Pêncşem, 14 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran şahî û meş hatin lidarxistin: Em ji piştgiriya pêvajoyê re amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê êrîşa çekdarî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kimran: Komîsyona ku li meclîsê ava bû qadeke nû ya têkoşînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên 30 sal in girtî ne ji ber ferzkirina ‘poşmaniyê’ nayên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hatayê êrîşa nijadperestî: Bi gotina ‘Em Kurdan naxwazin’ li karkeran xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wan xwe ji bo mîtînga ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    22 cenazeyên Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatan hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnewsê Wedat Hisên di salvegera 9’emîn de bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Xwedîderketina li bîranîna Koçero berpirsyariya me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşereke azadiya jinên Efganistanê: Meena Keshwar Kamal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Parastinê yê DYA’yê vîdyoyek li ser dijberîya mafê jinê belav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Reqayê li dijî tundiya li ser jinan kampanya hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kayserî û Trabzonê du jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogota 34’emîn festîvala “Ji bo Aştiyê Jin Li Ser Dike ne” hate lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 139’emîn Galaya Madenvanên Durhamê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > 15’ê Tebaxê berxwedêriya serketî ya li zindanan gihand çiyê
Rojane

15’ê Tebaxê berxwedêriya serketî ya li zindanan gihand çiyê

15’ê Tebaxê li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê destpêka berxwedana neteweyî ya Kurd e. Zanyaran ji vê re gotin ‘fîşeka destpêkê’.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2025 Dema xwendinê: 27 dq.
Parvekirin

Rêveberiya ku tevlî civînê bû, di nava xwe de kar dabeş kir û kete nava liv û tevgerê. Dema ketin liv û tevgerê, ji Rêber Apo peyamek ji bo rêveberiya me ya ku li welêt xebatên pratîk dimeşîne, hat. Komeke hevalan hatin cihê civînê û di peyama Rêbertî de hate diyarkirin ku divê çalakî were kirin û hîn zêdetir dem neyê derbaskirin. Di wê peyamê de Rêber Apo gotibû, “Yan wê bikevin nava şer, yan jî çek bên berdan.” Plansaziya çalakiyê ji wan hevalan re hate ragihandin û pêşniyar ji wan re hate kirin ku ew jî beşdar bibin, wan jî guncaw dîtin û beşdar bûn. Hevalê Xalid ê Bîngolî, peyam anîbû, milîtanekî bi wêrek ê ji Lîbyayê tevlî bûbû. Di sala 1987’an de li derdora Kîgiyê ji aliyê xayînan ve; ji aliyê sîxur û cerdevanan ve di kemînê de hate qetilkirin. Plansaziya çalakiyê ji dervey Çatakê, li Eruh û Şemzînanê kete meriyetê. Taxima Şemzînanê jixwe li cihê çalakiyê xwe rêxistin kir, piştre jî plan berçav hatin derbaskirin û çalakî destpê kir. Li çiyayê Çirav ê Botanê fermana çalakiyê ji bo heval Egîd hate dayîn. Heval Egîd ji wir demildest derbasî qada Gabarê bû û taxima propagandayê ya çekdar a 14’ê Tîrmehê rêxistin kir û çalakiya Eruhê pêk anî. Terzî Cemal wê çalakiya Çatakê kiriba. Ji bo wî jî Ebubekir dê agahî şandiba. Qaşo Ebubekir di wextê xwe de Terzî Cemal nedît, bi vî rengî jî fermana çalakiyê negihiştê û li Çatakê çalakî nehat kirin. Çalakiyên Eruh û Şemzînanê jî weke dihat plankirin, bi serketî pêk hatin. Di rêjeya ji sêyan du de plana çalakiyê bi ser ket. Bi giştî planên hatin kirin, di rêjeyek girîng de pêk hatibûn. Çalakiya Eruhê ji aliyê leşkerî ve bi desteserkirina zêdeyî 60 çekan, bi rengekî propagandayek berfireh pêk hat, çalakiya Şemzînan jî hîn germtir qewimîbû, di lojmanên subayan de gelek subay birîndar bûn. Rêveberiya 12’ê Îlonê çalakiyên Eruh û Şemzînanê ji bo du rojan veşart. Li gorî di çapemenî de hate xuyakirin, ev serdegirtin weke serhildanekê nirxandin û tedbîr pêş xistin, bi vî rengî hewl dan veşêrin. Lê belê zêdetir nekarîn veşêrin, roja 17’ê Tebaxê bi rêya radyoya BBC ji tevahî cîhanê re çalakiyên Eruh û Şemzînanê hate ragihandin. Dema ku hate fêmkirin çalakî ne serhildan, çalakiyên gerîla ne hingê Rêveberiya 12’ê Îlonê xwest bi navê “Tevgera Rojê” operasyoneke îmhayê bide destpêkirin. Hewl dan ji nişka ve bi hêzên leşkerî yên mezin bi ser her du taximên me de werin. Lê belê encam negirtin. Tevgera Rojê destpêkê “24 saet”, piştre “48 saet”, piştre jî “72 saet” xwe girt, lê bi ti rengî nekarî çalakvanan bibîne û îmha bike. Kenan Evren got, “Yên ji ber şûr mane.” Bi gotina “liv û tevgereke çendek eşkiyaya ne, dewlet wê demek nêz hesab bipirse” bawerî da, lê dema dît ku ev kar ne wisa ye neçar ma ku bi xwe were Şemzînanê. Di dema ji vegera Şemzînanê de yekîneyên gerîla êrîşî karwanê Kenan Evren kirin û li du leşkeran xistin. Vê yekê hem eniya dijmin tirsand, hem jî di gerîla de hêz û moraleke mezin çêkir.

BERHEMÊN 15’Ê TEBAXÊ

Çalakiyên Eruh û Şemzînanê yên 15’ê Tebaxê, li dijî rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê destpêka berxwedana çekdarî ya netewa Kurd îfade dike. Mirovên zanyar ji vê re gotin, “guleya yekem”. Di rastiyê de 15’ê Tebaxê tê wê wateyê ku serketina îdeolojîk a li zindanê hate veguheztina çiyê û gerîlayan. Armanc dike ku serketina li zindanê, li çiyê bike serketina gerîla. Ji vî alî ve bandora Pêngava 15’ê Tebaxê ji her alî ve pir mezin bû. Beriya her tiştî di nava rêxistina me de bandora wê mezin bû, hêz û moralek mezin da gerîla, vegera jinûve ya welêt bi wate kir. Nîşanî hemû çêkera kadro û şervanan da ku divê çi çawa were kirin. Pratîka xeta berxwedana çekdarî ya ku weke “Li Kurdistanê Rola Kotekî” tê îfadekirin, kete meriyetê û bû çalakî. Di vî warî de çêkera milîtan bi coş û kelecan xwedî li wezîfeyên xwe yên şer derket, ji helwestên oportunîst ên pir cuzî cuda bûn û bi vî rengî di nava rêxistinê de milîtanbûn û li ser xeta milîtaniyê zelalbûn pêş ket. Bandora çalakiyên 15’ê Tebaxê li ser gel jî mezin bû. Li cihên ku çalakî lê hatin kirin, li qadên Botan-Colemêrg bandora wê di nava gel de belav bû û encam da. Piştî çalakiyê ciwanên Botanê her ku çû di rêjeyek zêde de tevlî nava refên gerîla bûn. Bandora esas a çalakiyan li Ewropayê, di nava girseyên Kurd ên li dervey welêt de hate dîtin. Li qadên din demek dirêj çalakî ji girseyan hatin veşartin. Gel têra xwe nezanî ka çi diqewime. Lê li her qada Ewropayê ya ku derfetê partiyê ji bo propagandayê lê hebû, girseya Kurd di rêjeyeke têrker de derfet dît ku bizane li Kurdistanê çi diqewime. Lewma jî bi coşeke mezin di Rêbertiya PKK’ê de bû yek û bi ruhê seferberiyê tevlîbûneke tam ji bo têkoşînê çêkir. Bi vê yekê re tabanên din ên rêxistinên Kurd jî xwedî li çalakiyên 15’ê Tebaxê derketin û tevlî PKK’ê bûn.

PKK bi lez li dervey welêt bû rêxistina Kurd a herî mezin û veguherî tevgereke girseyê, girseyên li dervet welêt bi coşeke mezin hem madî hem jî weke şervan di rêjeyeke her diçe zêde dibe de piştgirî dan gerîla. Bandorên heman li Başûrêrojavayê Kurdistanê jî hatin dîtin. Ji sala 1985’an û şûn de ciwanên Başûrêrojavayê Kurdistanê gav bi gav tevlî PKK’ê bûn û hatin qadên gerîla. Bi vî rengî li Başûrêrojava jî di destpêka salên 90’î de mîna li Bakurê Kurdistanê, bi şoreşa vejînê ya neteweyî re li dora PKK’ê civakek gel a demokratîk a neteweyî ava bû.

Bandora Pêngava 15’ê Tebaxê li ser eniya dijmin jî bi kok bû. Beriya her tiştî li ser rêveberên dewleta Tirkiyeyê tirs çêkir. Her çend Kenan Evren gotinên ‘yên ji ber şûr mane’ û ‘talanker’ bi kar anî jî, tê zanîn ku tirseke mezin ketibû dilê wî. Rêveberên dewleta Tirkiyeyê hîna di roja me de jî nîqaş dikin û hewl didin fêm bikin ka çawa nekarîn van çalakiyan asteng bikin. Hinek ji wan serokwezîrê demê Turgut Ozal sûcdar dikin, hinek jî dibêjin leşker bi ser neketin. Di rastiyê de ne Turgut Ozal ne jî Kenan Evren çalakiyên 15’ê Tebaxê sivik nedîtin. Lê belê hêza wan encex evqas bû, têrê nekir. Hîn zêdetir jî nedikarîn bikin. Dewleta Komara Tirkiyeyê, bi taybetî baskê leşkerî yê ku wî bi rêve dibe xwe weke ku xwedî hêzeke serwerê her tiştê dibîne, ev yek xwe xapandineke mezin îfade dike.

Pêngava 15’ê Tebaxê beriya her tiştî ev xwe xapandin derxistiye holê. Nîşanî hemû cîhanê û wan bi xwe hate dayîn ku hêza generalên Tirk ên ku bi gotina “ez ê cîhanê bixwim, daqurtînim” gef dixwarin, çiqas e, sînorek heye, ya din tenê pesnê xwe dayîn bû. Pêngava 15’ê Tebaxê li ser Ewropa û DYE’yê jî bandoreke girîng çêkir. DYE jixwe hêza li pişt darbeya 12’ê Îlonê bû û bi her tiştê xwe piştgirî dida rêveberiya Tirkiyeyê. Bi dewamkirina vê helwesta DYE’yê re, li derdora Yekîtiya Ewropayê geşedanên girîng qewimîn. Heta wê demê hin dewletên ku cuntaya 12’ê Îlonê rexne kirin, xwestin ji Konseya Ewropayê derxin, piştî Pêngava 15’ê Tebaxê dîtin ku Rêveberiya Tirkiye kete zehmetiyê, serlêdanên xwe yên kirine paşde kişandin û bi rengekî vekirî piştgirî dan Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de ji sala 1985’an û şûnde pirsgirêka Kurd û têkoşîna li dijî PKK’ê kete rojeva NATO’yê û veguherî têkoşîneke di çarçoveya YE’yê de.

Li gel vê yekê, derdorên demokratîk ên Ewropayê hinek din cuda û bi kelecan Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî kirin. Çapemeniya Ewropa piranî bi sernavên “tişta dihat hêvîkirin qewimî”, “serhildaneke nû ya Kurd destpê kir”, “li dijî darbeya 12’ê Îlonê serhildana dereng mayî hate destpêkirin” nûçe parve kirin û nirxandin kirin. Di rastiyê de li dijî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê gelek derdor li bendê bûn ku li Tirkiyeyê berxwedaneke hîn zûtir pêş bikeve. Ji ber ku piştî darbeya 12’ê Adarê berxwedana li ser bingehê tundiyê ya tevgera ciwanên şoreşger a Tirkiyeyê hîn bi leztir pêş ket. Derdorên ku li benda vê yekê bûn, hesab dikirin ku piştî darbeya 12’ê Îlonê berxwedaneke hîn xurttir û bi lez çêbibe. Lê ev berxwedan çênebû û pir dereng ma. Berxwedana li dijî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li eniya Tirkiyeyê ji aliyê derdorên ku dihat payîn ve nehate pêşxistin û derneket holê. Berxwedana ku PKK’ê dayî destpêkirin, hinekê dereng mabû. Lê weke pêngaveke serketî di navîna Tebaxa 1984’an de li ser bingehê ku hemû rojeva siyasî bandor bike, hatibû destpêkirin.

Bandora herî diyarker a Pêngava 15’ê Tebaxê li ser rêxistinên Tirk û Kurdan ên ji dervey PKK’ê hebûna xwe nîşan didin û weke esas koçî Ewropayê bûne û bûne koçber, hate dîtin. Ev rêxistin ji bo dijûnan bidin Pêngava 15’ê Tebaxê, ketin pêşbirkê. Tifaq û yekîtiya herî mezin a di navbera xwe de li ser bingehê belavkirina belavokên ku dijûnan didin Pêngava 15’ê Tebaxê û vê pêngavê şermezar dikin, pêk anîn. Ev hêz 40-50 rêxistin bûn, belavokên ku dijûnan didin Pêngava 15’ê Tebaxê weşandin. PKK bi “sîxurtiyê”, “qetilkirina gel”, “terorîzmê” sûcdar kirin. Xwestin ku “terorîstiya PKK’ê” di serî de Kemal Burkay bi destê van rêxistinan belav bikin. Dîsa van derdoran kar heya wê astê birin ku êdî pêşniyar jî li rêveberiya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê kirin. Banga “derfet bidin me, herî baş em ê têkoşînê li dijî PKK’ê bimeşînin” kirin. Rêveberiya Turgut Ozal piştre di rastiyê de, ev derfet jî da van û gelek ji wan li eniya dewletê li dijî PKK’ê û Pêngava 15’ê Tebaxê şer meşandin.

Pêngava 15’ê Tebaxê bi awayekî herî zelal bandora xwe bi vî rengî nîşan da, plana leşkerî ya çalakiyan jî bi qasî sê meh berdewam kir. Armanca vê planê ew bû ku yekîneyên gerîla yên rêxistinkirî li herêma Botan-Colemêrgê ji 15’ê Tebaxê heta 15’ê Mijdarê li dijî hêzên dijmin çalakiyên bênavber pêk bînin. Pêşbînî ew bû ku encamên vê pratîka 3 mehan di dawiya demsala zivistanê de werin nirxandin û ji bo sala 1985’an plansazî were çêkirin bû. Di vê çarçoveyê de di nava sê mehan de li her qadê çalakî dewam kirin. Her çend ne zêde be jî li dijî hedefên leşkerî çalakiyên encamgir û bi bandor hatin kirin û têkoşîn hate meşandin. Li Colemêrg û Botanê hedefên leşkerî bi awayekî xurt hatin xistin. Ev pêvajoya çalakiyan ji aliyê gerîla ve bi rengekî serketî dewam kir. Di nava sê mehên şer de gerîla li Gabarê şehîdek da. Hevrêyê me yê ji navçeya Dêrika Mêrdînê yê bi navê Kerîm Baykara, ji ber lîstikên sîxuran hate qetilkirin.

Di vê pêvajoyê de, serdegirtinek li ser gundê Sipiryanê, ku ji hêla Ebû Bekir ve hatibû organîzekirin, pêk hat, serdegirtinek ku tevgera me rexne kir û red kir. Ev kiryar ji hêla rêveberiya gerîla, rastiya Rêbertî û rêveberiya partiyê ve nehat pejirandin. Hê di destpêkê de şêwaza vê çalakiyê weke çetebûnê pênase kir û mehkûm kir. Hincet çi dibe bila bibe, eşkere bûye ku çalakiyeke leşkerî ya ku hedefa xwe zelal nake, ew nikare bibe xeta çalakiyên PKK’ê.

DEST BI NIVÎSANDINA DÎROKA ŞER HATE KIRIN

Pêvajoya şerê sê mehan yê piştî Pêngava 15’ê Tebaxê di zivistana 1984-85’an de hem ji aliyê dewletê û hem jî ji aliyê PKK’ê ve hate nirxandin û ji bo sala nû plan hatin çêkirin. Rêveberiya me ya gerîla di Kanûna 1984’an de li herêma Mîrosê ku dikeve berwara çiyayên Avaşînê, bi civîna ku lidar xistiye re encamên pratîka sê mehan nirxand û têkoşîna sala 1985’an plan kir. Rêber Apo, ji bo vê civînê nirxandina xwe ya yekem a berfireh, bi şêweyê kasetekê, ji vê civînê re şand û pêvajoya 15’ê Tebaxê ji her alî ve nirxand. Ev nirxandina Rêbertî ku bi rêya kasetê hate pêşkêşkirin behsa pêvajoyê dikir, dihat gotin ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye, erk û berpirsiyarî hatine dayîn û behsa pêwîstiya bi biryardarî pêşdebirinê kir. Pêşengiya Seroktiya partiyê, diyar kir ku bi piştgirîkirina her kesê ku vê têkoşînê dimeşîne, dê pêşketineke dîrokî çêbibe. Rêber Apo, bi nirxandinên xwe moral û cesaret da şervan û kadroyên ku beşdarî têkoşînê bûne, têkoşînê bi rêxistin kirine û fermandariya wê kirine. Li ser vê bingehê xebatên pratîkî yên fermandariya gerîla nirxand û ji bo plansaziya sala 1985’an bi rengekî berfireh xebitî. Rewş eşkere bû: dewlet di tevahiya zivistanê de ji bo tolhildana Pêngava 15’ê Tebaxê di sala 1985’an de amadekariya êrîşeke berfireh dikir. Fêmkirina vê yekê ne zehmet bû. Ji ber vê yekê, aliyê ku plan û amadekarî dike, zû dikeve tevgerê însiyatîfê dige destê xwe dê di sala 1985’an de bi ser ketiba. Bi vê têgihîştinê, armanc ew bû ku berî dawiya zivistanê, bi taybetî li herêma Mêrdînê, ku zivistan nermtir in, çalakî werin destpêkirin û êrîşên dijmin werin pûçkirin. Lê belê, ji ber gelek sedeman, ev plan nehat bicîhanîn. Astengiyek ew bû ku hin kes erkên xwe bi cih neanîn.

Girîng e ku li vir were zanîn ku Cemalê Kor roleke pir neyînî li vir lîst. Tevî ku ew li deverên herî baş dizanibû dima û dikarîbû li wir herî bibandor be jî, tevlî şerê pratîkî nebû. Cemalê Kor ji Botanê wêdetir neçû; ji ber vê yekê, gerîla di sala 1985’an de nekarîn çalakiyan bidin destpêkirin da ku înîsiyatîfê bigirin. Wekî din, şert û mercên hewayê di dawiya zivistanê de xirabtir bûn. Ev bû sedema sînordarkirina manevraya hin kadro û fermandaran, girtina wan û serneketina planê. Wekî din, hin teslîmbûn çêbûn. Ev bû sedema deşîfrebûna rê û têkiliyên li Botan û li ser xeta Botan-Garzan, ku agahdariya şênber û berfireh da dijmin. Mîna girtina li Elazîzê ya 1979’an, rewşek dişibihe rola Şahîn Donmez jî derket holê. Nebî (Ali Ozansoy) û hin kesên din, ku teslîm bûn û tevlî avakerên JITEM’ê bûn, agahiyên berfireh li ser Botan û Garzanê û her wiha rêxistina partiya me û têkiliyên girseyî dan dijmin.

Dijmin ji van agahiyan û netevgera gerîla sûd girt û di nîva Sibata 1985’an de êrîşeke berfireh ku li gorî xwe bi nav kiribû “Tevgera çewisandina serhildanê” li dijî Botanê da destpêkirin. Dema ku berf hîn neheliyabû û zivistan hîn jî di bin bandora demsalê de bû, li dora hemû gundan qereqol hatin danîn û li gorî lîsteyên amadekirî girtinên girseyî hatin kirin. Di bin vê zextê de, gerîlayan înîsiyatîf winda kirin û ketibûn rewşeke ku nikarîbûn çalakî bikin. Pevçûnên bi Partiya Komunîst a Iraqê û hêzên bi heman rengî yên li derveyî welêt re jî bandor li ser rewşek wisa kir. Artêşa Tirk ji vê tabloya derketiye holê sûd wergirt û li Botan û Zagrosê li dijî yekîneyên gerîla yên baş nerêxistinkirî û ne xwedî şêwaz êrîş pêk anî. Heta nîvê havînê, yekîneyên gerîla di encama êrîşan de bi rengekî du yan sê kesan, windahî dan. Ev cara yekem bû ku tevgera me ya gerîla windahiyên ewqas giran ji 15’ê Tebaxê vir ve didît. Wekî din, hin helwestên takekesî, ku bi tirs, bêdiliyê û tiştê ku dikare wekî tasfiyekar were binavkirin, zirarên giran dan gerîlayan û van windahiyan girantir kirin.

Lê belê vê pêvajoyê zêde berdewam nekir. Her wiha înîsiyatîfa ku hatî windakirin, di Tebaxa 1985’an de dubare hate bidestxistin. Di Tebaxa 1985’an de li gel civîneke rêveberiyê ya li Botanê, pêvajoya di navbera mehên Sibat û Tebaxê de hate nirxandin. Berpirsiyarên bêînîsiyafên rû dane, windahî û neserketinan hatin mehkûmkirin û ji rêveberiyê hatin dûrxistin. Girêdayî vê yekê jî bixwevehatina û mewzîkirina hêzê ji nû ve hatin pêkanîn û girêdayî plansaziya hatî çêkirin çalakiya 1985’an hate pêşxistin. Di çarçoveya vêplansaziyê de yekîneya di bin fermandariya heval Egîd de li Botana Rojava çalakiyên gelekî bibandor pêk anîn. Li dijî çeteyên Alîhan-Tatar ku dixwestin notirvaniyê pêş bixin, çalakî pêk anîn. Li gelek deveran armancên leşkerî hatin lêxistin û qereqol hatin rakirin. Ev geşedana li Botana Rojava li Botana Rojhilat nehate dabînkirin. Yekîneya li Botana Rojhilat tev digeriya, dîsa neket şerî. Ev yekîneya xwedî fermandariyeke tasfiyeker, di rastiyê pêvajoya hatî destpêkirin li gorî xwe vala derxist. Rêveberiya bi vî awayî çalakiya Şaxê pêk neanî, piştî salekê dubare bi rewşeke heman li gel bêçalakîbûna xwe li qadê pratîkeke vala nîşan da. Weke encameke vê yekê jî di dawiya 1985’an de berê hêzên li ser li qada Xabûr a Bêşebabê kûr bûbûn, dane sererastkirineke nû.

Di rastiyê de sala 1985’an bûbû saleke windahiyên cidî û nearamiyê. Rêber Apo, li gel nirxandina sala 1985’an; dixwest terzên rêli ber windahiyan vedikirin, werin sererastkirin û girêdayî vê yekê nûbûnek were dabînkirin. Rêber Apo diyar dikir ku ger ev tiştên diyar kirine neyên pêkanîn, wê li gel lidarxistina kongreyê divê kesên berpirsiyar werin bijartin û mehkûmkirin. Di vê çarçoveyê Rêber Apo nirxandinên berfireh pêşkêş kiribûn. Ev nirxandinên ku di bin sernavê ‘’Telîmatên Mijdarê’’ de hatibûn pêşkêşkirin, weke raporeke kongreyekê bûn. Rêveberiya ku xebatên pratîk dimeşîne, şûna ku van nirxandinan bike cewherî û li ser van di asta kongreyê de xebat pêş bixe, jinûve vesazî çêbike û wezîfe û berpirsyarî bigire ser xwe, ji berpirsyarî û wezîfeyê reviya, bi helwesteke ku vekişînê di nava xwe dihewîne kete kongreyê û wezîfe û berpirsyariyên xwe jî avêt ser Rêber Apo. Di pêvajoyeke ku helwesteke bi vî rengî hate dîtin de, hêzeke kadroyan a mezin a di asta rêveberiyê de kar dike ji bo kongreyê ji qada Rêbertî re hate veguhastin. Di zivistana salên 1984-85’an de jî hevalê Egîd piştî civîna Mîrosê derbasî qada Rêbertî dibe, pêvajoya Pêngava 15’ê Tebaxê li gel Rêbertî dinirxîne –jixwe têkoşîna pratîkî û şerê gerîlayan bi rê ve dibir- û piştre jî derbasî qada Botanê dibe. Ger ji wir jî derfetê bibîne wê derbasî qada Rêbertî bibe û beşdarî Kongreya 3’yemîn bibûya. Ger derfetê nebîne û nekare derbasî qada Rêbetî bibe jî wê Botanê bike navend, gerîlayan li vir birêxistin bike û bi rê ve bibe û wê encamên Kongreya 3’yemîn jêre bihatana şandin.

FERMANDAR EGÎD TEVLÎ KARWANÊ ŞEHÎDAN DIBE

Li gel sererastkirineke ji nû ve ya girêdayî vê yekê di destpêka zivistana salên 1985-86’an de pêvajoya Kongreya 3’yemîn hate destpêkirin. Her wiha şer pêş ketiye û têkiliyan li gorî vê yekê teşe girtibû. Hema bibêje xebara li malê û bajêr li hev nenihêrtin. Ji ber wê yekê çûnên ji bo Kongreya 3’yemîn û berhevkirina kongreyê bi astengî û zehmetiyên mezin pêk hatin û gelekî dem girt. Lê belê platforma kongreyê karî di havîna 1986’an de pêk were. Helwest û nêzîkatiyên ku bûbûn sedema hin astengî, nearamî û bêbandorbûnan, atmosfera amadekariya kongreyê jî sabote kiribûn û bûbûn sedem ku lawaz bimîne û di dema xwe de neyê birêvebirin. Tevî vê yekê jî Kongreya 3’yemîn Pêngava 15’ê Tebaxê nirxand, rewş, nêzîkatî û helwestên li pêşiya gerîlayan weke astengî disekinin hatin mehkûmkirin û biryardarî, îrade, biryar û hêza plansaziya ku Pêngava 15’ê Tebaxê mayînde bike û girêdayî vê yekê gerîlayan pêş bixe, derxist holê. Heval Egîd di zivistana salên 1985-86’an de li Botanê bi tena serê xwe rêveberiyeke gerîlayan nîşan da. Ji ber ku derbasbûna ji sînor zehmet bû, beşdarî Kongreya 3’yemîn nebû û li Botanê ma. Biharê di pêvajoya Newrozê de li Gabar bi çend çalakiyan derbe li dijminî xist û piştî ku pêvajoya sala 1986’an bi çalakiyan da destpêkirin, plan dike ku derbasî aliyê Xabûrê bibe ku encamên Kongreyan 3’yemîn hîn bibe. Lê belê di 28’ê Adara 1986’an de bi awayekî ku hê jî eşkere nebûye, şehîd dibe. Dijmin piştî şehadeta heval Egît li ser rojnameyan manşeta ‘’Celladê PKK’ê hate kuştin’’ avêt. Piştî qetilkirina heval Egît demeke dirêj ji derdorên şoven ên li Tirkiyeyê re moral hate dayîn.

Şehadeta heval Egît mohra xwe li rastiya Kongreya 3’yemîn da. Di Kongreya 3’yemîn de girêdayî taybetmendî kesayet û pîvana Egîd, taybetmendiyên fermandarî û şervantiya Egîd esas hatin girtin û lêpirsîneke xwerexneyî hate pêşxistin. Hesabdayîn û girtin li gorî wê hatin kirin. Di rizgariya neteweyî de weke pîvana partîbûyînê Rêber Apo kesayeta Egîd pênase kir û xwest li gorî vê pîvanên partîbûyînê hemû kes xwe nû bike û bîne vê astê. Kongreya 3’yemîn di vêçarçoveyê de bi kongreyeke berfirek a rexne û xwerexnekirin. Bi vî awayî Kongreya 3’yemîn li hemberî her cure nêzîkatî û helwestên takekesî, bertekî û tasfiyekar, li hemberî her cure sekn û nêzîkatiyên ku weke berwandatiyê werin pênasekirin, li ser xeta Egîd bi biryardariya ku pêşxistin û îradeya gerîlayan derpêş dike, hate lidarxistin. Li gel vê yekê kesayetên weke Fatma û Selîm ku zor li Kongreya 3’yemîn, pêngava gerîlayan û pêvajoya pêgava 15’ê Tebaxê kiribûn, lawaz kiribû û zirar dabû wan, yanî helwestên ku em bikarin weke berdewama helwestên provokatîf-tasfiyeker pênase bikin, hatin darizandin û mehkûmkirin. Her wiha her cure helwest û seknên rê li pêşiya pêşketina gerîlayan disekinin û ji dijmin re rê vedikin ku derbên mezin li gerîlayan bixe, ji lêpirsîna rexneyî û xwerexnekirin derbas bûn û hatin mehkûmkirin. Li hemberî van nêzîkatiyên takekesî, bertekî û paşverû ku weke sekna çîna navînî tê binavkirin, bi bikaranîna çeka xwerexneyê; di xeta gerîlayan de, di xeta Egîd de, di xeta azadiyê de pêşketinên pîvanên kesayeta milîtaniya fedaî derxist holê.

QEDIYA

(Ji hejmara taybet a Serxwebûnê ya sala 30’emîn a PKK’ê hate berhevkirin)

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Kimran: Komîsyona ku li meclîsê ava bû qadeke nû ya têkoşînê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinan çalakiya xwendina pirtûkên Rêber Apo lidarxistin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Dêrazor û Reqayê li ser pirtûka ‘Pirsgirêka Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

‘CPT tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dike’

Avaşîn Misto diyar kir ku CPT di çarçoveya erk û berpirsiyariyên xwe de tevnagere û…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê 12 rojan: Trump agirbesteke “bêkêmas” ragihand, ew ê çawa pêk bê

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump, agirbestek di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li gelek bajaran şahî û meş hatin lidarxistin: Em ji piştgiriya pêvajoyê re amade ne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Başûrê Ewropayê ji ber germa dijwar daristan dişewitin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Nureddîn Sofî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konên sersaxiyê hatin danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?