‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, li seranserê cîhanê ji gelek derdoran piştgirî wergirt. Beşa civakî ya ku herî zêde xwedî li vê bangê derket jî jin bûn. Jin li dijî serweriya mêr piştgiriyê didin avakirina civaka demokratîk.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Îdîl Ûgûrlû têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û got, “Mirov dikare bibêjin ku jin hem li Tirkiyeyê hem jî li welatên din, sekna li dijî şer nîşan dan û di heman demê de beşa herî çalak e ku hewl dide aştiyê ava bike.
Li Tirkiyeyê ne tenê şeş mehên dawî, dibe ku sed sal in di avakirina aştiyê de rola jinan mezin e. Jinan her tim ji bo bidawîkirina pêvajoya şer têkoşîn meşandin û bang kirin.
Mehên derbasbûyî Birêz Abdullah Ocalan peyamek hem ji jinan hem jî ji ciwanan re şand. Piştî vê peyamê liv û tevgera pêvajoyê hîn zêde bû. Di pêvajoya şer de berdêla herî giran jinan dan. Ji ber vê yekê kî herî zêde berdêlê dide, ew ê herî zêde daxwaza aştiyê bike. Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin ku jin hêmana esasî ya pêvajoya dema pêş e.”
RÊXISTINBÛYÎN Û JIYANA WEKHEV
Îdîl Ûgûrlû ragihand ku ji ber zor û zehmetiyên mejiyê bi serweriya mêr qada jiyanê li jinan teng bûye û got, “Di vê demê de ku pirsgirêkên aboriyê zêde bûne, yên ku destpêkê ji kar hatin derxistin jin bûn. Di şer de jî bedena jinê weke qada dagirkeriyê tê pênasekirin û êrîş li bedena jinê tê kirin.
Bi taybetî li Tirkiyeyê vekişîn ji Peymana Stenbolê çêbû. Ev peyman ew peyman bû ku jinan bi zor û zehmetiyên mezin dabûn qebûlkirin. Dema ku mirov bala xwe didinê, tê dîtin ku her roj hevaleke me ya jin tê kuştin. Destdirêjî li jin û zarokan têne kirin û têne kuştin. Hikumet têne wê astê ku biryarê li ser hejmara zarokên ku jin bînin dinyayê didin. Em hemû bi bûyera kuştina Narîn Guran zanin. Gundekî xwe bêdeng kir. Êdî ne tenê jin, zarokên biçûk jî bi rengekî neyînî para xwe ji vê yekê werdigirin.
Tundiya mêr guh nade dem û cih. Li hemberî van hemû zehmetiyan pêwîstî bi rêxistiniya jinan heye. Her wiha divê paradîgmaya azadîparêziya jinê bê mezinkirin. Divê li cihekî welê be ku jinê dide pêş, pirsgirêkên jinê dibîne. Eger bi felsefeyeke ku wekheviya jinê dide pêş nêzîkatî bê nîşandan û ev yek li her qada jiyanê bê bicihanîn, wê bi rengekî xwezayî mejiyê bi serweriya mêr jî lawaz bibe.”
‘CIVAKA DEMOKRATÎK JI BO ME ALTERNATÎFEK E’
Îdîl Ûgûrlû destnîşan kir ku li hemberî mejiyê baviksalariyê ku mezin dibe, civaka demokratîk alternatîfek e û got, “Hikumeta ku dewletê bi rê ve dibe, hikumeteke ku ji mêran pêk tê. Hejmareke kêm jin di nav de heye. Lewma têkilîdarî pêvajoyê mêr diaxivin. Aqlê bi aqlê mêr ê dewletê diaxive aqlê mêr e. Piraniya muxatabên li hemberî jî jin in.
Dema ku mirov bala xwe didin ser temsîla di komîsyona têkildarî pêvajoyê de tê dîtin ku bi giranî mêr in. DEM Partiyê wekheviya jinê pêk anî. Mêr wê bi rengekî xwezayî bi nêrîna xwe lê binihêrin û bi mejiyê xwe yê hezaran salî biaxivin. Li aliyê din ê ku çareseriyê dixwaze aqlê jinê heye. Di vê pêvajoyê de divê jinên li nava hemû partiyan xwedî mafê gotinê bin. Divê jin dengê xwe bilind bikin; çiqasî bi xurtî tevlî bibe, wê pêvajoyê jî di wê astê de bi kêrî wan bê.”