Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Ewladê esîl ê Rihayê ku warê pîroz ê rêberên gel û pêxemberan e, kurxalê Rêber Apo, Endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK’ê û Fermandarê Akademiyên Apollo hevrêyê me Koçero Ûrfa 4’ê Mijdara 2019’an di erîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku bi rêbaza sûîqestê kir, şehîd bû.
Ji ber şehadeta hevrêyê me Koçero, em di serî de ji Rêber Apo, malbata wî ya hêja, xelkê me yê Rihayê yê welatparêz û gelê Kurd bi temamî re sersaxiyê dixwazin. Hevrê Koçero ku li axa pîroz ji dayik bû, bi eşqa jiyana azad beşdarî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bû. 28 salan li çiyayên Kurdistanê û li qadên cuda bi fedakariyên mezin bênavber têkoşiya. Ji aliyê îdeolojîk, felsefî, rêxistinî û leşkerî ve bû yek ji pêşengên Tevgera Apoyî. Hevrê Koçero milîtanekî rasteqîn ê Apoyî bû ku kesayetiya xwe ya durustî, kedkar, samîmî, dilnizm û hunera xwe mirovî gihand asta şoreşgeriya dilopak û milîtaniya bi pîvan. Şoreşgerekî profesyonel bû ku zanîbû bibe hevrêyê hevrêyan û li ser şopa şehîdan bimeşe. Bi têkoşîna xwe ya bi fedaîtî nirx ji gelê Kurd re afirand, di parastina rewa de bi roleke girîng rabû û bû pêşengekî mezin ê têkoşîna me ku Tevgera Apoyî her tim bi pêş ve dibir. Hevrê Koçero fermandarek bû ku kedeke mezin da me hemûyan û çavê me timî li wî digeriya. Hevrê Koçera ku bandor li me hemûyan kir û em perwerde kir, ked da bi hezaran hevalan. Lewma tenê bi serxistina têkoşînê bersiv ji keda wî re dikare bê dayin. Em soz didin ku Apoyiyê mezin, rêberê gel, şoreşgerê profesyonel, fermandarê wêrek û qehremanê leheng hevrê Koçero ji xwe re bikin pûsûlaya têkoşînê, armancên wî yên mezin ên ku di oxira wan de canê xwe feda kir bi ser bixînin û hêjayî keda wî bin.
Em hevrêyê xwe, fermandarê fedaî Koçero ku di her kêliyê de û li her cihî Apoyî bi kûrahî hîs dikir, bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û careke din ji malbata hêja ya Rêber Apo û hevrêyên xwe re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Koçero Ûrfa bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Koçero Ûrfa |
Têkoşîna me ya Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir û dewam kir, gelek fedaî, leheng û qehreman afirand û dîrokeke nû nivîsand. Van qehremanan bi sekna xwe, bi fedaîtiya xwe, bi ked û jiyana xwe ya bi pîvan asta mirovên azad û nû temsîl kirin. Tevgera Apoyî ku ji aliyekî ve mirovê azad û nû afirand û ji aliyê din ve bi wan re civak û jiyaneke nû ava kir, gelek şoreşgerên bijarte ji bo gelê me afirand. Yek ji van qehremanên leheng û bijarte yên Têkoşîna me ya Azadiyê hevrê Koçero ye.
Hevrê Koçero ji malbateke welê ye ku ji aliyê bav ve Kurd, ji aliyê dayikê ve Tirkmen e. Malbata ku ji navçeya Xelfetî ya Rihayê di salên 1960’î de koçî navçeya Belkis a Dîlokê kir, lewma hevrêyê me Koçero jî li Belkisê ji dayik bû û lê mezin bû. Malbata hevrê Koçero malbata Rêber Apo ye ku ji aliyê gelê Kurd ve tê naskirin û kurê xalê Rêber Apo, Celal e. Hevrê Koçero li nava malbateke welê hêja mezin bû. Salên xwe yên zarokatî û ciwantiyê li xaka lê ji dayik bû, bi cewhera xwe ya pîroz derbas kir. Meşa azadiyê ya hevrêyê me Koçero di zarokatiyê de bi naskirina Tevgera Azadiyê destpê kir ku tevger ji aliyê kurmeta wî Rêber Apo ve hate destpêkirin, ji derdorê bihîstibû û êdî veguherîbû efsaneyekê. Cihê ku lê dima zêde derfet nedida ku têkoşîna me nas bike, lê belê li gel vê bêderfetiyê jî her tim kete nava lêgerînê. Hevrê Koçero ku ciwanekî dilxwazê jiyaneke bi wate û azadiyê bû, kete nava lêgerîneke xurt. Her kêliya xwe bi rengekî herî baş nirxand û hewl da PKK’ê nas bike û fêhm bike. Hevrêyê me Koçero di pêvajoya cûntaya 12’ê Îlona 1980’î de bi kiryarên li derveyî mirovahiyê rastiya dewleta Tirk hîn baş nas kir, piştî vê demê legerîna xwe hîn zêde kir. Ji ber ku rastiya civakî ya di nav de bû kete bin bandora polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk û gav bi gav kete nava sîstemê, ti carî xwe ji vê jiyana sexte nedît. Hevrê Koçero meta xwe Dayika Uveyş weke rêya rizgariya ji vê yekê dît. Gelek caran ji Belkisê cuda bû û çû gel Dayika Uveyş a li gundê Amarayê. Hevrê Koçero dema ku bi Dayika Uveyş re derbas kir weke kêliyên herî hêja bi bîr anî û rastiya Rêber Apo yekemcar ji Dayika Uveyş hîn bû. Li Amarayê bêhn hate ber, tehm û wateya jiyana azad yekemcar li wê derê wergirt. Hevrê Koçero dema havînê ku navber dida dibistanê li ber Dayika Uveyş derbas kir. Hevrêyê me ku têgihiştina xwe ya destpêkê li Amarayê pêk anî, bi şîretên Dayika Uveyş biryar da ku zanîngehê bixwîne. Hevrê Koçero ku dibistana seretayî, navîn û lîse li navçeya Belkisê xwend û qedand, weke ciwanekî jîr û jêhatî mafê xwendina beşa maliyeyê ya li Zanîngeha 9 Eylul a li Îzmîrê bi dest xist. Li ser vê bingehê derbasî Îzmîrê bû. Hevrêyê me Koçero ku li bajarê herî mezin û pêşketî yê herêma Egeyê derfet dît ku bi hêsanî tevbigere, bilindbûna têkoşîna me ya gerîla û atmosfera şoreşgerî ya şoreşa vejînê ku zincîra koletiyê ya gelê me girê dabû şikand, ji xwe re kir hinceta tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê. Hevrêyê me Koçero ku xwendekarekî serketî bû, hemû derfetên jiyana sîstemê ya li metropolên mezin da aliyekî û red kir. Jiyana bi wate, azadiya gel û doza azadiyê ya pîroz di ser jiyana xwe ya şexsî re dît. Di pêvajoya xwendekariya xwe de ku sê salan dewam kir, li nava xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê bi çend hevalên xwe re avaniyeke rêxistinî ava kir û pêşengî ji wê yekê re kir ku bi dehan xwendekar beşdarî nava refên gerîla bibin. Bi vî rengî wezîfeya xwe ya destpêkê ya şoreşgerî bi rengê ku xwe spart hêza xwe ya cewherî bi serketî bi cih anî. Weke pêngava şoşregerî ya ku Rêber Apo di pêvajoya 1972-1975’an de li Enqereyê kir, hevrê Koçero jî hewl da di salên 1990’î de li Îzmîrê bike. Hevrê Koçero ku pêvajoya karên zanîngeh, ciwanan û bajêr ji xwe re têr dît, bi baweriyeke mezin biryar li ser şoreşgeriya profesyonel da û di sala 1992’an de bi komek ji hevalên xwe beşdarî nava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Piştî ku demeke kurt li Heftanînê ma û bû xwedî tecrûbeyên destpêkê, ji bo dîtina Rêber Apo derbasî Qada Rêbertî bû. Hevrêyê me Koçero xeyala xwe ya bi salan pêk anî ku bi hesreta dîtina Rêber Apo bû. Perwerdeya Rêber Apo û mayina li heman qadê ya pê re ji bo xwe weke diyarî û xelatekê dît. Hevrê Koçero ev giraniya hestewariyê gihand asta têgihiştina şoşregerî û bi rengekî dilsoz, hestewar, bawerî û zanebûn tevlî têkoşînê bû. Bi hêz û morala ji perwerdeya Rêbertî ya li kademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê wergirtî careke din berê xwe da çiyê û salên dûr û dirêj li Zelê, Xakurkê û Zagrosan têkoşiya. Di vê pêvajoyê de bi giranî di karên perwedekirina hevrêyên li van herêman bi berpirsyarî rabû. Ji bo her hevrêyek bibe xwedî exlaq, hişmendî û çanda Apoyî, ji bo bicihanîna xeta têkoşînê ya Apoyî, têkoşîneke giştî meşand. Hevrê Koçero têkiliya xwe ya bi Rêber Apo re ti carî li ser malbatî an jî girêdana xwînê pênase nekir. Xizmbûyîna bi Rêber Apo re ti carî neda pêş, gelek caran nehişt hevrêyên wî bi vê yekê bihese. Li gorî pîvana ‘Eger girêdaneke min bi Rêber Apo re hebe divê ev yek bi Apogeriyeke şareza ya li ser bingeha hevrêtiyeke rasteqîn be’ nêzîk bû. Her tim hewl da Rêber Apo, îdeolojî û felsefeya Apoyî, kesayetyia Kurd ê azad a ku di şexsê Rêber Apo de şênber bûye bi rengekî rast fêhm bike û bi pîvan bijî. Lewma ji bo tevlîbûneke îdeolojîk di nava kûrbûneke cidî ya fikrî de bû, kedeke mezin da, nêzîkatiyeke bi pîvan ji xwe re kir esas. Her wiha ji xwe re kir wezîfeya herî bilind a hevrêtiyê ku bikeve cîhana hestewarî ya her hevrêyî, wan fêhm bike, nakokiyên wan ji holê rake û bi vî rengî bike ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de gavên mezin biavêjin. Bi tecrûbeyên wergirtî bû xwedî hêzeke kûr a çavdêrî û nirxandinê û her kar bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me Koçero di heman demê de di her kêliya jiyanê de xwe perwerde kir, ji dil bawer kir ku meşa rast a li ser xeta Apoyî bi perwerdekirina xwe, dibe. Bi wê têgihiştinê tevgeriya ku dilsoziya bi Rêber Apo re ku kiribû navenda têkoşîna xwe, tenê bi bicihanîna fikrên wî dikare pêk were. Zanîbû ku ev yek jî bi kûrbûna li ser xeta têkoşînê û felsefeya Rêbertî dikare bi cih bê anîn û bi vê têgihiştinê kûr bû. Lewma bi bawerî û dilsoziya bi Rêbertî re bû fermandarekî Apoyî ku hevrêyan hemûyan ji xwe re kirin mînak.
Hevrê Koçero li nava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji şervaniyê heta bi fermandariya tîm, taxim, yekîne, herêm û eyaletê di gelek astan de wezîfe kir. Demekê li Garê wezîfeya fermandariya eyaletê kir. Beşeke girîng a pratîka xwe li ser bingeha perwerdekirina hevrêyên xwe li akademiyan derbas kir. Ji ber ku hevrê Koçero serafekî rasteqîn ê mirovan bû ku ji aliyê psîkolojîk û sosyolojîk ve mirov fêhm dikir, analîz dikir û ji bo karibin xwe jinûve ava bikin dibû alîkar. Bi tecrûbeya bi salan ev yek bi hostatî dikir. Li Akademiyên Apollo ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser xeta Apoyî kûr dike, di her pêvajoyê de vediguherîne artêşeke gerîla ya nû bûyî, dewlemendiya taktîkî, bi salan karê perwerdeya leşkerî û îdeolojîk meşand. Hevrêyê me Koçero ku li Fermandariya Akademiyên Apollo demeke dirêj wezîfe kir, hewl da tecrûbe û danheviya xwe ya îdeolojîk bigihîne tevahiya civata me ya kadro. Ji bo felsefeya Rêbertî baş bê fêhmkirin, pejirandin û bicihanîn ked û hewldaneke mezin da. Ji bo hevrêyên wî heqîqeta Rêbertî û rastiya partiyê fêhm bikin, bi israr, sebir û dilnizmî qala van heqîqetan kir û bi vê taybetmendiya xwe bû nûnerekî kevneşopiya hevrêyê me Kemal Pîr. Şopdarekî dilsoz ê hevrê Kemal Pîr bû ku digot, ‘Ji bo rastiyê ji mirovekî re bibêjim, eger pêwîst bike ez ê 3 saetan, pêwîst bike ez ê 300 saetî biaxivim û bi rêxistim bikim’. Hevrê Koçero sala 2012’an di raporeke xwe de bi van gotinan qala nêzîkatiya xwe ya li rastiya perwerdeyê ya PKK’ê kiribû: ‘Afirandina nêzîkatiyeke radîkal û veguherîna yekser a kesayet, tenê bi tevlîbûna ji dil a kesayet dibe. Kesayetê ku her roja nû li ser bingeha tevlîbûna rast a li pratîkê dinirxîne, dikare veguherîna herî radîkal û kûr pêk bîne. Şoreşa zîhniyetê ku di rastiya Rêbertî de rojane diqewime, nîşaneya herî şênber a vê yekê ye. Weke ku hevalê Şehîd Erdal-Engîn Sîncer jî got, ‘Yên milîtan divê pêwîstiyên milîtaniyê bi cih bînin’. Ev pênaseya ku kesayetê xwedî sekna gerîla ya rast weke sekna serketinê ya her timî dinirxîne, ji bo me timî balkêş e. Bi hewldan û hêza analîzkirina pênasekirineke hîn baştir a di çarçoveya vê rastiyê de ez tevlî kar dibim’.
Hevrê Koçero ji ber sekna xwe ya milîtanî, parastina rastiyên partiyê bêdudilî û fermandariya xwe ku li gorî gotinên xwe tevdigeriya, di nava hevrêyan hemûyan de bû cihê hezkirin, hurmet û baweriyeke mezin. Ti ji hevrêyên me ku ji hevrê Koçero rexneyên herî tund û destwerdanên herî radîkal didîtin, ji vê yekê ti carî aciz nebûn, ji ziman, xîtab û rêbaza hevrê Koçero hêzeke mezin wergirtin. Hevrê Koçero rêbaza kar a kolektîf afirand, tîm ava kir, kar bi rengekî rêxistinî meşand û bi saya vê yekê barê her hevrêyên xwe yên têkoşînê hem sivik kir hem jî kir ku bi hemû hêza xwe tevlî nava têkoşînê bibin. Di çarçoveya xeta Apoyî de bi hezaran hevrê perwerde kir û gihand. Bi kesayetiya xwe ya xweşbîn û têgihiştina hevrêyên xwe, bû fermandarekî welê ku hemû hevrêyan timî dixwestin li gel wê têbikoşin.
Hevrê Koçero ku evîndarekî gel û neferê doza azadiyê bû, xwe feda kir û gihand asta fermandariya fedaî ya Apoyî ku milîtaniya fedaî ya Apoyî bi rengekî hêja temsîl dikir. Hevrê Koçero di Kongreya PKK’ê ya 11’emîn de ji bo Komîteya Navendî ya partiya me PKK’ê hate hilbijartin û di çepera herî pêş a Tevgera Apoyî de wezîfeyeke dîrokî û mezin hilgirt ser milê xwe.
Hevrêyê me Koçero weke milîtanekî Apoyî xwe bi hemû jiyana xwe da têkoşînê, bi saya kesayetiya xwe ya pir alî li gelek qadên têkoşînê wezîfe kir. Hevrêyê me ku berpirsyarî weke xizmeta ji bo şoreşa me ya azadiyê fêhm kir û li ser vê bingehê xwe ji ti berpirsyariyê neda alî, bi vê taybetmendiya xwe bû xwedî meşeke hêjayî rastiya Rêbertî û şehîdan. Hevrêyê me Koçero ji xwe re kir pîvan ku li pêşberî rêxistina me û hevrêyên xwe timî eşkere, samîmî û durust be, hevgirtina fikir û çalakiyê bê kêmasî temsîl kir.
Hevrêyê me Koçero ku em ê nebûna wî her tim hîs bikin û çavên me li wî bigere, bi hevrêtiya xwe ya germ û ji dil bandor li me hemûyan kir. Tenê bi serxistina têkoşînê em ê karibin bersivê bidin hevrêtiya hevrê Koçero û keda wî yıa li ser bi hezaran hevalan.”