Li gel germbûna hewayê û girtina dibistinan li Kurdistanê gelek malbat ji bo karkirinê berê xwe didin rêyên koçberiyê. Malbatên ku ji bo karên weke berhevkirina findeq, pîvaz, kartolan, hişkkirin û serayan berê xwe didin gelek bajarên cuda, li cihên ku diçinê neçar dimînin di konan de bimînin. Welatiyên ku hem di konan de dimînin hem jî li zeviyan dixebitin, li hemberî gelek zehmetiyan li ber xwe didin, pereyê ku rojane qezenc dikin li hemberî enflasyona heyî bi têra hewcehiyên sereke jî nake.
DEST, PÊ Û ÇAVÊN WAN DIŞEWITIN
Kedakarên çandiniyê yên ku ji bo neçin deverên dûr û li ser xakên xwe bixebitin û ji bo hişkkirina firîngiyan ji Rihayê çûne Amedê, neçar dimînin ku di bin germahiya ku gelek caran dibe 47 dereceyan de bixebitin. Karkerên ku li nêzî navenda Amedê dixebitin rojê heşt saetan karê hişkkirina firingiyan dikin, rojên xwe di konên xwe de derbas dikin. Kedkarên ku nêzîkî sê mehan dixebitin, sibehê zû dest bi kar dikin. Firîngiyên tên bi lez dikin du perçe û wan xwê li wan dikin. Firîngiyên ku tên xwêkirin, tên hişkkirin û di nava çend rojan de tên berhevkirin û parzûnkirin û piştre jî tên firotin.
Kedkar, ji ber ku gelek kêrê bi kar tînin, gelek caran destên xwe dibirin. Kedkarên ku ji bo parastina destên xwe lepikan li xwe dikin, ji bo ku piyên xwe ji germa zêde biparêzên gelek nikarin pêlavên xwe li xwe bikin. Malbatên ku ji zarokan heya endamên temenmezin di konan de dimînin, hemû karê hişkkirinê dikin. Lê belê li vir karê ku dikeve berê jinan zêdetir e; konan sererast dikin, xwarinê çêdikin, li zarokan dinêrin û cil û bergên xwe bi destan dişon. Jinên ku ne di konan de ne jîli zeviyan destheqa xwe distînin, ji bo ku zivistanê xweş derbas bikin, van zehmetiyan re rû bi rû dimînin.
Jinên ku zehmetiyên dibînin û keda xwe bi gotina; ‘’Em neçar in bixebitin’’ tînin ziman, ji ajansa me re qala jiyana xwe ya rojane kirin.
‘KRÎZA ABORÎ DAHAT KÊM KIR’
Rahîme Işik a ji bo xebatê ji Wêraşanşarê hatiye, diyar kir ku dahata wan li gorî berê kêm bûye. Rahîme Işik da zanîn ku krîza aborî zêde bûye û ji ber vê yekê jî hemû serdeman rewşa dataha wan xirabtir dibe û ev yek anîn ziman:
‘’Em li vir paqij dikin û piştre jî firîngiyan radixin. Em çi dikin û çi distînin hemû bi kedê ye. Em sibehê zû di saet 5’an de hişyar dibin û dest bi karkirinê dikin û nîvro bêhna xwe vedidin; dema ku hewa hinekî hênik dibe dubare dest bi kar dikin. Hilberîna van em dikin lê belê ji ber buhabûna fiyetan êdî dahata me ne weke berê ye. Em ji bo nanoziko dixebitin. Buhayê her tiştî zêde bûye û ji bo cotkaran tiştekî hêsan nemaye. Zehmetiyên î karî gelek in; tu sibehê zû heya êvarê di bin rojê de dimînî û ava te tu caran cemidî namîne. Însan bi zarokên xwe re dixebitin. Buhayê her tiştî ew qas zêde bûye ku êdî em çi bikin jî encam weke xwe ye lê belê ji bilî me hemû kes qezenc dike.’’
‘TU QÎMETA KEDA TUNE YE’
Piştre jina bi navê Remziye Işik axivî û da zanîn ku ew heqê keda xwe nastînin û tevahiya rojê di bin germa rojê de dixebitin. Remziye Işik diyar kir ew li gel zarokên xwe dixebite û ev yek anîn ziman:
‘’Em sibehê zû di saet 5’an de dest bi kar dikin û bi şev saet di saet 8’an de bêhna xwe vedidin. Germahiya hewayê gelekî zorê li me dike. Em hewl didin di konên xwe de siyê çêbikin; bi taybetî jî danê nîvro germahî gelekî zorê dide me. Zarokên me jî hemû li vir in û bi me re dimînin. Li gel me ew jî zehemetiyan dibînin. Em bi roj dixebitin û bi şev jî zarokên xwe ji dûpişkan diparêzin. Çawa ku havînan dibistan tên girtin, em yan van karan dikin yan jî di karê înşaetê de dixebitin. Ji bo debara xwe ya zivistanê em li vir dixebitin. Tevî van kedên mezin jî yewmiyeyên em distînin jî gelekî kêm in bi têra tu tiştî nakin. Ji bo me rewşeke gelekî zehmet e. Ev karê hişkkirinê laşê me hemûyê dişewitîne. ,
Hemû kesên li vir bi zarokên xwe re hatine, dayîkeke 70 salî jî li vir e. Jiyana însanan gelekîzehmet bûye; ji bo debara xwe neçar dimînin di bin vê germahiyê de û di nava şert û mercên zehmet de bixebitin. Her tişt ji bo debar û kirîna nanekî ye.’’
‘EM NEÇAR IN BIXEBITIN’
Kedkara bi navê Medîne Ekîncî ya li pêşiya konê xwe bi destan cil û bergan dişo jî wê piştî şûştinana cil û bergan biçe nava zeviyê û firingiya biqeşêrîne. Medîne Ekîncî da zanîn ku ew li her derî dixebitin û heqê keda xwe nastînin û ev yek anîn ziman: ‘’Ez a niha bi destan cil û bergan dişom, her wiha çay û xwarinê jî amade dikim û piştre jî wê derbasî nava zeviyê bibim û li wir jî bixebitim. Destên me hemû bûne birîn û hatine birîn. Ma en çi bikin, em neçar in.
Ji bo ku li zarokên xwe binêrin, em di bin vê germa zêde de dixebitin. Bi her cure pirsgirêkê re rû bi rû dimînin û nexweş dibin. Piştîku rojê 2-3 saetan bêhna xwe vedidin, piştre dubare dest bi kar dikin. Ji ber ev der nêzîkî me ye, em tên vir; deverên dûr in û zehmetiyên wan zêde ne. Ji bo ku zarokên me bixwînin û birçî nemînin em van zehmetiyan dibînin. Ji bo debara xwe em neçar in hemû havînan bixebitin. Emçi bikin jî hemû havînan li zeviyan dixetibin. Em hemû karan dikin; hemû tişt ji bo kirîna hikenî ar û rûn e. Tu qîmeta pereyê ku em distînin jî tune ye.’’