Ne girî, ne qêrîn û ne jî gotin êşa dilê min sivik nekir. Lewma dinivîsim. Sê meh ji ser re derbas bû. Dibînim ku hestên min qet nehatine guhertin. Şopên her yekî/ê ji we di giyana me de qet nayên guhertin. Bila wisa be, hûn çawa bixwazin bila jiyan wisa be!
Niha çi hestan dijîm ez jî nizanim. Nikarim nav lê bikim. Dilê min dişewite, weke ku dinya li ser serê min hatibe xwarê. Îro ne kulîlkên min vebûn, ne jî çûkên min ên ser darê xwendin. Di nav bêdengiyekê de, ez ê bifetisim. Dema min şehadeta du pêşengên PKK’ê, Şehîd Alî Haydar Kaytan û Şehîd Riza Altun bihîst ez ê bifetisiyam. Hîna jî wisa me. Gewriya min tijî bûye, dixwazim biqîrim, lê nikarim. Dixwazim qêrîna xwe li dinyayê weke sembola azadiyê deng vedim. Bîranîna wan hîna jî zindî ne û wê her zindî jî bimînin. Ew hevalê Rêberê min in, fermandarê bavê min in…
Heval Riza fermandarê bavê min (Emer Batî)* bû. Dema bavê min gihîşt şehadetê, ew gelek bandor bûye. Hîna bavê min jiyan dikir, heval Riza li Mexmûrê dima. Bavê min şehîdê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî yê duyemîn e. Dema şehadeta bavê min ragihandin û piştre şehadeta birayê min ê mezin jî îlan kirin, heval Riza em bi malbatî anîn gel xwe. Ez wê demê zarokek 4-5 salî bûm, lê weke îro tê bîra min. Rozeta ku wê demê dabû min jî hîna li gel min e. Girêdanek min a pir mezin bi Heval Riza re heye. Ji ber vê jî her tim lê geriyam.
Piştî ewqas salan rojeke Newrozê min gelek dixwest ku heval Riza bibînim. Min ji malbata xwe re got, “heger heval Riza bibînim ez ê biçim. Heger nikarim bibînim, ez ê Newroza xwe li vê derê bikim û naçim.” Pir baş tê bira min, em ber bi Qendîla serbilind ve rêketin. Min her carê serê xwe ji pencera erebê derdixist û dixwest bayê Qendîlê hembêz bikim û bixim nav dilê xwe. Xwezaya xwe bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilandibû. Min dixwest ku erebe her bisekine û ez wan kulîlkên kesk, sor û zer kom bikim. Ew roj di jiyana min de roja herî xweş û geş bû. Lewre min dizanîbû ku ez ê hevalê Rêberê xwe, hevalê hevalan, hevalê bavê xwe bibînim. Ma ji bo zarokek tiştek ji vê şadtir dibe? Ligel hemû astengiyên xweza û rê jî ez her kelecan bûm û min dixwest keliyek zûtir bigihîjim hevalê Riza.
Di dawî de em gihiştin ciheke qelebalix. Hevalan xwarin amade dikirin. Min xwarin ji kelecanê jî nexwar. Min birçîbûnê bîr kiribû. Min çend hevalên nas ditin. Bi ditina wan jî gelek keyfxweş bûm. Min her ji wan re jî digot, “Ezê biçim.” Piştre hevalekî ji wan ji min re got, “Tuyê biçî ku, were gel me”. Ez beriya malbatê xwe gihiştibûm Qendîlê. Wî hevalî got, “Ka malbat ne hatine!” Min jî got, “Ew di rê de ne.” Ez û hevalek min hinek ji xwe re meşiyan. Ez gelek têhn bibûm, min got, “Em biçin malek ji van gundiyan av vexwin.” Em çûn me ava xwe vexwar û min ji hevalê xwe re got, “Ez diçim gel heval Riza, tu vegere cihê xwe.” Got ma tu yê çawa tenê biçî, ma tu cihê wî dizanî? Gelek zehmete tu wî bibinî.” Min got, “Ez ji ber heval Riza hatime, heta nebînim ez naçim.” Kir û nekir ez ji ya xwe nehatim xwarê.” Min got, “Tu here gel malbata xwe, ez jî biçim.” Weke ji min re bêje, ez ne bawerim tu bibîni, lê here. Li ser cedeyê êdî tenê bi serê xwe meşiyan. Ji aliyekî ve jî difikirîm, ezê çawa bibînim? Erebeyek a hevalan hat li ber min sekinî, got, “Heval tu yê biçî ku derê?” Min jî bi dengêk bilind got, “Ez ê biçim gel heval Riza.” Hevalan bi awayek matmayî li min meze kirin û keniyan. Piştî ku fêr bûn ez ji wargehê me, ez girtim nav erebê. Gotin, “Tu heval Riza nas dikî? Min got Ew hevalê bavê min e. Pirsa malbata min kirin, dema min behsa malbata xwe ji wan re kir, çavên wan tijî bûn. Bêtêl derxistin û bi hevalan re axivîn. Gotin hevalek biçûk a bi navê Jiyan, keça Şehîd Emer Batî, dixwaze heval Riza bibîne.” Heval Riza dema dibihîze dibêje bila wê bînin. Bi vê bersivê, ez gelek keyfxweş bûbûm. Weke ku hemû cîhan dabin min, ez difiriyam. Hevalan ez birim cihê heval Riza û danîn. Min dît ku heval Riza li bexçeyekî benda min e. Çawa ez dîtim, destên xwe ji min re vekirin. Hingî ji min hat ez beziyam, min ew hembêz kir û min jê re got, “Bêhna bavê min ji te tê.”
Wê demê jî weke îro dilê min tije êş bû. Ez bi kela girî, ew jî bi kela girî, em derbazî mal bûn. Pirsa malbatê ji min kir, min got, “Hemû baş in û xwesteka wan jî ew e ku te bibînin.” Got, “Bila malbat jî bên ez wan jî bibînim.” Piştre malbat jî wê rojê hat û me keyfxweşiyek cuda jiyan kir. Qet ji bîra min naçe, got, “Hêzek cuda di te de heye, tu bi vê temenê biçûk, bi tenê serê xwe hatî, ez te pîroz dikim.” Dema bavê min gihîşt şehadetê, heval Riza birînên me kewand. Bi şehadeta wî jî bîrîna ser dilê me nû de vebû.
Min pirsa te her tim ji gul û nêrgizê Newrozan dikir, ji baz û qulingên çiya dikir. Digotin, “Baş e.” Qey ne dixwestin birîna min a bi salan vebikin… Rojek heye ku ez ê te dîsa di nava gûl û nêrgizan de hembêz bikim? Rojek heye ku tu dê dîsa strana azadiyê ji min re bêjî?
* Emer Batî di Hezîrana 1998’an de li çiyayê Garê şehîd bû.”