Berdana girtiyan bi biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê bi hinceta ku poşmanî qebûl nekirine têne taloqkirin. Herî dawî berdana Ahmet Tunelî cara sêyemîn hate taloqkirin ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Hejmara 2’emîn a Sêweregê tê ragirtin. Li gel ku cezayê lê hatiye birîn qediya ye, berdana Ahmet Tunelî destpêkê meha Cotmehê ya par hate taloqkirin û piştre di mehên Çile û Tebaxê de jinûve hate taloqkirin.
Azîze Tunelî ya 92 salî ku 6’ê Tebaxê bi hêviya berdana kurê xwe bi saetan li ber derî sekinî, bêhiqûqiya ku tê kirin bi gotina ‘ne mirovî ye’ pênase kir û li ber derî li benda hatina kurê xwe ye.
Azîze Tunelî ku bi hêviya dîtina kurê xwe ji bo jiyanê têdikoşe, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê 6 sal in nikare biçe dîtina kurê xwe Ahmet.
Ahmet Tunelî li Amedê di 1’ê Mijdara 1994’an de li mala xwe ya li navçeya Rezanê hate binçavkirin û piştre sala 1996’an li Dadgeha bi Erka Taybet a 2’emîn a li Amedê bi îdîaya ‘Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê’ bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hate cezakirin.
PIŞTÎ KU BIHÎST NEHATIYE BERDAN, JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ
Dayik Azîze Tunelî ku nêzî 30 salan ji bo dîtina kurê xwe diçe girtîgehan, piştî 30 salan di 6’ê Tebaxê de li ber derî rûnişt û li benda berdana kurê xwe sekinî. Li dû sekna bi saetan dema ku dît kurê wê nehatiye û nehatiye berdan, ji ser hişê xwe çû.
Azîze Tunelî ku ji ber nexweşiyên kronîk û temenê xwe yê dirêj nikare rêyên dirêj biçe, 6 sal in nikare kurê xwe bibîne.
Azîze Tunelî got, “Min ew hembêz bikira, ew maçî bikira, wê dilê min rehet bikira. Beriya bimirim dixwazim wî bibînim” û çavê wê li derî ye ku kurê xwe bibîne. Azîze Tunelî ku bi hêviya hatina kurê xwe ji malê dernakeve got, “Aştî ne ev e, eger aştiyê dixwazin bila destpêkê kurê min nîşanî min bidin.”
‘LI BER DERÎ RÛDINÊM Û LI BENDA WÎ DISEKINIM’
Azîze Tunelî destnîşan kir ku bêhiqûqiya tê kirin ne wijdanî û ne mirovî ye û got, “Çavên min li rê ye. Wê rojê dema ku min dît wesayita hatiye vala ye, bi saetan giriyam. Mafê wan nîne ku vê li me bikin. Dixwazim bi van çavan wî bibînim. Bila wî berdin, bila ew jî were vê derê, were mala xwe. Ne dikarim biçim girtîgehê, ne jî biçim cihekî din. Yekane daxwaza min ew e ku wî careke din bibînim. Naxwazim beriya wî bibînim bimirim. Dibêjin aştî, lê belê dayikê û kurê wê ji hev qut dikin. Ev ne mirovî ye, ne wijdanî ye. Eger hûn aştiyê dixwazin, destpêkê van mirovan ji girtîgehê derxînin. Bila vê têkoşîna min bibînin. Min gelekî bêriya kurê xwe kiriye.”