Yekîneyên girêdayî Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û li dijî polîtîkayên îmha, înkar û qirkirinê yên di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li gelek bajaran çalakiyên hemwext li dar xistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li taxa Muratli ya Tekîrdagê 5 wesayîtên gardiyanan û 2 wesayîtên serokê navçeyê yê AKP’ê hatin şewitandin.
Hat ragihandin ku li navçeya Sapanca ya Sakaryayê erdên aîdî faşîstên Tirk hatin şewitandin.
Hat diyarkirin ku li navçeya Bandirma ya Balikesîrê di çalakiya li dijî notirvanên faşîst de notirvanek birîndar bû.