Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava xwendekar û mamoste ji bo Kurdî meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Împaratoriya narkotîkê ya çeteyên dewletê -IV

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dil û mejiyê xwe dabû têkoşînê: Dilmaf Efrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Komîsyon civiya: Em di demek dîrokî de ne
Rojane

Komîsyon civiya: Em di demek dîrokî de ne

Komîsyona Meclisê têkildarî pirsgirêka Kurd bi serokatiya Serokê TBMM’ê Nûman Kurtulmuş civiya. Kurtulmuş got, “Em di demek dîrokî de ne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de li Meclisê komîsyon hate avakirin. Komîsyon, li Meclisê civîna xwe ya ewil li dar dixe. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ku bi endamên partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin re hate gel hev, di civînê de axivî. 

Çendek mijarên di axaftina Kurtulmuş de derketin pêş wiha ne: “Komîsyona me, nerîn û îradeyeke nû ya ji bo meseleyeke ku bi dehan salaye enerjiya welatê me tune dike, xwişk-biratiyê qels dike û ji hêla hin kesan ve tê provokekirin e. Bêguman li vir meseleya me ya esasî ne nivîsandina destûra bingehîn, reformên hiqûqê yan jî di carekê de çareserkirina hemû pirsgirêkan nîne. Îradeya bibîrxistina wê ye ku Meclis dengê gel e, barkêşa aştiya civakî, temînata xwişk-biratiyê û navnîşana rewa ya çareseriyê ye. Ne bi hesabên siyasî, pênase û hînbûnên teng; navê tevgerîna bi cisaret, bi wijdan û bi edalet e. Ji ber ku pêvajoya bi temamî bêdengkirina çekan a rêxistinê û xwefesixkirina wê dest pê kirî, ne tenê meseleya kes, sazî an jî avadaniyeke siyasî ye. Yekser meseleya miletê me yê ezîz e. Qîmeta Komîsyona Meclisê jî tam di vir de ye. Ev komîsyon, bangekî ji bo xurtkirina manewiyeta civakê, mayindekirina xwişk-biratiyê, qebûlkirina cudahiyên xwe û xurtkirina jiyana hevpar e.

XWIŞK-BIRATIYA TIRK Û KURDAN MIJARA SEREKE YE

Serdema nû mecbûr e ku bibe serdemeke bêhtir li ser siyaset, fikir û wijdanê tê axaftin. Lêbelê li gel ewlehiyê, êdî dema wê hatiye ku em derfet û hêza azadî, wekhevî û edaletê bi dengekî bilindtir biaxivin. Erkeke din a vê komîsyonê jî ev e. Gelên piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê ji hev hatine qutkirin, heq dikin ku hevdu bi dengekî bilindtir bibihîsin. Divê her gava em diavêjin, ji bo xurtkirina aştî û xwişk-biratiya vê erdnîgariya qedîm be. Di vê çarçoveyê de, ‘Tirkiyeya bêteror’ di esasê xwe de tê wateya herêma bêteror. Hevalên min ên bi qedir ên wekîl, miletê me yê ezîz; pir aşkeraye ku xwişk-biratiya Tirk-Kurdan mijara sereke ya erdnîgariya me ye. Em neviyên wan kesan e ku li Çanakkaleyê mil dane milê hev. Xwişk-biratî ew e ku di rijandina xwehê de, di êş û hêviyê de mirov bi hev re bimeşe.

Îro em mecbûr in ku dîrokê li gorî feraseta îro jinûve binirxînin û pêşerojê li gorî vê îradeyê saz bikin. Tevî rewşa aloz a şertên kûrewî û geşedanên li herêmê jî em mecbûr in yekitiya navxweyî mezin bikin, aramiya navxweyî pêş bixin û li derve jî aştiya herêmê biparêzin. Em mecbûr in eniya navxweyî xurt bikin û îstîqrara Tirkiyeyê deynin ser zemîna aqilekî siyasî ya sazkar. Serdema tarî ya ku pêşiya welatê me digirt, bi destê feraseta miletê me û biryardariya dewleta me êdî li paş hate hiştin. Bêguman Meclis bilindtirîn sîwana demokratîk e ku dengê heqîqetê dibihîse, civakê hîs dike û nûnertiya wijdanê dike. Dibe ku di vê komîsyonê de em destûreke nû ya bingehîn nenivîsin lêbelê em ê têkildarî xwişk-biratiyê gotinên xwe bikin û bi hev re tevbigerin. Meclisa me dê ne tenê bi bîrxistina xwişk-biratiya hezar salî ve bisînor bimîne, her wiha dê di zemîna siyasî de jinûve pênase bike. Divê were zanîn ku, pêvajoya çekberdanê ya ku me jê re şahidî kir, bi tu awayî encama pêvajoyeke bazariyê nîne. Encama biryardariya miletê me ya ji bo aramî û yekitiyê ye û bandora wê ye. Îro, geşedanên em pê serbilind tên jiyîn ku di îstîqameta rakirina astengiyeke ked û dema welatê me dixwar de ne.

Ev komîsyon, cihê her kesê dengê xwe bilind dike ye. Bes ku peyvên me yên hevpar bila xwişk-biratî û aştî bin. Tu mijarek nîne ku di bin vê sîwanê de li ser neyê axaftin. Bes ku em ji bo guhdarîkirina hev amade bin. Bes ku her nêrînek qala yekitî û xwişk-biratiyê bike. Ez spasiya her kesên xwedî wijdan dikim. Di wê baweriyê de me ku her kesên ji bo vê mijarê sûdewer bûn, nîşan dane ku di hêvanê vî welatî de xwişk-biratî heye.”  

Piştî axaftina destpêkê ya Kurtulmuş dê nûnerên partiyên siyasî di komîsyonê de nêrîn û nirxandinên xwe parve bikin.

Di civînê de her wiha dê şêwe, esas û rêgezên xebatên komîsyonê bên diyarkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya konferansa helwesta hevpar dikin
Nûçeya Pişt re Civîna Komîsyonê: Divê derfetên nûneriya siyasî û mafên kolektîf hebin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Kantona Firatê: Em ê bi 8’ê Adarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin

Jinên Kantona Firatê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gotin, ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser ji bo Bendava Tişrînê bang li saziyên navneteweyî kir

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Dîlan Kartal serî li ÎHD’ê da: Rojnamevanî sûc nîne

Rojnamevan Dîlan Kartal ku li Amedê polîsan pêşî lê girtin, serî li Komeleya Mafên Mirovan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Rojava xwendekar û mamoste ji bo Kurdî meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Împaratoriya narkotîkê ya çeteyên dewletê -IV

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?