku li vir lêgerîna tazî li ser wan hatiye ferzkirin û got ku bi girtiyê nexweş Ufuk Keskîn re di hucreyek sê kesan de hatine girtin.

‘NE TENÊ RÛYÊ MIROVAN HER TIŞTEKE XWEZAYÎ JÎ QEDEXE DIKIN!’

Akgul, da zanîn ku girtîgehên mîna bîrê sê qat in, qada hewadarkirinê 7-8 gav in û hucreyên wan jî tenê 6 gav in. Akgul, rave kir ku têkiliya rasterast bi gardiyanan re qedexe ye û têkiliya bi xwezayê re, weke roj, baran û berfê, hema hema ne mumkin e. Akgul, her wiha destnîşan kir ku ew 24 saetan bi kamerayan têne şopandin û vemirandina kamerayan dibe sedema cezayên dîsîplînê.

‘SÎSTEMEKE TECRÎDÊ YE KU MIROV JI MIROVAN Û XWEZAYÊ VEDIQETÎNE HATIYE AVAKIRIN’

Akgul, da xuyakirin ku ev sîstem hem mirovan ji mirovan û hem jî ji xwezayê vediqetîne û diyar kir ku li dijî van pêkanînan ew û Ufuk Keskîn ji bo daxwaza veguhastinê ketine greva birçîbûnê. Akgul, diyar kir ku piştî ku daxwazên wan hatine qebûlkirin, ew di 11’ê Tîrmehê de hatiye berdan û got ku di dema greva birçîbûnê de wî 20 kîlo winda kiriye.

‘DAXWAZA SERKAN ONUR YILMAZ, KU DI QONAXA KRÎTÎK DE YE DIKARE WERE BI CIH ANÎN’

Akgul, ragihand ku Serkan Onur Yilmaz, ku 268 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye, di rewşek krîtîk de ye, ew neçar e ku bi kursiya bi teker tevlî hevdîtinan bibe û got ku di laşê wî de tevizîn û birîn çêbûne. Akgul, anî ziman ku daxwaza Yilmaz tenê ew e ku hevalên wî ji girtîgeha bi tîpa bîrê sewqî girtîgehên din kirine û got ku ev daxwaz bi hêsanî dikare were bi cih anîn.

‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ GIRTÎGEHÊN BI TÎPA BÎRÊ ÊDÎ NE TERCÎHEK, MECBÛRIYETEK E’

Akgul, Wezareta Edaletê berpirsiyar girt û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Akgul, da zanîn ku girtîgehên tîpa bîrê ji bo her kesî xetereyek in û diyar kir ku ev avahî bûne navendên êşkence û tunekirinê.

Akgul, destnîşan kir ku pergalên mîna vê li Dewletên Yekbûyî ji ber xwekuştinan hatine girtin, lê li Tirkiyeyê ev dane têne veşartin û bang li tevahiya civakê kir ku li dijî girtîgehên tîpa bîrê tevbigerin û têbikoşin. Akgul, anî ziman ku divê her kes xwedî li girtiyên di greva birçûbûnê de ne derkevin û diyar kir ku girtina van girtîgehan êdî mecbûriyetek e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî Şaredariya Pirsûsê êrîş pêk hat
Nûçeya Pişt re Barbara Steiner: Azadiya Abdullah Ocalan mifteya aşitiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşvanên jin li Dîlokê bi coş hatin pêşwazîkirin

Jinên ku bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê ji bo şehîd Tekîn, Orhan û Berwar konê sersaxî hat danîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şehîd Tekîn Goyî, Orhan Bingol û Berwar Dersim…

Ji aliyê Stêrk TV

Li nêzî Qesra Spî êrişa çekdarî

Li nêzî Qesra Spî di encama êrişeke çekdarî de ji Muxafizên Neteweyî yên Virginia ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rapora Neteweyên Yekbûyî: Xisara şerê li Lubnanê 1,38 milyar dolar derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kedkarê çapemeniya azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Beriya civîna bilind a NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?