Namzetên Hevşaredariya Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî li qada Cumhuriyetê ya Arnavûtkoyê ya Stenbolê bi girseyî hatin pêşwazîkirin, daxuyanî dan.
Destpêkê bi sedan şêniyên navçeya Sancaktepeyê bi coşeke mezin namzetên hevşaredariyê bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, çepik, tilîlî û gulan pêşwazî kirin û ji wir jî bi konvoyan ber bi Arnavûtkoyê ve bi rê ketin.
Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ku ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin, ji hêla sedan kesî ve bi çepikan heta konê hilbijartinê yê DEM Partiyê yê li qada Cumhuriyetê ya Arnavûtkoyê meşiyan.
‘BI HILWEŞANDINA BENDAN EM HATIN HETA VIR’
Murat Çepnî ku ewil axivî wiha got: “Serkeftina me li hemû gelê me pîroz be. Em ji vir dest bi meşa xwe ya hilbijartinê dikin. Û ji vir em bang li hemû gelê Stenbolê dikin. Em ê bêtir bang bikin û hevdîtinan bikin. DEM Partî partiya destpêkên nû ye. DEM Partî nû dest pê dike. Em dibêjin ev hê destpêk e. Rêya me bi zehmet, dijwar û tijî bendin, lê kevneşopiya DEM Partiyê weke tevgereke gel, bi hilweşandina van bendan em heta îro hatine. Em ê bi hilweşandina van bendan bigihêjin serkeftinê. Em ne mehkûmî alternatîfên ku di hilbijartinan de li ser me tên ferzkirin in. Li vir DEM Partî li her cihê ku lê be, bi tevgera gel û hêza xwe ya ku hêza xwe jê digire wê siyaseta demokratîk ava bike. Bila her kes me bibihîze, em ji tu kesî natirsin. Em navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkên vê erdnîgariyê ne. Ji hemû gelê me re silav. Em ê bi ser bikevin.”
‘EM Ê STENBOLÊ BI DEST BIXIN’
Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û bi silavkirina bi kurdî dest bi axaftina xwe kir. Beştaş got, “Em li Stenbolê ne û îro roja me ya ewil e. Me nû dest pê kir. Em ê bi hev re li seranserê Stenbolê bigerin. Ji bo di vê hilbijartinê de em bi ser bikevin bi hemû hêza xwe em ê bi gelê Stenbolê re hevdîtinan bikin. Em teqez ne bêçare ne, ne bêaltenatîf in û ne bi tenê ne. Em ê bi hev re Stenbolê bi dest bixin. Tenê partiya me kevneşopiya şaredariya gel pêk anî. Me bi rêbaza tevlêbûna demokratîk, gelemperî û demokratîk nîşan da ku em şaredariyê çawa bi rê ve dibin. Li ser vê yekê bi rêya qeyûman vîna gel xesp kirin. Ez ji Stenbolê radigihînim ku pergala qeyûm hilweşiyaye û qediyaye. Li hemberî vê sîstemê gelê Kurd bi gelên din re li kêleka hev têkoşiyan. Partiyên me û raya giştî ya demokratîk îspat kiriye ku sîstema wefadariyê qirêjî ye, xerakar e û ti aliyê xwe yê demokratîk nîne.”
’STENBOL LI BENDA ME BE Û ÊDÎ EM LI VIR IN’
Beştaş anî ziman ku ew bi xurtî ketine hilbijartinên 31’ê Adarê û wiha domand: “Ji ber ku li her derê li dijî vê desthilatdarî û sîstemê nerazîbûneke tund heye. Em ê bi feraseta şaredarî û demokrasiyê û feraseta xwe ya jinê bibin şaredariyên herî xurt. Stenbol di heman demê de bajarê herî mezin ê Kurdan e. Bajarê ku herî zêde nifûsa lê heye Stenbol e. Ji Tekmanê heta Xinisê, ji Xinisê heta Licê, ji Licê heta Xorasan, Qers, Colemêrg û Êlihê her kes li vir e. Yên ku nikarin li bajar û erdnîgariya xwe bijîn, yên ku li kar û jiyana aborî digerin, li Stenbolê ne. Em ê hemû bajarên Kurdistanê yek bi yek li vir rêz bikin. Em careke din dibêjin, Stenbol bajarê herî mezin ê Kurdan e. Em dizanin ku Kurd li vir dijîn û em ê bi feraseta şaredariyê heta dawiyê ji bo maf û daxwazên Kurdan bixebitin. Me banga ‘Stenbol li benda me be’ kiribû. Em hatin, em li Stenbolê ne û em niha li vir in.”
Piştre jî namzetên hevşaredariyê bi coş û dirûşman hatin rêkirin.