Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava xwendekar û mamoste ji bo Kurdî meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Împaratoriya narkotîkê ya çeteyên dewletê -IV

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dil û mejiyê xwe dabû têkoşînê: Dilmaf Efrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Civîna Komîsyonê: Divê derfetên nûneriya siyasî û mafên kolektîf hebin
Rojane

Civîna Komîsyonê: Divê derfetên nûneriya siyasî û mafên kolektîf hebin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna komîsyona Meclisê de axivî û diyar kir ku çareserî bi rêbazên demokratîk, siyasî û aştiyane pêkan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna komîsyona li Meclisê de axivî ku bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke sereke ye ku bi sala ye çareseriya wê tê taloqkirin û got: “Di esasê xwe de ji bo çareseriya demokratîk, siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd em li vir in. Dixwazin destnîşan bikim ku ev civîn dê ji bo jiyana hevpar, hiqûq û pêşerojeke demokratîk a tevahiya hemwelatiyên Tirkiyeyê sûdewer be.”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê axaftina xwe wiha domand: “Pirsgirêka Kurd divê ne tenê pirsgirêka gelê Kurd a azadî û hemwelatiya wekhev de were nirxandin, di heman demê de divê weke çalakkirina rêgeza hiqûq, siyaseta azad, hiqûqa xwişk-biratiyê û dewleta hiqûqê jî gavekî adilane û sereke ye. Divê weke avakirina jiyaneke wekhev a li ser bingeha adilane were nirxandin. Di vê çarçoveyê de xebatên komîsyona me ji bo çareseriyeke mayinde, rêyên çareseriyeke berfireh û hêsankirina qonaxên çareseriyê firsendeke dîrokî pêşkeş dike.

Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên tendurist û çêker were çareserkirin, ji bo diyarkirina rêbazên çareseriyê girîng e. Di serî de nasnameya Kurd, ji ber redkirina piranîparêz, nasname û baweriyên cuda û ji ber ferzkirina yekperestinê ev pirsgirêk derketin holê û ev serhildan, şer û tundî heta roja me hat. Cihêkariya li dijî nasnameyan, pergala yekperest pirsgirêkeke cidî li ber demokrasiyê vekir û nehişt komar bigihije demokrasiyeke xurt û hiqûqeke li ser bingeha maf, demokrasî, edalet û hemwelatiya wekhev were avakirin. Di halê hazir de tê dîtin ku di serî de pirsgirêka Kurd, tu pirsgirêkên me yên sereke bi nêzikatiyên ewlekariyê û bi vehêlandina demokrasî û azadiyan çareser nabin.

Pêdiviya sereke ya welat, gel û civaka me bi çanda demokrasiyê ya mizakerevan ku aliyên hiqûqî, siyasî, çandî û aboriyê jî digire nav xwe heye. Bêguman pirsgirêka Kurd bûye çavkaniya gelek pirsgirêkan. Ne pirsgirêka hemwelatiya wekhev a Elewiyan, ne mafê kedkaran ê tê xwarin ne jî pirsgirêka jinan ji pirsgirêka Kurd cuda nayê destgirtin. Bi vê wesîleyê em dibêjin ku hewceye êdî her mesele bi perspektîfeke demokratîk, wekhevîparêz û piranîparêz bê destgirtin.

Di vê çarçoveyê de em wisa bawer dikin ku komîsyona me hem ji bo xurtkirina zemîna mitabeqeta siyasî hem jî pêşxistina rêyên mizakereyan de dê gelek sûdewer be. Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe yên neçareseriyê rizgar bibe û di rêya veguherîna demokratîk de pêş bikeve, meclis xwedî roleke dîrokî û girîng e. Gelek girîng û biqîmete ku ev pêvajo li ser zemîna meclisê hate destpêkirin.

Weke DEM Partiyê em di ferqa vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî de ne. Em ê bi nêzikatiyeke çêker xebatên xwe bidomînin. Tecrubeyên dîrokî nîşan didin ku bêpevçûniya yekalî nayên wateya aştiyê. Aştiyeke mayinde, bi pêvajoyeke çareseriyê ya demokratîk a li ser zemîneke rewa ya siyasî pêkan e.

Birêz Ocalan, siyaseta demokratîk weke rêya çareseriya pirsgirêkan nîşan dide. Ev yek careke din nîşan dide ka rêyên siyaseta demokratîk çiqas girîng in.

TIŞTA PÊWÎST

Em di wê baweriyê de ne ku ev komîsyon jî dê bi perspektîfeke ku zimanê aştiyê û zemîna siyaseta demokratîk xurt dike bixebite. Di vê çarçoveyê de, hewceye beşdariyeke demokratîk di nav xwe de mafên kolektîf û derfetên nûnertiya siyasî jî bihewîne. Beşdarbûn divê tenê bi hilbijartinê bisînor nemîne; tevlibûna wekhev a di pêvajoyên biryardayînê de, rêveberiyên xwecihî, xurtkirina rêveberiyên herêmî û rêzgirtina li hemberî îradeya gel jî divê di nav de bin. Tayînkirina qeyûman, pêvajoyeke ku mafên demokratîk ên hemû welatiyan bisînor dike ye.

ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK

Her wiha, mafê zimanê dayikê jî ne tenê pedagojîk, meseleyeke hebûnê ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê, xwegihandina xizmetên cemaweriyê, afirandina derfetên çandî, bingeha hemwelatiya wekhev a jiyana gelê Kurd e. Misogerkirina van mafan, ji bo derbasbûna pergaleke hiqûqê ya piranîparêz girîng e. Bi vê boneyê, diyarkirina gavên gelê Kurd bi awayekî xurt tev li siyaseta demokratîk dikin dê demokrasiya destûra bingehîn jî xurtir bike. Civaka demokratîk, hêmaya sereke ya jiyaneke azad û demokratîk e. Gavên ji bo pêşxistina civaka demokratîk, rêxistinbûn û azadiya siyasetê dê lez bide veguherîna demokratîk û derî li entegrasyona demokratîk jî veke.  

Mîna birêz Ocalan jî hatiye, ev welat dê êdî bibe welatê kesên demokrasiyê hem weke mafê xwe hem jî peywira xwe dibînin be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komîsyon civiya: Em di demek dîrokî de ne
Nûçeya Pişt re Civîna din a Komîsyonê 8’ê Tebaxê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Êrişên li ser taxên Siryan hate şikandin

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate ragihandin ku li dijî êrişên hêzên hikumeta veguhêz…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên girtiyan wê li 6 bajaran çalakiya ‘deng bide azadiyê’ lidar bixin

Xizmên girtiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê li 6 bajaran çalakiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî 4 mehan vir de carek din vebû

Rêyên çûyîn û hatinê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî 4 mehan û vir de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Rojava xwendekar û mamoste ji bo Kurdî meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Împaratoriya narkotîkê ya çeteyên dewletê -IV

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?